Piştî êrîşên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) yên li dijî rejîma Baasê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de bi zarok, kal û pîr bi dehan welatî şehîd bûn. Her wiha ji ber êrîşan bi deh hezaran şêniyên herêmê neçar man koçî bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Di heman demê de li dijî Minbicê êrîşên dijwar pêk hatin. Ji ber êrişan bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Yek ji rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cûma êriş û geşedanên li herêmê nirxandin. Evîn Cûma da xuyakirin ku ji sala 2018’an û vir ve êrîşên li ser bajarên Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Til Rifet, Eyn Îsa û Kobanê tên kirin û got: “Di van êrişan de gelek sivîl bi taybet jin û zarok jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran kes jî koçber bûne. Her wiha, êrişa li ser bendava Tişrînê metirsiyeke cidî ye.”
Evîn Cûma diyar kir ku li herêmê sûcên şer tên kirin û bi taybet li cihên di bin kontrola komên paramîlîter de belgekirina binpêkirina mafên mirovan zehmet e û got: “Jin û zarok bûne hedefa komkujiyan. Birîndar jî tên qetilkirin. Niha jî gundên Eyn Îsa, Kobanê û Minbicê di hedefê de ne. Ev êrîş ne tenê aloziyan çêdike, di heman demê de dibe sedem ku çeteyên DAIŞ’ê xwe bihêz bike. Bi deh hezaran çeteyên DAIŞ’ê li Holê girtî ne. Herêm ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo cîhanê jî metirsiyek e. Gelên li vir dijîn bi komên cuda yên etnîkî û olî re bi awayekî aştiyane dijiyan. Lê eger alîkariya cidî ji koçberan re neyê kirin, êrîş wê vê aştiyê têxe xetereyê.”
Evîn Cûma destnîşan kir ku divê rêxistin û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî êrişan bikevin nava liv û tevgerê. Evîn Cûma got: “Li vir wêranî heye, lê saziyên navneteweyî bêdeng in. Ger li vir zêde bal neyê kişandin, binpêkirinên mafên mirovan wê hîn zêdetir bibin. Mafê jiyanê yê koçberan tê binpêkirin, pirsgirêkên niştecihbûnê nayên çareserkirin. Mirov birçî dimînin. Ji ber ku jiyana wan her tim di bin gefê de ye, dixwazin aştiyê pêk bînin. Divê civaka navneteweyî li vir berpirsyariya xwe bi cih bîne.”