Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Êrîşên dewleta tirk li gelek navendan hatin şermezarkirin

Êrîşa dewleta tirk a li dijî Wargeha Mexmûrê, Qendîl û Şengalê li Kurdistanê û gelek welatên cuda bi çalakiyên cur bi cur hatin şermezarkirin. Welatiyan bang li hemû kurdan kirin ku li dijî lîstikên dewleta tirk şiyar bin û li dijî faşîzma AKP-MHP’ê jî xwedî helwest bin.

Di vê çarçoveyê de çend çalakiyên li Kurdistan û derveyî Kurdistanê wiha ne:

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa ya Kantona Qamişloyê bi vê boneyê daketin qadan. Di çalakiyê de pankartên ‘Faşîsma tirk xetereya li ser ewlehiya cîhanê ye’, ‘Em ê bi hev re li hemberî terorê bisekinin’ û ‘Na ji bêdengiya navneteweyî têkildarî sûcên dewleta tirk ên li dijî kurdan’ hatin vekirin. Meş li sûka navendî destpê kir û li navenda navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de hat gotin ku êrîşên dewleta tirk tê wateya siyaseta qirkirin û komkujiyê. Welatiyan got ku dewleta tirk li pey xeyala vejandina împaratoriya osmanî ye û li dijî gelên herêmê sûcên şer dike.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê jî bi sedan kesan meş li dar xist. Meş ji navenda Kongreya Star dest pê kir û li navenda ciwanan veguherî mîtîngê. Di meşê de banga xurtkirina têkoşînê hate kirin û êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin. Di çalakiyê d welatiyan got ku dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze xebatên yekitiya kurdan têk bibe û gelê kurd jî dê tu caran rê nede dagirkeran.

TIL KOÇER

Bi heman boneyê li navçeya Til Koçerê jî bi sedan kesan çalakî li dar xist. Di çalakiyê de êrîşa dewleta tirk hate şermezarkirin. Di çalakiyê de welatiyan bertek nîşan dan û gotin ku dewleta tirk dixwaze xaka Kurdistanê bi temamî dagir bike. Welatiyan banga yekitiyê kirin.

TIL TEMIR

Li Til Temirê jî bi pêşengiya PYD, Kongreya Star û Meclisa Til Temirê, meşek hat lidarxistin. Çalakvanan pankartên weke ‘Em êrîşên faşîst ên dewleta tirk ên li ser Şengal, Mexmûr û çiyayên Kurdistanê şermezar dikin’ û ‘Na ji bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta tirk re’ berz kirin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku sûcên dewleta tirk, nîşaneya têkçûna wê ye û li herêmê terorê belav dike. Welatiyan got ku dewleta tirk hewl dide di navbera kurdan de şerekî navxweyî derxîne û ji bo vê jî banga xurtkirina yekitiyê li hemû hêzên kurd kirin.

ŞEHBA

Bi heman boneyê bi sedan welatiyên herêma Şehbayê jî li navçeya Ehdasê meşiyan. Di meşê de welatiyan pankartên ‘Bi hêrsa malbatên şehîdan dê agirê Îmraliyê vemirînin’, ‘Bimre îxanet’, ‘Bi yekitiya kurdan re dê dagirkerî û îxanetê têk bibin’ û ‘Êrîşên faşîst Erdogan nikarin vîna gelê kurd bişikînin’ vekirin. Di çalakiyê de hat gotin ku dewleta tirk ev sed sal in li dijî kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Welatiyan bang hêzên navdewletî kirin ku rê li ber van êrîşên dewleta tirk bigirin.

TIL BIRAK

Bi dehan şêniyên Til Birakê jî di têketina navçeyê de xwepêşandanek li dar xist. Welatiyan di çalakiyê de êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û bêdengiya hêzên navdewletî jî weke şermeke mezin destnîşan kirin.

TEBQA

Bi pêşengtiya Meclisa Ciwanan a Tebqayê, bi dehan şêniyên herêma Tebqayê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşma ‘Bimre faşîzma Erdogan û bijî berxwedana Şengalê’ hate berzkirin. Di çalakiyê de hat gotin ku armanca êrîşan ew e ku vîna li dijî terora cîhanê bişikînin. Welatiyan bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî êrîşên dewleta tirk bêdeng nemînin. Her wiha jinên Tebqayê jî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir û banga serhildanê li hemû pêkhateyên herêmê kirin.

ÇEMÇEMAL

Her wiha li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî ciwanan bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Di daxuyaniyê de ciwanan dirûşmên ‘Bimre xiyanet’ û ‘Yek e yek e gelê kurd yek e’ berz kirin. Ciwanan êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û gotin ku dewleta tirk bi hemû hêza xwe hewl dide kurdan tune bike. Her wiha ciwanan destnîşan kir ku êrîş bi hevkariya hikûmeta Başûr pêk tên.

ŞENGAL

Li Şengalê jî bi tevlêbûna rûspî, giregir, serokeşîrên civaka êzdî ligel qaymeqamê Şengalê Fehid Hemîd daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin û ev tişt hatin parvekirin: “Şengal ciheke aram û azad e. Lewre dewleta tirk bi hevkarên xwe re dixwazin vê aramiyê xirab bikin. Dixwazin Şengalê vala bikin û hovîtiya ku DAIŞ’ê nekarî bike li vir pêk bînin. Lê em ji êrîşên dewleta tirk natirsin. Berevajî vê, bi her êrîşê re dilsoziya me ya bi axa me ya pîroz zêdetir dibe.  Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê jî bi daxuyaniyekê bêdengiya hikûmeta Iraqê û dewletên navneteweyî şermezar kir.

SYDNEY

Li bajarê Sydneyê kurdistanî bi pêşengtiya Meclisa Gelê Kurd hatin ba hev û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de posterên Ocalan, alên YPJ û YPG’ê hatin hildan û dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Faşîst dewleta tirk’ hatin berzkirin. Di çalakiyê de hat gotin ku gelê kurd tu caran li dijî êrîşan serî netewand û dê netewîne jî.

RÛSYA

Kurdistaniyên li Rûsyayê jî bi çalakiyekê êrîş şermezar kirin. Kurdistaniyan got: “Roj roja yekitiyê ye. Gelo hûn nabînin ku yek bi yek me qetil dikin. Em bibin yek, rêyeke din nîne. Bi vî rengî em dikarin bibin hêz.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar