Li gorî nûçeya Ajansa ANHA’yê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê êrîşî gundên Mişêrfe û Cehbel, Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 kirin lê şervanan HSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv da û êrîş têk birin.
Di navber artêşa tirk û şervanên HSD’ê de şerekî dijwar qewimî. Di encama de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha termê du çeteyan ket destê şeravnan.
Her wiha di encama topbarana dewleta tirk a li ser gundan de, 2 şênî ji gundê Cehbel şehîd bûn.
Şer cih bi cih didome. EYN ÎSA