Şerê di navbera Îsraîl û Hizbûlaha Lubnanê her ku diçe dijwar dibe. Piştî êrişên hefta borî yên li ser Hizbûlahê, herdu alî li dijî hev dest bi êrişên berfireh kirin. Bi taybet di van çend rojên dawî de êrişên artêşa Îsraîlê ên bê kontrol zirarek mezin da xelkê herêmê.
Bêguman sedemên êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê bi gelek faktorên dîrokî, siyasî û leşkerî ve girêdayî ne. Li pişt van êrîşan hin faktorên ku derdikevin pêş mirov dikare wisa bi rêz bike.
Peymana Aştiyê di navbera Îsraîl û Lubnanê de: ji sala 1948’an û vir ve di navbera Îsraîl û Lubnanê de ti peymaneke aştiyê tune ye û herdu welat ji aliyê teknîkî ve hîn di nava şer de ne. Ev rewş ewlehiya herdu aliyan dixe xetereyê. Pêwîst e di navbera Îsraîl û Lubnanê de peymana aştiyê bê kirin, sînor bên zelalkirin û amadekariyên ewlehiyê bên kirin. Lêbelê, ji ber ku bandora Hizbûlah li Lubnanê berdewam dike, li hevkirina wisa zahmet e. Ji ber vê yekê pêwîstî bi pêvajoyeke navbeynkariya navneteweyî heye.
Hevsengîkirina rola Îranê û hêzên herêmê: Lubnan yek ji hêzen herî bi bandor Îran e. Fînansekirin û çekdarkirina Hizbûlahê ji aliyê Îranê ve tê kirin. Yek ji sedemên sereke yên êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê jî ev e. Di vê çarçoveyê de nîgeraniyên ewlehiyê yên Îsraîlê rasterast bi hebûna Îranê ya li herêmê ve girêdayî ye. Îsraîl ji bo kêmkirina bandora Îranê li Lubnanê dest bi êrîşên leşkerî dike, lê ev êrîş di demeke dirêj de aloziyê zêdetir dike Hizbûlah a ku li Lubnanê çalak e, yek ji dijminên herî girîng ên Îsraîlê tê dîtin. Ev koma milîsên şîî yên ku Îran piştgirîya wê dike, bingeha fikarên ewlekarîyê li ser sînorê bakurê Îsraîlê pêk tîne. Hizbûlah ji şerê Îsraîl-Lubnanê di sala 2006’an de ji bo Îsraîl tehdîdeke berdewam e. Îsraîl gelek caran êrîşên li başûrê Lubnanê li dijî hêzên Hibullahê êrişên asmanî pêk tîne. Ev êriş dibe sedem ku rageşiya di navbera herdu aliyan de kurtir bibe û aloziya herî jî girantir bibe.
Têkoşîna Hêza Herêmî û Navneteweyî: Ev êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê jî weke gavên li dijî bandora Îranê ya li herêmê tên avêtin. Îran hêzeke herêmî ye ku bi rêya Hizbûlahê bandoreke wê ya mezin li Lubnanê heye. Îsraîl hewl dide vê bandorê sînordar bike. Naxwaze Lubnan dibe qada nakokiyên di navbera Îran û Îsraîlê de. Ji ber vê yekê Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) li başûrê Lubnanê bi salan e hewl dide ewlehiyê li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê biparêze. Lêbelê, bandora UNIFIL têrê nake ku bi tevahî aloziya di navbera her du aliyan ji holê rake. Di vê mijarê de Neteweyên Yekbûyî heya niha weke ku tê xwestin nebûye xwedî helwest. Ji ber vê yekê hêvî nîne ku Neteweyên Yekbûyî ji aloziya li herêmê re çareseriyek mayînde bîbîne.
Pêwendiya bi Sûriyeyê re: Lubnan di stratejiyên ewlehiyê yên Îsraîlê de cihekî girîng digire, nemaze ji ber ku ew welatekî cîranê Sûriyeyê ye, ku şerê navxweyî lê berdewam e. Îsraîl difikire ku Hizbûllah di şerê navxweyî yê Sûriyê de bi piştgiriya Îranê hejmareke mezin ji çek û ezmûnan bi dest xistiye. Îsraîl di bin navê rêgirtina li derbasbûna van çekan hewl dide êrişên li ser Hizbullahê rewa bike. Lê di rastiyê de Lubnan ev demeke dirêje di bin gefên Îsraîlê de ye. Armanca Îsraîlê ew e ku Lubnanê qesl bike û bikşîne nava polîtîkayên xwe. Ji ber ku ev di dem kurt de nemumkune, bi hinceta Hibullahê êrişên xwe yên li ser herêmê berfirehtir dike. Bi van êrişan gefek mezin li ser Sûriye jî dide avakirin. Her çendî rêveberiya Şamê xwe ji van nakokiyan durdixe jî wisa diyare ku şer li ber deriye.
Rewşa Siyasî ya Navxweyî: Lubnan ev demeke dirêj e ku bi krîzên aborî, siyasî û civakî re têdikoşe. Lewaziya navxweyî ya Lubnanê bûye sedem ku komên çekdar ên wekî Hizbûlah hêza xwe zêde bikin. Îsraîl bi qelsbûna dewleta qels a Lubnanê re, bi hêzbûna Hizbûlahê ya li herêmê ji bo ewlekariya sînorê welat xeter dibîne. Siyaseta parastinê ya Îsraîl li ser stratejiyeke ku li ser jinavbirina gefên li ser çavkaniya wan hatiye avakirin. Li Lubnanê hebûn û hewldanên çekdarkirina Hizbûlahê ji bo Îsraîlê wek metirsiyeke tê dîtin. Ji ber vê yekê Îsraîl hewl dide bi êrîşên aktîf van gefan qels bike. Li himberî van êrişên çekdarî û tund ên Îsraîlê hêzên navneteweyî bêdeng in. Dem bi dem, hikûmetên li Îsraîlê ji ber zextên siyasî yên hundurîn berê xwe didin tevgerên siyaseta derve. Bi taybetî eger hikûmetên di hundirê Îsraîlê de di rewşeke lawaz de bin yan jî di polîtîkayên xwe yên ewlehiyê de di bin zexta komên tundrew de bin, dibe ku êrîşên li herêmên wekî metirsîdar têne dîtin, mîna Lubnanê, zêde bibin. Rewşa siyasî ya navxweyî ya hikûmeta niha ya Îsraîlê jî dibe sedemek girîng li pişt van êrîşan. Rastiyek heye ku kanalên diyalogê yên rasterast di navbera Îsraîl û Lubnanê de kêm in. Zindîkirina pêvajoyên navbeynkariyê û dîplomatîk ya di navbera her du aliyan de wê ji bo kêmkirina aloziyan girîng be.
Çareseriya Hevbeş li ser Çavkaniyên Enerjiyê li Rojhilatê Deryaya Spî: Zeviyên gaza xwezayî yên li Rojhilatê Deryaya Spî di navbera Îsraîl û Lubnanê de pirsgirêkek mezin e. Di navbera her du welatan de li ser sînorên deryayî nakokî hene û pêşbaziya li ser van çavkaniyan aloziyê zêde dike. Ev çavkanî ji bo her du welatan jî derfetên aborî yên girîng pêşkêş dikin. Nakokiyên sînorên deryayî yên di navbera her du welatan de, pirsa ku wê kî li ser van çavkaniyên enerjiyê xwedî gotin be derdixe pêş. Dema mirov êrîşên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê dinixîne divê mirov vê faktora girîng jî li ber çavan bigire. Ji ber ku Îsraîl welatekî biçûk e pêwîstiya bi çavkaniyên aborî yên bi vî rengî pir zêde heye. Ji bo parvekirina çavkaniyên enerjiyê yên li Rojhilatê Derya Spî li gorî hiqûqa navneteweyî û ji bo ku her du welat ji van çavkaniyan sûd werbigirin, bi navbênkariya hin aliyan diyalog çêbûn lê li hev nekirin. Di vê mijarê de tevlîbûna DYA û YE’yê weke navbeynkar dikare hevkariya aborî ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de teşwîq bike.
Encam û çareserî: Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê beşek ji stratejiyeke ewlehiyê ne, bi taybetî li dijî gefên girêdayî Hizbûlah û Îranê. Lubnan li himberî êrişên dijwar ên Îsraîlê di halê heyî de xetirmiye. Piştgiriya navneteweyî ji bo Lubnanê kêm e. Welatên Erewban ji bo nebin perçeyek vî şerî çi ji dest tê dikin. Şerê desthilatdariyê li herêmê, zêdebûna bandora Îranê û lawaziya navxweyî ya Lubnanê ji sedemên sereke yên van êrîşan in. Herwiha çavkaniyên enerjiyê û dînamîkên siyasî yên navxweyî yên Îsraîlê jî di vê pêvajoyê de dikarin roleke diyarker bilîzin.
Çareserkirina nakokiyên di navbera Îsraîl û Lubnanê de pirsgirêkeke pir-alî ye ku pêwîstî bi çareseriyek mayende heye. Di roja me ya îroyîn de êdî hatiye tespîtkirin ku welatên li ser hîmê netew dewlet hatine avakirin nikarin ji qirîzên wiha ên bingehîn re bibin çareserî. Ji bo derbaskirina vê aloziyê ji her demê zêdetir pêwîstî bi pergala Neteweya Demokratîk heye. Ev pergal ne tenê ji bo çareseriya aloziyên li herêmê hene ji bo xurtkirina diyaloga di navberan aliyan de xwedî girîngiyek mezin e. Lewma ger ji bo çareseriyê li rêyên wisa alternatîf neyê gerandin wê qirîza heyî kurttir bibe û rewşa herêmê wê ji ya niha xirabtir bibe.