Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Êrîşên li dijî bîranîna Komkujiya Pirsûsê feraseta DAIŞ’ê ye’

HDP’a Amedê ji bo şermezarkirina êrîşên polîsan a li dijî merasîmên bîranînê yên Komkujiya Pirsûsê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî 4 sal derbas jî bûn, hê jî edalet pêk nehatiye. Parlamenter Hişyar Ozsoy jî destnîşan kir ku êrîşên li dijî merasîmên bîranînê, berdewamiya zîhniyeta DAIŞ’ê ye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê têkildarî êrîşa polîsan a li dijî çalakvanên ku dixwestin kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatine qetilkirin bibîr bînin, li avahiya xwe ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy, hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik, cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û rêveberên HDP’ê amade bûn.

Di daxuyaniyê de ewilî Hulya Alokmen Uyanik axivî. Uyanik di serî de 33 ciwanên ku di Komkujiya Pirsûsê de hatine qetilkirin bi bîr anî. Uyanik bal kişand ser qedexekirina çalakiyên bi bîr anînê û got ku êrîşên li dijî merasîmên bîranînê nayên qebûlkirin.

Lêgerîna edaletê didome

Piştre jî Beydan Taşkiran di civîna çapemeniyê de axivî. Taşkiran di serî de 7’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi bîr xist û diyar kir ku Şoreşa Rojava ji bo qurbaniyên li Pirsûsê pir girîng bû. Taşkiran da zanîn ku tevî 4 sal bi ser komkujiyê re derbas bûne jî heta niha edalet pêk nehatiye. Taşkiran bi lêv kir ku lêgerîna wan a edaletê didome û wiha derbirî: “Di van salan de nêzikatiya dewletê qet neguheriye. Di salvegera komkujiyê de dewletê li Stenbol û Enqereyê êrîşî mirovan kir, li erdê kaş kirin û parlamenter derb kirin. Bi zext û gefan dê nekarin têkoşîna me asteng bikin.”

Feraseta DAIŞ’ê

Herî dawî jî parlamenter Hişyar Ozsoy axivî û ev tişt destnîşan kir: “Êrîşên li dijî bîranînan, berdewamiya feraseta DAIŞ’ê ye. Ev çar sal in ku li dijî civakê, muxalefeta demokratîk, şoreşgeran, çepgiran, kurdan, elewiyan anku kesê ne ji wan, wehşetê dikin. Pirsûs sembola vê wehşetê ye. Heta ku em biserdikevin dê li ber xwe bidin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar