Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Êrîşên li dijî cenazeyên şehîd û goristanan sûcê mirovahiyê ne

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê têkildarî erîşên cezane û goristanên şehîdan de wiha got: “Ev yek vê rastiya wan a hov bi awayekî aşkera vê nexweşiya wî ya ruhî derdixe holê.”

 

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê di aliyekî de li hemberî gelan sûcê mirvovahiyê dike û li aliyê din jî bi awayekî hovane êrîşî cenaze û gorastinên gerîlayan dike. Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê têkildarî êrîşên hovan e de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst li dijî cenazeyên şehîd û goristanan pêk tîne û destnîşan kir ku ev sûcê mirovahiyê ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dema desthilatdariya AKP-MHP’ê de êrîşên li dijî cenazeyên şehîd û goristanan gihiştiye astekî derexlaqî û dermirovî û wiha hat gotin: “Gelek aşkera ye ku ev sîstema ku Erdoganê faşîst li Kurdistanê ava kirî, ji bo hemû cîhanê xetere ye.”

Di daxuyaniya komîteyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Bêguman di dema desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst de, ev polîtîka gihiştine asteke hîn derexlaqî û dermirovîtir. Sûcên nû li ser sûcên qirkirinê hatine zêdekirin. Kiryarên ku qat bi qat derbeya faşîst 12’ê Îlona 1980’an derbas dikin, di dema desthilatdariya AKP’ê ya faşîst de me hemûyan jiyan kir û em dijîn. Bi taybetî ji bo ku têkçûna xwe ya li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê veşêre, hîn zêdetir komkujiyan dike da ku bide bawerkirin ku bi ser ketiye. Bi vî rengî ji bo ku komeke faşîst li dora desthilatdariya xwe kom bikin êşkence, çewisandin û şewitandina cenazeyên gerîlayan weke polîtîkayeke dewletê pêş dixe. Ev desthilatdarî xwedî zihniyetek wisa ye ku heta cenazeyên leşkerên xwe yên li hemberî berxwedana gerîla ya dîrokî ya li Zap, Avaşîn û Metîna jiyana xwe ji dest dabûn jî şewitandin. Nahêle malbat merasîmên cenazeyan li dar bixin û bi vî rengî hewl dide civakê biçewisîne. Dewleta Tirk a dagirker cenazeyan nade malbatên ku di her şert û mercî de xwedî li zarokên xwe şehîd û yên ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatine qetilkirin, derdikevin. Bi salan şûnde bi awayekî herî nemerdane hestiyên zarokên wan di nava torbe û qutiyan de bi rêya postayê ji malbatan re dişîne. Bi vî rengî li ser hemû civakê bêrûmetî û terikandina nirxan ferz dike. Di sala 2015’an de kincên şewitî yên Dayîka Taybet a ku hefteyekê cenazeyê wê li Silopiyayê li kolanan hiştibûn û keça wê Heznê Înan a ku li bodrûmên Cizîrê bi saxî şewitandin, bi rengekî zalimane di zerfê de dan malbata wê. Ev pêkanîn derdixe holê ku desthilatdariya faşîst a Erdogan-AKP’ê xwedî çi sekneke sadîst, psîkopatî û nexweşiya ruhî ye. Di van rojên dawî de êrîşên li ser goristanên şehîdan û cenazeyên welatparêzên hatine qetilkirin û hevalên me yên gerîla zêde bûne. Ev yek vê rastiya wan a hov bi awayekî aşkera vê nexweşiya wî ya ruhî derdixe holê. Ya herî xerab jî ew e ku ev bi aşkerayî li ber çavên hemû cîhanê tên kirin û her çendî tê zanîn ku ev sûc sûcê mirovahiyê ye û sûcê şer e, lê ti kes li dijî wê dernakeve. Li hemberî pêkanînên dijmirovahî yên li hemberî kurdan diyar e ku hemû cîhanê mirovahiya xwe ji bîr kiriye û wijdanê xwe girêdaye.

Faşîzma AKP-MHP’ê

Li Kurdistaê şerekî qirkirinê yên pir derexlaqî tê meşandin. Dewleta tirk a dagirker û desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ya faşîst ku armanc dike gelê kurd qir bike, li dijî pîroziyên gelê Kurd her cure êrîşa derexlaqî pêk tîne û bi vê yekê re pesnê xwe dide ku di şerê dimeşîne de serkeftî ye. Qasî dewleta tirk, bi taybetî jî desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ya faşîst ti zihniyet nîn e ku bi kiryarên xwe yên dermirovî pesnê xwe bide. Her roj zarokên Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryanî qetil dike û vê yekê servîsê hemû cîhanê dike. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir dike û gelê herêmê ji cihê wan dike ku bi hezaran sal in çanda xwe ya qedîm li ser dimeşînin. Bi vî rengî siyaseta qirkirinê ku li hemû cîhanê weke sûcê li dijî mirovahiyê hatiye qebûlkirin, dimeşîne. Çêkera demografiya herêmê diguhere û Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji rêxistinên çeteyên cîhadîst ên weke DAIŞ, El Nûsra û Tahrîr El Şamê ku amade dike ku ji bo hemû cîhanê bi xeter in. Bi tiştên ku kirine timî li herêmê dibin sedema bêaramiyê û zoriyê li mirovan dikin ku ji cihên wan bidin koçberkirin. Ji bo ku têkçûna xwe ya li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê veşêre, çekên qedexe bi kar tîne û li dijî qadên gerîla rasterast gazên kîmyewî bi kar tîne û bi vî rengî dixwaze encam wergire. Dema ku ji vê yekê jî encam nagire, ev car li dijî pîroziyên gelan êrîşan dike û hewl dide civakê teslîm bigire.

Zihniyeta DAIŞ’ê dimeşînin

Şefê faşîst Erdogan bi êrîşên xwe yên li dijî pîroziyên gelê Kurd bi aşkera daniye holê ku nûnerê esil ê zihniyeta DAIŞ’ê ye. Ji paşerojê heta roja me, di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de dewleta tirk a dagirker û qirker li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, gelê Kurdistanê yê welatparêz û derdorên demokratîk û şoreşger ên li Tirkiyeyê her cûre êrîşa dermirovî pêk aniye. Gelên Mezopotamyayê qir kiriye, cenazeyên pêşengan revandiye, sehpayên darvekirinê daniye, bi ferzkirina koçberiyê bişaftin bi rengekî herî xirab xistiye meriyetê û bi revandina pêşengên gel ên qetil kirî, hewl daye ku timî di bîra civakê de tirsê biafirîne. Tevî ku sed sal li ser derbasbûne, hîna jî aqûbeta cenazeyên ku revandine aşkera nekiriye.

Ev kiryarên qirkirinê yên ku ji terteleya dema Şêx Seîd, Agirî, Geliyê Zîlan û Dêrsimê û vir ve tên meşandin li Tirkiyeyê weke polîtîkayeke dewletê hatiye îcrakirin. Îro jî bi tecrîda mûtlaq a li ser Rêber Apo, dixwaze polîtîkayên qirkirinê ya dîrokî bigihîne encamê.

Şefê faşîst Erdogan

Dema ku DAIŞ’ê êrîşî cihekê dikir, destpêkê pîroziyên wî cihî dikir hedef. Serên ku hatine birîn, berhemên dîrokî yên hatine tunekirin, nirxên baweriyê yên hatine îmhakirin hîna jî di hişê me de ne. Herî dawî li Dêrazorê çeteyên bi pêşengiya DAIŞ’ê û dewleta tirk a dagirker, goristan xera kirin û goristanên zarokên şehîd ên gelê me yê Ereb talan kiriye. Heman tiştî desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ya faşîst li Bakurê Kurdistanê li dijî cenazeyên gerîlayan û goristanan pêk tîne. Ev yek ne tenê li Bakurê Kurdistanê kir; li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî kir. Li Xerzanê bi sedan cenaze ji cihên wan derxist û li Kîlyosê li rexa rêyekê binax kir. Li Amed, Sêrt, Wan û Colemêrgê jî êrîş kir. Li ku derê pîroziyek a gelê kurd hebe, êrîşî wir kir. Li hemberî cenazeyên gerîlayan pêkanînên hovane kir ku li cîhanê mîna wê nehatiye dîtin. Gelek aşkera ye ku van tiştan hemûyan dike ji bo ku têkoşîna azadiya Kurdistanê û zindîbûna paradîgmaya netewa demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin û îro gerdûnî bûye, asteng bike. Divê gelê me vê yekê baş bibîne. Şehîdên me bi berxwedanên xwe yên mezin rêya serkeftinê heta dawiyê vekirine. Erdoganê faşîst û dewleta tirk a qirker ji vê hêza şehîdên me ditirse. Lewma jî dest ji pêkanînên xwe yên herî hov bernade. Lê ti feydeya tirsê ji ecelê re nîn e. Çawa ku hovîtiya DAIŞ’ê bi fedakariyên mezin ên bi hezaran şehîdên me hatibe têkbirin, Erdoganê faşîst û dewleta Tirk a qirker jî wê ji têkçûnê rizgar nebe. Helbet wê di dawiyê de doza bi heq a gelê Kurd wê bi serkeftinê bi encam bibe.

Êrîşî nixên mirovahiyê dikin

Bêguman ev encex bi vê yekê pêkan e ku mirov hîn zêdetir xwe rêxistin bike, hîn zêdetir li dora nirxan kom bibe, tirsa ku faşîzmê ava kiriye bişkîne û bi vê yekê derbasî berxwedana civakî bibe. Nêzîkatiya ku gelê me yê welatparêz heta niha li hemberî polîtîkayên dijberê rûmetê raber kirî, bê hempa ye. Tu civak li hemberî bêrêzî û heqareta ku li dijî ‘miriyên wê’ hatiye kirin, qebûl nake. Ev ji bo gelê kurd hîn girîngtir e. Yên ku li hemberî êşkenceya li cenazeyê gerîla tê kirin bêdeng dimînin, ji nedîtî ve werin ku çavên şehîd hatine derxistin û xerakirina goristanan bi tirsê pêşwazî dikin bila ne ji xwe re bêjin ez mirov im û ne jî bêje ez Kurd im û ne jî bêje ez nirxên demokratîk ên şoreşger diparêzim. Li Kurdistan û Tirkiyeyê şertê destpêkê yê mirovbûn û demokratbûnê, ew e ku mirov li dijî qirkirina li ser kurdan rabe. Êrîşên ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst pêk anîn, êrîşên temamkirina qirkirinê ne. Dagirkirina hemû Kurdistanê polîtîkaya wan a bingehîn e. Dixwazin bi belavkirina civaka Kurd a ku bi fikrê Rêber Apo ketiye rêya jiyana azad, bigihe encamê. Li dijî goristan û cenazeyên gerîla êrîşan dike, li girtîgehan komkujiyan dimeşîne, çekên kîmyewî li hemberî gerîla bi kar tîne û li Rojava, Mexmûr, Şengal û Başûr bêyî ku bibêje zarok, kal, jin û mêr komkujiyan dike. Bi vî rengî hewl dide armanca xwe pêk bîne. Wê demê divê em niha ji vê yekê re bêjin raweste û êrîşa ku li hemberî şehîdên me û goristanên me tê kirin, mîna êrîşa ku li hemberî mirovatiya me û rûmeta hatî kirin bibînin û li dijî rabin. Dewleta tirk a qirker li dijî nirxên me her cure êrîşê pêk tîne û vê yekê ji xwe re rewa dibîne. Em jî li dijî vê yekê xwedî maf û berpirsyarî ne ku bi her cure çalakiyê nirxên xwe biparêzin. Eger em vê yekê bikin, encex hingê şehîdên me wê di rêya xwe ya bêdawîtiyê de bigihijin aramiyê. Eger me ev yek çiqas kir, em ewqas dikarin bêjin ku em mirov in û xwedî wijdan in. Li ser vî bingehî em bang li her kesê ku xwedî li nirxên mirovahiyê derdikeve û wijdana wî qirêj nebûye dikin ku ji hovîtiya desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ya faşîst û dewleta tirk a qirker re bêje raweste, hemû civakê rake ser piyan, hîn xurttir xwedî li şehîd û nirxên me yên pîroz derkeve. Em dibêjin ku bi her cure çalakiyê parastina pîroziyên me, hinceta me ya hebûn û nebûnê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar