Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Êrîşên li dijî jinên kurd îspata têkçûna pergalê ye

Pergala modernîteya kapîtalîst ji bo ku xwe li ser piyan bihêle û mezin bike, beriya her tiştî dixwaze jin her dem kole bin. Ji bo karibe serweriyê li ser civakê bike, jinan dike hedef. Ji ber ku yên civakê di aliyê sincî/exlakî polîtîk de bi teşe dike û pêş dixe jin in.  Pergala kapîtalîzmê kengî û li ku vîna jina azad şikand û kir kole, piştî wê ew civak jî kiriye kole. Kengî rê li pêşiya pêşengiya jinan girtiye, wê demê bi hêsanî paradîgma û feraseta xwe xistiye meriyetê. Lê kengî jinan xwe birêxistin kirine û serî rakirine em dibînin ku pergala modernîteya kapîtalîst têk çûye. Niha em dibînin ku êrîşên li dijî jinên kurd bi rê û rêbazên cuda zêde dibin. 9 sal berê li Parîsê 3 jinên kurd qetilkirin. 5 sal berê li Sîlopiya 3 jinên kurd qetil kirin. Li Rojava di demên cuda de siyasetmedar û dîplomata kurd Hevrîn Xelef û gelek jinên kurd qetil kirin. Li avahiyên HDP’ê jina kurd Denîz Poyraz qetil kirin. Niha bi sedan jinên kurd ên pêşengiya civakê kirin girtî ne. Ev êrîşên pergalê û dewletê ya li dijî vîna jinên kurd nîşan dide ku çiqas ji têkoşîn û siyaseta jinên kurd ditirsin.

Jinên kurd li her qadê xwe bi rêxistin dikin û pêşengiya şoreşa jinên cîhanê dikin. Jinên kurd ên di malê de hatibûn hepiskirin, bi pêşketina tevgera azadiyê re êdî xwe nas kirin û xwe bi rêxistin kirin. Jinên kurd ku her tim di bin siya zilam de hatibû windakirin û vina wê hatibû tunekirin, êdî di her qada jiyanê de dikare xwe û civakê bi rêve bibe. Bi taybetî piştî di nava PKK’ê de cih girt û tev li şerê çekdarî bû, baweriya wan bêtir ji hêza wê hat. Piştî di şer de cih girt, bêtir ji xwe bawer kir ku dikare bibêje ez heme. Jinên kurd piştî di nava PKK’ê de cih girt û di qada şer û parastinê de hebûna xwe nîşan da, di qada siyasî, dîplomasî, çand, çapemenî, aborî, civakî, tenduristî, perwerdehiyê de jî got ez heme.

Niha jinên kurd êdî di qada navneteweyî de xwedî vîn û têkoşînê ne. Êdî di gelek qadên navneteweyî de ji bo jinên cîhanê pêşengiyê dikin. Jinên kurd hem di aliyê fizîkî de û hem jî di aliyê hişmendî de li dijî feraseta mêrperest, kevneperest, nijadperest, zayendperest  têkoşînek pir dijwar dide.

Ji ber li her qadê ji bo parastina Pergala Azadiya Jinan a Demokratîk û Ekolojîk têdikoşe, hewl dide ku pêşengiya Pergala Modernîteya Demokratîk bike, bi rêbazên êrîşên cuda yên dewletê re rû bi rû dimîne. Nûnerên dewletê aşkera jinên têkoşer hedef digirin. Niha bi sedan jinên kurd ên siyasetmedar girtî ne. Çima girtî ne? Ji ber ku aşkera siyaset kirine, aşkera gotine  ‘Em hene û em koletiyê qebûl nakin’ Bi rastî em dibînin ku di serî de jin û hemû kurdên li dijî koletiyê derdikevin an hatine kuştin an jî niha girtî ne. Leyla Guven, Ayşe Gokkan, Sebahat Tuncel, Aysel Tugluk, Fîgen Yuksekdag, Ayla Akat Ata û gelek jinên din tenê siyaset kirine û jin hişyar kirine. Ji ber ku jin û civak hişyar kirine hatine girtin.

Ev nîşan dide ku dewlet û hikûmet mirovên zane, hişyar naxwaze. Mirovên ji bo mafê xwe yê mirovahiyê têdikoşe, mirovên li dijî tundî, zext û înkarê serî hildide naxwaze.

Lê vê têkoşîna tevgera azadiya kurd û têkoşîna azadiya jinan nîşan daye ku her çiqas êrîş zêde dibin, tevgera azadiyê jî ew qas mezin dibe. Heta niha bi hezaran siyasetmedarên kurd ên jin û mêr hatin girtin. Bi dehan siyasetmedar hatin kuştin. Lê her ku pêşengeke kurd hat kuştin û girtin, rêxistin bêtir mezin bû. Niha gelek partî û tevgerên azadiya kurdan hene. Li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê bi dehan rêxistinên jinên kurd û bi gelemperî yên kurdan hene. Îro li dijî qetilkirina jinên kurd li Kurdistanê û Ewropayê bi deh hezaran jinên xwedî nasnameyên cuda çalakiyan li dar dixin û meşên girseyî li dar dixin. Ev nîşan dide ku têkoşîn û doza jinên kurd çiqas mafdar e û çiqas mezin bûye. Ev nîşan dide ku pergala kapîtalîst çiqas ji têkoşîna jinan kurd ditirse. Dîsa em dibînin ku her çiqas pêşengên kurd tên kuştin û girtin, girse bêtir li doz û têkoşîna wan xwedî derdikeve. Li Parîsê 3 jinên kurd û li Silopiyayê 3 jinên kurd hatin qetilkirin. Îro bi hezaran Sakine, Fîdan, Leyla, Sêvê, Pakîze û Fatma hene. Bi minasebeta salvegera komkujiyê, ez 3 jinên kurd ên li Silopiya û 3 jinên kurd ên li Parîsê bi rêzdarî bi bîr tînim. Têkoşîna wan dê her tim rêya me ronî bike.

Nûçeyên Têkildar