Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Êrîşên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û hikûmeta Şamê ne’

Endamê Desteya Hevserokatiay PYD’ê Salih Muslim da zanîn ku êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta Şamê yên li Qamişloyê, lîstokên Rûsya û Şamê ne, da ku beriya hilbijartinan dengên xwe zêde bikin

Hêzên girêdayî hikûmeta Şamê ‘Dîfaa El-Wetenî’ duh saet di 22.00’an de li bajarê Qamişloyê ji taxa Teyî êrîşî noqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan da. Di encama êrîşan de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû. Her wiha şer heya saetên sibehê berdewam kir û Dîfaa El-Wetanî di êrîşan de topên RBG bi kar anîn. Niha rewş bêdeng e û dem dem dengê çekan tê.

Têkildarî mijarê, endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji Ajansa ANHA’yê re axivî.

Salih Muslim destnîşan kir ku armanca van êrîşên li ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn, xirabkirina aramiyê ye û wiha got: “Bêguman têkiliyên wan çi ji aliyê rûsan ve bin, çi jî ji aliyê hikûmeta Şamê ve, ne cara yekem e û nabe ya dawiyê jî. Bi van tevliheviyan dixwazin di nava gel de bêbaweriyê çêkin ku gel çavtirsandî bikin û ji aliyekî ve bibêjin em hene. Êdî tê zanîn ku ew tevliheviyê derdixin, paşê jî Rûsya dikeve navberê ku ev yek bi zanebûn tên kirin û tiştekî bêexlaqî ye.”

Muslim diyar kir ku armanceke van tevliheviyan zêdekirina derxistina dengan di hilbijartinên hikûmeta Şamê de ye û wiha domand: “Nêzbûna hilbijartinên hikûmeta Şamê jî esasê van tevliheviyan e. Ji bo ku bi wan ve bên girêdan û herin ser sindoqan û dengên xwe zêde bikin. Bi zextan, hesabên hilbijartinan dikin. Bi vê yekê dixwazin propagandaya xwe bikin û bibêjin em bi hêz in. Ev tiştên vala ne. Ev lîstokên hikûmeta Şamê û Rûsyayê ne. Rûsya heman tişt li Eyn Îsa û Şehbayê jî kirin. Bi vekişandinê re xwestin tawîzan bigirin. Lê dîsa vegeriyan. Bi van nêzîkatiyan bawerî ne bi Rûsyayê ne jî bi hikûmeta Şamê çêdibe û her ku diçe di nav gel de jî namîne. Ev nayê wê wateya ku hêzên me lawaz in.”

Divê gel hişyar be

Her wiha Muslim got ku ev êrîş nakevin xizmeta gelê herêmê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkiliyên hikûmeta Şamê bi dewleta tirk re jixwe li ser esasê têkbirina aramiyê ne. Her du jî dixwazin bêbawerî li gel Rêveberiya Xweser çêbe û tevliheviyan çêkin. Ev nakevin xizmeta aramiyê. Gelê me divê li dijî van planan hişyar be.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar