Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

‘Êrîşên li ser jinan konsepta şerê taybet e’

Hevseroka HEDEP'ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci diyar kir ku êrîşên li ser jinan konsepta şerê taybet e û wiha axivî: “Ev êrîş dualî ne; hem li hemberî bedena jinê têne kirin hem jî li dijî çand û nasnameya jinê ne. Zanin ku wê tiştek bi wan neyê, lewma bi vî rengî dikin."

Leşker û peywirdarên dewleta faşîst a tirk her roj bi piştgiriya dewletê êrîşî ser jinan dikin û her tim bêceza dimîniin. Ji van yek jê Eyup K. Ye. Rûniştina doza darizandina Eyup K. di 30’ê cotmehê de pêk hat ku li Nisêbînê destdirêjî li çar zarokan kiribû. Piştî ku du zarokên keç bûyerên bi serê wan ve hat ji mamosteyên xwe re vegotin, bûyera destdirêjiyê aşkera bû. Li gel îfadeyên wan, her wiha qeydên kamera û belgeyên li ser bûyerê jî dadgehê biryar da ku Eyup K. bi rengekî negirtî bê darizandin.

Hevseroka HEDEP’ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci anî ziman ku zêdebûna bûyerên destavêtinê yên ji aliyê rayedarên dewletê ve têne kirin divê weke beşek ji polîtîkayên taybet ên li ser herêmê bêne nirxandin û diyar kir ku bi taybetî piştî pêvajoya xwerêveberiyê bûyerên destavêtin, destdirêjî û fûhûşê di çarçoveya konsepta şerê taybet de li herêmê zêde bûne û wiha axivî: “Du aliyên êrîşê hene; hem li dijî bedena jinê ne, hem jî li hemberî çand û nasnameya wê ne. Zanin ku wê tiştek bi wan neyê û bi vê têgihiştinê êrîş dikin. Li dadgehê di dema parastinê de dilsoziya xwe ya bi welat, milet û alê re tînin ziman. Têne berdan, bi giranî jî nayên cezakirin. Tên teşwîqkirin, parastin.”

‘Yê tê darizandin û yê didarizîne yek in’

Çawişê pispor Eyup K. li Nisêbînê bi bahaneya pirsîna navnîşanê zarok xist wesayita xwe û destdirêjî li wan kir, lê di doza darizandinê de biryara berdana wî hate dayin. Hevserok Şîndar Akinci anî ziman ku bi qasî biryara berdana çawişê pispor her wiha parastina parêzerê wî jî ne ya qebûlkirinê ye û got ku dema ku biryar hate dayîn çawişê pispor ê sûcdar bê berdan qala dilsoziya wî ya bi welat û pîşeyê wî yê leşkeriyê hate kirin, ku ev yek nîşan dide yê tê darizandin û yê didarizîne weke hev in.

Akinci bi bîr xist ku herî dawî li Dêrikê sîxurî li jineke ciwan hate ferzkirin, cerdevan destdirêjî lê kir û dema ku eşkere bû, cerdevan got ‘Wê biçûya çiyê, lewma min ev yek kir’ û wiha domand: “Me di bûyera li Nisêbînê de jî dît ku kesê destdirêjî kir hate berdan. Şêweyê parastina parêzer jî li holê bû. Ev miroz zanin ku dema tiştekî bi vî rengî kirin wê tiştek bi wan neyê, wê ceza li wan neyê birîn. Wê bêne xelatkirin. Bi dilsoziya xwe ya bi welat û alê re parastina xwe dikin û têne berdan.”

Şîndar Akinci ragihand ku kiryarên konsepta şerê taybet li gorî demê ji aliyê rê, rêbaz û astê ve têne guhertin û bi bîr xist ku piştî pêvajoya xwerêveberiyê polîtîkayên dewletê yên li dijî bedena jinê zêde bûne.

Li Mêrdîn destdirêjî êrîş zêd bûne

Şîndar Akinci anî ziman ku di dema hevşaredariya Ayşe Gokkan de Nisêbîn weke ‘Bajarê Jinê’ hate ragihandin û got ku li bajarekî bi vî rengî zêdebûna bûyerên tundî, destdirêjî û îstîsmarkirinê ne tesadufî ye û wiha domand: “Konsept dest diguherîne, şekil diguherîne. Asîmîlasyon û destdirêjiya li YÎBO’yan têne zanîn. Bi salan mirovên ku di şer de jiyana xwe ji dest dan, bi taybetî jî bedena jinan hatin teşhîrkirin. Bi rêya vê yekê dixwazin gelekî biçûk bixînin. Li Mêrdînê bi taybetî piştî pêvajoya xwerêveberiyê ya sala 2016’an bûyerên destdirêjî, îstîsmar, tundiyê zêde bûne. Kiryar hemû êrîşkarên bi unîforma ne, rayedarên dewletê ne. Bûyerên ku li Nisêbînê diqewimin divê di çarçoveya konsepta şerê taybet a heyî de bê nirxandin. Êrîş du alî ne; hem li hemberî bedena jinê têne kirin hem jî li dijî çand û nasnameya jinê ne. Zanin ku wê tiştek bi wan neyê, lewma bi vî rengî dikin.”

Şîndar Akinci destnîşan kir ku ew ê li hemberî vê konsepta şerê taybet a li ser bedena jinê tê meşandin bêdeng nemînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar