Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Êrişên li ser xendekaran nîşaneya bêçaretiyê ye

Xwendekaran destnîşan kirin ku weziyeta rektorê qeyûm Melîh Bûlû ne ew weziyet e ku bi îradeya xwe îstifa bike. Bertek û nerazîbûnên li dijî tayinkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû ji 4'ê çileyê ve didomin

Navenda Nûçeyan

Xwendekarê Zanîngeha Hunerên Ciwankariyê ya Mîmar Sînanê Ronî Goren, anî ziman ku berxwedana ku li Bogazîçiyê dest pê kir û li seranserê welêt gelek kesan xwedîtî lê kir, bersiveke li dijî zextên AKP’ê yên li ser zanîngehan e. Goren, bilêv kir ku ev berxwedan di heman demê de daxwaza ji bo azadiyê ye jî û wiha got: “AKP dixwaze bi rê û rêbazan tên zanîn ku berxwedanê biçîkîne û biterpisîne. Bi daxuyaniyên xwe xwendekaran hedef nîşan dan. Ew kirin terorîst, ew kirin kesên heqaret li îslamê dikin. Ji zû de AKP, kesên ne ji xwe wekî ‘terorîst’ lanse dike. Dawiya vê jî binçavkirin, girtin û îşkence ye. Wekî her kes dizane, çapemeniya AKP’ê ji roja ewil de hevalên me kirin hedef. Piştî hedefgirtinê zêdetirî 500 hevalên me hatin binçavkirin û gelek hevalên me hatin girtin.”

Goren, êrîşên îqtidarê yên li ser xwendekaran wekî nîşaneya bêçaretiya îqtidarê pênase kir û got: “AKP’ya ku êdî nikare welêt bi rê ve bibe, êrîşkariyê dike û bi vî awayî dixwaze emrê siyaseta xwe dirêj bike. Ev rewş, tenê ne rewşeke ku bi rektorên qeyûm ve sînordarkirî ye. Êrîş, tayinkirina qeyûman, fezlekeyên derbarê parlementeran de û girtina siyasetmedaran. Lê belê zext û zorî çi dibin bila bibin, ê berxwedan jî ew qasî mezin be.”

Goren, destnîşan kir ku hêzên ji bo demokrasî û azadiyê divê ji bo avakirina eniya demokrasiyê ya yekbûyî bên cem hev du.

‘Nikare bi îradeya xwe îstîfa bike’

Xwendekara Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Sera Sonat jî anî ziman ku Melîh Bûlû, dildarê qoltixê ye û bi rewabûna sixte ya îqtidarê xwendekaran dide girtin. Sonat, destnîşan kir ku weziyeta rektorê qeyûm Melîh Bûlû ne ew weziyet e ku bi îradeya xwe îstifa bike û got: “Îqtidar, ev bûyer ji çarçoveya azadiya zanîngehan derxistiye û li dijî muxalefeta civakiyî wekî eniyekê bi kar tîne. Yanî Melîh Bûlû, ji bo AKP’ê sembola polîtîkayeke paşve gavneavêtinê ye di siyaseta navxweyî de. Lewma ew bixwaze jî ne mimkun e ku îstifa bike. Dê ev bibe destkeftiya muxalefeta civakiyî û wê ji bo siyasetmedarên ku çar hawirdorên wan hatine dorpêçkirin bibe roniya hêviyê.”

Sonat, anî ziman ku piştevaniya xwendekaran û berxwedanên din ên li Tirkiyeyê di nav gel de bûne cihê hêviyê û got: “Em li benda gel û siyasetmedaran e jî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar