Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Êrîşên nijadperestî hatin şermezarkirin

15 baroyan daxuyaniyeke hevpar êrîşên nijadperest ên li hemberî kurdan şermezar kirin. Her wiha ÎHD’ya Amedê jî bi daxuyaniyek nivîskî êrîş şermezar kir û diyar kir ku êrîşên li dijî nasnameya kurd e

Navenda Nûçeyan |

Di rojên dawî de li Konya û Afyonê li dijî kurdan êrîşên nijadperesti pêk hatin. Di êrîşan de Hakîm Dal jiyana xwe ji dest dabû. 15 baroyên herêmê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin. Baroyan xwest êrîş bi baldarî û çalak bên lêpirsîn û anîn ziman ku ev bûyer ne ji rêzê û asayî ne.

Baroyan destnîşan kir ku hêzên leşkeri û polîsan hasas tev negeriya ne û saziyên darazê jî lêpirsînek xurt nekiriye.

Baroyên ku daxuyanî îmze kirin wiha ne: “Semsûr, Agirî, Çewlig, Bedlîs, Êlih, Dersim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan.”

Êrîşên li dijî kurdan berhema zimanê cihêkar e

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê jî têkildarî êrîşên nîjadperest daxuyaniyeke nivîskî da. ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku beşeke êrîşên nîjadperest ên li dijî kurdan zêde dibin di demên dawîn de li Konya, Enqere û Afyonê pêk hatine û wiha got: “Ev êrîşên ku nîjadperestî û cihêkarî wan derdixin holê sûcên nefretê û êrişên li dijî nasnameya kurd in.”

ÎHD’ê êrîşên bi heman rengî yên beriya niha li dijî welatiyên kurd pêk hatibûn bi bîr xist û destnîşan kir ku derbarê van êrîşan de biryarên neşopandinê hatine dayîn û ev nirxandin kir: “Gotin û tevgerên cihêkar ne bi tena serê xwe ne û di mînakên dawîn de jî em dibînin ku êrîşên li dijî jiyanê pêk tên. Divê bê diyarkirin ku ev êrîş berhema zimanê cihêkar in. Divê zimanê cihêkar û polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin.”

Bûyera li Konyayê

Di 12’ê gulana 2021’an de li navçeya Meranê ya Konyayê, di 19’ê tîrmeha 2021’an de li Afyonê, di 21’ê tîrmeha 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê komên nijadperest li dijî kurdan êrîş  pêk anibûn. Herî dawî welatiyê kurd Hakim Dal jiyana xwe ji dest dabû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar