Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Êrîşên qirkirina siyasî li gelek navendan hatin şermezarkirin

Navenda Nûçeyan |

Polîsên dewleta tirk îro li Amedê bi ser malên gelek aktîvîst û siyasetmedarên kurd de girt û zêdetirî 18 kes binçav kirin. Ji bo şermezarkirina vê qirkirina siyasî li gelek navendan daxuyanî hatin dayîn.

AMED

Platforma Jinan a Dîcle Amed (DKAP) li ber avahiya Komeleya Jinan a Rosayê ku rêveberên wê hatine binçavkirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endama DKAP’ê Arîn Zumrut axivî û wiha got: “Jin her tim dibin hedefa êrîşan. Ligel şewba koronayê jî dayika 75 salî binçav dikin. Hevalên me yên jin binçav dikin. Hûn ê nekarin pêşî li têkoşîna me bigirin. Hûn çiqas êrîş bikin em jê dê ji wê bêhtir têbikoşin.”  Piştre jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun axivî û da zanîn ku dê li dijî zextan têkoşîna xwe mezintir bikin.

RIHA

HDP’a Rihayê jî bi daxuyaniyekê êrîşa qirkirina siyasî şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya partiyê ya Pirsûsê hate dayîn. Di daxuyaniyê de parlamenter Ayşe Surucu û Omer Ocalan û gelek kes amade bûn. Parlamenter Surucu diyar kir ku tu kes dê nekare têkoşîna wan têk bibe û wiha domand: “Em ê heta dawiyê li dijî zextan têbikoşin û serî netewînin. Bi mezinkirina têkoşîna xwe re em ê bersivê bidin wan. Divê hevalên me di zûtirin dem de bên berdan. Hûn li ber têkçûnê ne.”

ŞIRNEX

Bi heman boneyê HDP yên navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê jî daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç axivî û got ku dê tu zext nekarin têkoşîn û biryardariya jinan asteng bike.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî HDP’a Midyadê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da.  Di daxuyaniyê de hat gotin ku AKP dê nekare bi operasyonên xwe vîna jinan têk bibe.

ENQERE

Platforma Jinan a Enqereyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî êrîş şermezar kir. Platformê xwest ku aktîvîstên jin û siyasetmedar di zûtirin dem de bên berdan.

DÎLOK

Bi heman boneyê HDP’a Dîlokê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî li avahiya HDP’ê pêk hat û hevseroka HDP’a Dîlokê Songul Koçdag axivî. Koçdag xwest ku siyasetmedar werin berdan û diyar kir ku tu kes nikare li pêşiya têkoşîna jinan û gelê kurd bibe astengî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar