Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Êrîşên ser herêmên me israra berxwedana me xurtir dike’

siyasetmendarên ji Dêrazorê diyar kirin ku ew bi tu awayî êrîşên dagirkeran li ser herêmên xwe qebûl nakin û gotin: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em red dikin. Ev êrîşên qirkirinê îsrar û berxwedana mayîna li ser xaka welat xurtir dike."

Dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî û bejayî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Herî dawîn di 16 û 17′ê îlonê de li Minbic û li Qamişloyê berpirs û fermandarên hêzên leşkerî û ewlekarî û sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  kirin hedef

Êrîşên dewaleta tirk a dagirker bi ragihandina operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û bazirganên madeyên hişbirê yên Dêrazorê re zêdetir bûn. Li hember van êrîşan nerazîbûnên gel zêde dibin.

Serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê Yehya El Elî diyar kir ku dewleta tirk a dagirker hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û aramiya wê têk bibe.

El Elî wiha zêde kir: “Dagirkeriya Osmaniyan a li ser xaka Sûriyeyê zêdetirî 400 sal dom kir, ev çavnebarî heta niha li ba dewleta tirk heye. Siyasetên dewleta tirk nîşan didin ku plana wê ya dagirkirina deverên nû heye.”

El Elî destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker bi taybetî projeya serkeftî ya Rêveberiya Xweser hedef digire.

El Elî helwesta NATO’yê ku dewleta tirk a dagirker endamekî wê jî rexne kir û got: “Dewleta tirk a dagirker endameke NATO′yê ye, ji ber vê yekê dewletên NATO′yê li hemberî êrîşên wê dengê xwe nakin. Divê edaletî û wekhevî hebe û bi koalîsyonan bandor nebe.”

El Elî wiha domand: “Helwesta şêniyên herêmê piştrast dike ku ew van êrîşan û dagirkeriya tirk red dikin, şênî dê herêmên xwe biparêzin û îsrara wan a mayînê xurt e.”

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Dêrazorê Selah El Selman jî anî ziman ku hevgirtina gelan rêya têkbirina êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got: ′′Divê em eniya xwe ya hundirîn xurt bikin û bi hemû pêkhateyên xwe re piştgiriyê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk “

El Selman destnîşan kir ku êrîş bi armanca qirkirina gelên herêmê û têkbirina aramiya wan tên kirin.

El Selman wiha pê de çû: “Li dijî HSD û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû cûreyên êrîşan tên kirin. Lê stratejiya HSD′ê sabit e, HSD′ê dê welat, mirov û milkên wan biparêzin û li hemberî terorê bisekine.′′

Selah El Selman di dawiya axaftina xwe de got, li hemberî êrîşan îsrara mayînê û parastina destkeftiyan bandoreke erênî li moralê hêzên leşkerî dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar