Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Êrîşên terorî bi hevkariya  MÎT’a tirk û saziya Parastin a PDK’ê pêk tên’

Bextiyar Mistefa, derbarê êrîşên terorî yên dewleta tirk ên li Başûr got: “Tişta ji êrîşên terorîstî xirabtir ewe ku hikûmet û hêzên ewlehiyê yên herêma başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li beramberî van bûyerên terorî bêdengin.”

Di nava du salên borî de heft êrîşên terorî yên MÎT’a tirk a bi hevkariya saziya Parastin a PDK’ê, li nava bajar û navçeyên başûrê Kurdistanê pêkhatine. Tevî ku êrîş nava rojê û li pêş gelek kamerayên çavdêriyê pêkhatine jî, lê heta niha kujer û tawanbarên van êrîşan nehatine girtin.

Berpirsê Ragihandin û Endamê Serkirdayetiya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Bextiyar Mistefa li ser mijarê ji Rojnewsê re axivî.

Bextiyar Mistefa dibêje: “Li herêma başûrê Kurdistanê rojane dibînin ku kiryarên terorî tên kirin. Ev kiryar ne tenê bi rêya hinartina kesek ji bo kuştina kesekê. Di heman demê de bi rêya balefirên bê mirov êrîşên terorî pêktîne û mirovan qetil dike. Êrîşa herî dawî jî qetilkirina Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamya Hûseyîn Arasan a li Silêmaniyê bû. Em hemû jî dizanîn ku êrîş bi destê dewleta tirk û hevkarên wê pêkhat.”

Di dewamê de Bextiyar Mistefa destnîşankir ku rojane dewleta tirk û Îranê li nava xaka başûrê Kurdistan û Iraqê de bi serbestî çûnûhatinê dikin û terora siyasî dikin. Bextiyar got, divê li beramberî van êrîşan de raya giştî bikeve tevgerê, parlemento û hikûmeta Iraqê helwestek cidî li dijî van êrîşan nîşan bidin.

Berpirsê Ragihandinê yê Hizba Zehmetkêşan Bextiyar Mistefa da zanîn ku divê hikûmeta Herêm û Iraqê balyozên Tirkiye û Îranê li ser van êrîşên wan ên terorî bang kiriban û nota şermezarkirinê bi wan daban.

Di dirêjiya axaftina xwe de Bextiyar Mistefa got ku her kes dizane aliyên siyasî yên herêma başûrê Kurdistanê di jêr destên dewletên Tirkiye û Îranê de ne. Bextiyar wiha dom kir: “Her du welat zextek zêde li ser Iraq û herêma başûrê Kurdistanê dike. Her du dewlet bi aşkere êrîşan dikin. Rojane êrîşê ser Şengal, Mexmur û deverên din ên sinorî dikin. Dewleta tirk bi aşkere bi rêya artêş, MÎT û kesên nêzî xwe re kiryarên terorî pêktîne.”

Di dawiyê de jî Bextiyar Mistefa got: “Tişta ji êrîşên terorîstî xirabtir ewe ku hikûmet û hêzên ewlehiyê yên herêma başûrê Kurdistanê li beramberî van bûyerên terorî bêdengin. Hikûmet û aliyên peywendîdar çavê xwe li qetilkirina azadîxwazan digrin û lêpirsînê li ser nakin. Sedemê vê yekê jî berjwendiyên wan ên li gel hevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar