Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Êrîşî malbatek kurd kirin

Li qada serjêkirina heywanan a Altindagê di şerê derket de, bi çekan êrîşî malbata kurd hat  kirin. Di êrîşê de 2 jê giran 4 kes birîndar bûn. Malbata ku paşê li ber nexweşxanê rastî êrîşa polîsan hat, ketina wan a gund hat astengkirin 

Li qada serjêkirina heywan û Çewliga Sewalan a gundê Kavakli ya girêdayî navçeya Altindag a Enqereyê, di navbera du malên çewligê yên cuda de, ji ber ‘qada zibil û bişkulên heywanan davêjin’ şer derket. Endamên malbata ji Kirikkaleyê bi çekan êrîşî malbata Boztaş a ji Mêrdînê kirin. Di êrîşê de ji malbata Boztaş 2 jê giran, 4 kes birîndar bûn. Ferît Boztaş û Feyyaz Boztaş ên bi giran birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Enqereyê û hatin emeliyatkirin. Birîndarên din Tuncer Boztaş û Halîs Boztaş rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Dişkapi Yildirim Beyazitê. Hat diyarkirin ku di êrîşê de, welatiyên hatibûn ku heywan bikirin jî birîndar bûn.

Yek ji endamên malbatê Ferhat Boztaş ku têkildarî bûyerê ji ajansa Mezopotamyayê re axivî, derbarê bûyerê de ev agahî dan: “Em û malbata ji Kirikkalê cîranên hev in. Di navbera mala me û mala çewligê de qadek vala heye. Em zibil û bişkulên heywanên xwe davêjin vê qadê. Ji ber vê sedemê şer derket. Malbata ji Kirikkale bi dijûn û heqaretan êrîşî me kir. Gef li me xwar. Herî kêm 150 kesan êrîşî me kirin. Dûre 4 kesan bi çekan êrîş kirin. 4 birayên min bi giranî birîndar bûn. Jixwe dilê zilaman tije kîn bû. Kurdan di kevçiyek av de bixeniqînin jî, dilê wan rehet nabe.”

Boztaş da zanîn ku ligel 4 kes ji malbata wî birîndar bûn jî, polîsan malbata êrîşkar xistine bin parastinê

Êrîşî xizmên birîndaran kirin

Boztaş dest nîşan kir ku li ber Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Dişkapi Yildirim Beyazt, notirvanan êrişî xizmên wan kirin û wiha axivî: “Xizmên me li ber nexweşxanê radiwestiyan. Notirvanan ji wan re gotin belav bibin û êrîşî wan kirin. Birayê min li ber nexweşxanê rûniştî bû. Notirvanan ewil jêre gotin ‘ji vê derê rabe’ û dûre êrîşî wî kirin. Piştî notirvanan, polîsên hatin ber nexweşxanê, bêyî ku tiştekê pirs bikin, bi gaza îsotê û copan êrîşî me kirin. Li ser bedena min hîn jî şopên lêdanê hene. Dûre ez û birayê min û gelek kes hatin binçavkirin.”

Yek ji şahidên bûyerê Aydin Yildiz Tilbe jî diyar kir ku piştî bûyerê destûr nedan ku malbata kurd bikeve gund û ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin û bi bîr xist ku destûr nayê dayîn ku malbat bikeve gund. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar