Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Êrîşî Yekîtiya Neteweyî hat kirin!

Li bajarê Silêmanî ya başûrê Kurdistanê 7’ê Nîsanê bi destê hinek şexsên nava PDK’ê hewla qetilkirina yek ji fermandarê herî mezin ê Tevgera Azadiya Kurd û pêşengê Şoreşa Rojava Birêz Mezlûm Ebdî hat kirin.

Dema Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di çarçoveya kar û xebatên dijî DAIŞ’ê û hevkariya bi Hêzên Hevpeymanê re li Silêmaniyê piştî civînekê dixwest vegere Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama îstixbarata PDK’ê Parastinê û MÎT’ê bû hedefa dronan. Elbet ev wisa kareke hêsan nîne. Bi vê êrîşê mirov dikare gelek peyam û pirsan derxîne.

A yekem ev rast e rast peyameke vekirî ji bo Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan û bi taybet ji bo Birzê Serokê YNK’ê Bafil Telebanî ku di her gavê de qala yekîtî û yekrêziya kurdan dike. Bi taybet bi piştevanî û peyamên xwe yên dema dawî bala dewleta tirk a dagirker kişand ser xwe. A din ew e ku kêmaniyeke ewlehî ku rê li ber karesateke mezin vekir, da nîşandan. Elbet ev kêmaniya ewlehî tenê yek alî nîne, bi taybet îstixbarata PDK’ê û dîsa ketina MÎT’ê ya nav karê hikûmetê dike ku rewşek wilo derkeve holê.

Ji bo çi balê dikişînim ser PDK’ê, ji ber ku hema piştî êrîşê hê kesê nezanî mijar çiye, yek ser ragihandina PDK’ê bi hemû trolên xwe ve ji tevnên dijîtal bigire heta tv kete pey mijara ku Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî hatiye hedefkirin û YNK hat tewanbarkirin. Cotyar Adil ê ne weke berdevkê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê weke berdevkê hikûmeta Tirkiye daxuyaniyên sosret da û YNK ji alîkarîkirina Rojava sûcdar kir û anî ziman ku saziyên hikûmetê ji bo xizmetên cuda tê bikaranîn.

Kak Adil dema vê dibêje diyare ha ji piştevaniya Parlementoya Herêma Federal a Kurdistanê ya ji Rojava re ji bîr kiriye. Em li bîra wî bixin ji bo kesek din vê neke;

Parlemetoya Herêma Kurdistanê 15’ê Cotmeha 2014’an bi awayeke fermî Rêveberiya Rojava nas kir û ji bo her alîkarî û piştevaniyê bike têkiliyên fermî pê re dane.

Li gorî benda 01 a madeya 56’an û hejmara 1 a sala 1992’yan a hilbijartina Parlemetoya Kurdistan-Iraq di rûniştina asayî ya hejmara 5’an bi biryara 24’an li ser 5 xalên li jêr bînim ziman fermî Rêveberiya Rojava hatibû nasnîn. Ew xal jî wiha ne:

*Parlementoya Kurdistanê piştevaniya vîna gelê rojavayê Kurdistanê dike bi her awayê xwe rêveberiyê. Pêwîste hikûmet bi fermî têkilî li gel dane.

* Pêwîst e hikûmet li gor karînên xwe alîkariya darayî piştevaniya Rojava bike.

* Aliyên pêwendîdar vê biryarê bînin cih.

* Kar bi tu tekst û biryarekê nayê kirin ku berevajî vê biryarê be.

* Ev biryar piştî ku di rojnameya fermî Waqi’î de hat belavkirin, wê bikeve pratîkê û kar pê were kirin.

Dema ku em li xalên jor dinêrin dibînin ku weke ku ev yek nebûyî ji aliyê PDK’ê ve tu helwesteke ya şermezarkirin derneket berovajî kete nava reşkirina YNK’ê û hevkariya wê ya li gel Rojavayê Kurdistanê. Ev yek vê tîne bîra mirov; ‘Dema ku tengî be em palpiştê hev in û yek in; dema bû firehî em hev nas nakin’ tam PDK û gelek şexsiyetên hestê neteweyî li ba mirî ketin nava rewşeke wiha.

Berovajî helwesta PDK’ê ji aliyê Iraq û dîsa navxwe yî ya başûrê Kurdistanê nerazîbûnek yekcar mezin derket holê. Hema bêje tevnên civakî li dijî PDK’ê û bi taybet li dijî Cotyar Adil nerazîbûnên mezin derket. Di asta siyasî de jî ji hemû rêveber û serkirdeyên YNK’î û dîsa Iraqê dengên nerazî yên bilind derket. Hikûmeta Iraqê desteyek a lêkolînê derxist û lêkolîn da destpêkirin. Rojên bê wê encam baştir derkeve.

Ev li aliyekê li aliyê din, ev êrîş vekirî neyartiya PDK’ê ya li dijî YNK’ê derxist holê. Da nîşandan ku bê ka rayedarên PDK’î û dîsa Barzanî ji bo têkdana aramiya Silêmanî ketine nava lîstikek çawa. Her wiha dengoyên gelek malper û ajansên fermî yên cîhanî jî di nav de nûçeyên ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz ji Tirkiye kiriye ku rêya hewayî ya ji bo Silêmanî bigire. Eger ku ev yek rast be, ev yek tê wateya PDK’ê li dijî YNK’ê jî dest bi danîna çeper kiriye ku Cigirê Serokê Herêma Kurdistanê Qubat Telebanî û dîsa YNK şirîkê hikûmetê ye şer daye destpêkirin. Ev bi xwe karesateke din a sosret e di roja îro de.

Ev yek vê dide nîşandan bê ka Tirkiye û PDK di nava hev de çi pîlan dikin û dixwazin çi bikin. Li şûna ku PDK’ê rê ji şoreşgerên Kurd re vekirana, niha ketiye pey ku wana şehîd bike. Berî niha bi êrîşên sûîkastî Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Serhet), Welatparêzê Bakurî Denîz Mihemed Zekî Çelebî, endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz (Mamoste Şemal) û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê aktîvîsta jinê û akademîsyen Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê bi destê MÎT’ê û Parastinê hatibûn şehîdkirin. Ev yek divê pir vekirî û eşkere ji aliyê her kesê ve bê zanîn bê ka PDK li pey çi ye. PDK di mijara tinekirina gerîla de her rola girt ser milê xwe xwest bê kêmanî bike, di hilbijartina 14’ê Gulanê ya îsal de jî ji serok eşîran bigire heta partî û hêzên girêdayî xwe xiste dewrê ku Erdogan bi ser bixe.

Gelek carî hêzên demokratîk û bi taybet Tevgera Azadiya Kurd ev yek anî ziman ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ser bikeve wê her provakasyon û êrîşê bike. Berî niha rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojava jî anî ziman ku êrîş wê bê kirin. Ev êrîşa dawî da nîşandan ku ew hemû daxuyaniyên hatin dayîn rast in û dibe sibe êrîşên mezintir bibe.

Çawa ku berî niha li nava Silêmaniyê çend rêveberên Tevgera Azadiya Kurdistanê kirin hedef, êrîşa 7’ê Nîsanê rewş vekirîtir raxist ber çavan, dibe sibe li nava sazî û mala YNK’ê jî şoreşgeran bike hedef û şehîd bikin. Heta ne tenê şoreşgeran her kesê li dijî Tirkiye bikeve nava tevgerê. Ji xwe nimûneyên vê pirin. Ji bo vê yekê ev êrîş divê her kes bi çavek cudatir lê binêre. Ev dibe bibe nuqteya dawî ya helwestên gel. Mijar û bûyerên rû didin, nîşaneyên bûyerên sibe rû bidin nîşan dide.

Nûçeyên Têkildar