Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin.
Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya xalên ku hûn vedibêjin bi sosyalîzmê re heye?
Afirandina mirovê azad -girêdayî civaka azad-, bi civaka azad û şerê azadiyê ve bidestxistine. Ev jî dibe bîrdoziya sosyalîzmê. Li gorî ya ku ji bo me jî pir hewce ye jiyana azad e, yeqîn dikim bîrdoziya herî zêde ji bo me hewce jî sosyalîzm e.
Lê ger em bal bidinê, em hêj li vir neketine nav tekoşîn çînayetî. Em hêj neketine nav sosyalîzma ku di nava PKK’ê de jî pêk tê.
Lê belê ya mirov dikare yekser bêje eve: Weke ku em ê jiyanê bikarin sosyalîzmê re binasin, emê şerê jiyanê jî bi sosyalîzmê saz bikin. Di rastiya miletek wisa ji civakbûnê hatiye derxistin de, li gorî ku herî zêde civakbûn rave dike bîrdoziya sosyalîzmê ye, wê çareserî jî di sosyalîzmê de bê gerîn.
Dîsa li gorî ku koletiya kes jî evqas hatiye kûrkirin, çare jî di zanista azadiya sosyalîzmê de bê lê gerîn. Lewre misoger evqasî pêdivî bi sosyalîzmê heye. Ango hilbijartina me ya sosyalîzmê, ne hilbijartinek ji rêzê ye. Li gorî rastiya me ya civakî û koletiya me, divê weke bîrdoziya mirovahî ya rizgarvan bê fêmkirin. Em evqasî berfireh dibînin.
Baldar bin, feraseta me ya sosyalîzmê pir berfireh e. Li dijî mirinê bîrdoziya jiyanê, li dijî koletiya herî xeternak bîrdoziya azadiyê, heta li dijî tevlî jiyanê nebûnê, bîrdoziya tevlî jiyanê bûyîn, li dijî her cure hişbirê, bîrdoziya zindîkirinê ye. Pênaseya wê evqasî berfirehe.
Wexta em wisa pênase dikin û di rastiya xwe de disepînin, nexasim di şênberiya PKK’ê de neçare ku tekoşîn wê jî dijwar bê dayîn. Ji ber sosyalîzma di PKK’ê de pêk tê, di rastiyê de dijmin, kapîtalîzma tirk an jî kemalîzmê, faşîzmê weke şêweya herî xeternak û paşverû dinirxîne. Ew şêweya herî xeternak, paşverû, şovenîst û xwe dispêre tundiyê, mêtingeriya hirçê ya li ser rastiya me ya civakî tê ferzkirin e. Mêtingeriya ku li ser mişkê disepînê ye. Kapîtalîzmek wisa heye. Weke din divê em pênaseya xwe ya sosyalîzmê bi vî rengî jî kûr bikin.
Ji aliyê din ve jî wexta hemû bîrdozî, bizavên oldar û cuda, li ser rastiya me ya mirov tê sepandin ewqas ji rewşek şelûşeht û bê encam re vekirîne, anîne astek nayên pênasekirin, pênaseya mirovê nû, pênaseya mirovê azad, tenê dikare di sosyalîzma ku di nava PKK’ê de pêk tê bê kirin.
Ji bilî sosyalîzmê ti bîrdoziyên din nikarin rastiya pênaseya rastiya me bikin, ji ber ku rewşê rizgar nakin. Lewre ji bo civakbûnê sosyalîzm dibe vebijêrkek yekane. Gotinek ku Castro bikar tîne heye, dibêje; “Yan sosyalîzm, an mirin an jî Yan sosyalîzm an jî Kûba’ya noqî okyanûsê bûyî!” Ev jî ji bo me hîn zêdetir derbasdare. Yan sosyalîzm an qet! Dibe ku Kûba noqî okyanûsê bibe, lê okyanûsek me ku wisa em noqî bibin jî nîne. Em bêjin geliyê velveleyê, geliyê dojehê dibe! Nexwe em ê pejirandina sosyalîzmê û girêdana wê ya bi jiyana me ve wisa binirxînin. Elbet sosyalîzma ku di PKK’ê de pêk tê, di nava Partiyê de dema behsa tekoşîn sosyalîzmê tê kirin, kar hîn zêdetir wateyek mezin rave dikin.
Ez ji bo vê tenê behsa tekoşîn çînayetî nakim. Tekoşîn çînayetî ya di nava PKK’ê de yan jî bi gelemperî pêwîste di nava Partiyê de çawa pêş bikeve, jixwe pêwîste em weke pirsgirêkek di radeya gerdûnî de binirxînin. Sedema herî bingehîn a binkeftina ceribandinên sosyalîzma pêkhatî, ev Partiyên rê ji sosyalîzmê re vekirîn, nekarîn di nava xwe de tekoşîn çînayetî domdar û afirîner bimeşînin. Sedema herî bingehîn eve. Ango Partiyên binkeftîne, nekarîn di nava xwe de sosyalîzmê bimeşînin. Têkoşîn rawestandin, heta dawî derî ji xisletên çîna kevin re vekirin, lewre di encamê de dewletê jî damezirînin, bêjin gihane ber komunîzmê jî, nikarîn xwe ji nêzîkbûna ku civakê pir çewt radestî kapîtalîzmê kirinê rizgar bikin.
Ceribandina sosyalîzmê ev pir vekirî danî holê. Di vê manê de tevkariya PKK’ê ya herî girîng jî, di nava xwe de tekoşîn çînayetî, heta ji wê jî wêdetir weke ku nexweşiyên sosyalîzma pêkhatî nejiya, sosyalîzma zanistî di nava mercên civaka xwe ya hîn zêdetir giran û xeternak de da sepandin. Tekoşîn di nava xwe de jî serkeftî meşand, wisa jî heta roja îro pêşketina xwe ser xist.
Ev ji sosyalîzmê re dibe tevkariya me ya herî girîng. Ango di nava Partiyê de rastiya xwe ya civakî dahûrandin, rastiya xwe ya netewî dahûrandin, şax ji tekoşîn çînayetî, civakî û netewî berdan, heta ji bo kes jî şerek berfirehî dana meşandin, yekem car di nava PKK’ê de tê ceribandin.
Di cîhanê de ti partî, evqasî di nava xwe de têkoşîn nemeşandiye. Lewre Partiyek din dewletê jî damezirîne winda dike. Lê ji ber ku PKK’ê di nava civaka herî zêde winda kirî de, sepana herî afirîner a sosyalîzmê esas girt û di nava xwe de her tim bi sazûmanî kir îro -dibe ku siberojê jî- di asta gerdûnî de xwe digihîne Partiyek mînak û vediguhere. Li vir her tişt neqediya ye.
Azadiyek PKK’ê heye. Rojane şer li ser bingehek afirîner dimeşîne.Dema rêveberiya sosyalîst a rast bimeşîne, tu carî bin nakeve. Rêya serkeftinê ya yekane ye. Wexta ev bi kesekî yan jî komîteyekê re hat sazkirin, dê Partiyê, giştî tekoşînê ber bi serkeftinê ve bibe, peyre jî bîne. Dema em mirovan dikişînin nava PKK, em dareza; “Tu mirov, wê tu jiyana azad pêk bînî” serwer dikin.
Ya duyem, em dibêjin; “Pêdiviyên mirovbûnê, pêdiviyên jiyana azad, ango wê tu şerê wê bimeşînî.” “Dema te bawerî bi pêdiviya vê ne anî û şerê wê nemeşand, tu nikarî bibî mirov jî, nikarî azad jî bibî.” Yekane pênaseya sosyalîzma ku di nava PKK’ê pêk tê eve û esase. Yên vê esas nagirin nikarin bi PKK’ê re bimeşin, nikarin têkoşînê pêş bixin û nagihin tu serkeftinê.
Ma tenê ji bo PKK’ê wisa ye? Na! Jixwe ger PKK nebe, ev civak hilweşiya ye û di aloziyê de ye. Rewşa rêxistinên din diyare, dewletên herî bihêz ên kapîtalîst-emperyalîst jî nikarin kurd pênase bikin. Lewre DYE û dewletên eleqedar nikarin polîtîka pêş bixin. Çima? Ji ber ku negengaze kurd û Kurdistan li gorî bîrdoziyên kapîtalîst û bîrdoziyên olî bê pênasekirin û polîtîka bê avakirin. Lê belê yê ku civak bi awayek zanistî di ravekirinê de herî zêde bi îdîa, berzkirina mirov de herî zêde bibiryar an jî sosyalîzma ku xwedî armancek wisa dikare vê bike. Vê ancex ger em bikarin li ser bingeh û şêweya PKK’ê sosyalîzmê bi xwe re bisepînin û di şênberiya xwe de pêk bînin saz dibe. Rastiya ku dixwaze bike, hinekê jî hatî selmandin û misoger bûyî eve.
Hûnê bizanin bihizirin; “Çima sosyalîzm, sosyalîzmek çawa û di PKK’ê de sosyalîzm çawa pêş ket?” Dersa me ya herî bingehîn ev e. Heta ku ev ders neyên derxistin, hûn nikarin wisa şer bikin, tekoşîn bikin. Ji vê jî wêdetir hûn ê şaşiyên mezin bikin. Cardin dibêjim: Em bi xwesteka we ya jiyanê rastiyê didin bidestxistin. Ne tenê li hember rêz digirin, hema bêje ji tinebûnê ava dikin. Lê belê êdî divê hûn jî wate bidin hinek têgehên bingehîn. Divê hûn hêza vê di kesayeta xwe de pêkanînê raber bikin. Ne tenê bi vegotinê. Îdîayek sosyalîzmê ya bi şêweyek din, misoger derewe. Ger beşdarî jiyanê nebin, hêza bîrdozî raber nekin, vîna xwe jî danenin holê, tê wateya derewkarî, sextekarî. Ango hûn ê bimirin û jiyan jî bi we re nayê pêşxistin. Wiha jî tevlîbûna jiyanê nabe. Dersa sosyalîzmê ne ji rêzê ye, dersa bingehîn a jiyana me ye.
PKK’yîbûna vê û di nava PKK’ê de pêkhatina vê, ji bo me çêbûn û vejîn bi xwe ye. Ger hûn misoger vê bi cidiyet bigirin dest, ezê jî bêjim, ev jî bi baweriya we ya bi sosyalîzmê, tevlîbûna we ji sosyalîzma ku di nava PKK’ê de pêş dikeve re, bi wê re ketina ser rêya jiyanê û hinekê jî şerkirin gengaz dibe. Weke din ne bi nêzîkbûnên cuda yên xwe ji mirinên erzan re amadekirin, ne jî şaxa jiyana ku her cure sexte ye girtin ve xwe nexapînin. Ev kar zehmetin. Em şerê jiyan û sosyalîzmê dimeşînin.
Jixwe diyare li dijî dijminek çawa ye. Ma yê ku dixwaze bijî ne tu yî? Şerê wê jî bigire ber çav, şêweya wê ya bîrdozî, şêweya wê ya rêxistinî, pênaseya wê ya dijmin û dost esas bigire. Cidiyeta wê, kamilbûna wê, amadekariya wê ya di her astê de esas bigire. Çima tu nakî? Çima wisa ji rê derdixî? Çima gelek tiştan ji nedîtî ve tê? Çima hewcedariyên wê di kesayeta xwe de pêk nayînî? Ger tu wisa bikî dibî sextekarek mezin.
Belê, ji ber ku rastiya rêbertiyê şerkerek mezin yê ferasetek wisa ye û şerê sosyalîzmê kûr dimeşîne, vê baş dinase. Partiya xwe jî dinase, şerê xwe jî dinase. Ji ber ku ev çil salin, şerek ku her roj hezar carî ceribandî û dimeşîne heye. Wê çawa nas neke û hûnê xwe çawa veşêrin? Hûnê xwe çawa erzan bidin jiyîn an jî bikişînin nav mirinê? Evê çawa bê pejirandin? Rêbertiyek sosyalîst a wisa, misoger ne destûrê dide bikeve nav rewşên wisa, ne jî dipejirîne. Pir dijwar li dijî vê radiweste. Vaye, sosyalîzma ku di nava PKK’ê pêk tê ev e.
Ger îro emperyalîzm –ji xwe DYA nûnerê kapîtalîzmê yê herî bi îdîa ye- ji bo rêberiya PKK’ê dibêje; “Bêrehim û zalim”, ev jî rastiyekê rave dike. Ji ber ku kapîtalîzmê bêrehmî û zalimtiya xwe weke dizê malê berovajî kir, ji bo gelên cîhanê şiyar nebin, sosyalîzma roja me cardin nebe male mirovatî, bi hunerek mezin û sextekariyek dijwar ve bi ser me de tê û dixwaze ser bigire.
Di bin vê êrîşa bi ser me de, misoger karbidestiya PKK’ê wisa bi sosyalîstî pêş dikevê. Ango ne ji ber hoveberiya tirk pir hez dike. Ew jî li hember faşîzma tirk zêde ne eleqedar in. Lê belê ji ber ku zêde ji sosyalîzma li nav PKK’ê ditirsin, li dijî me ne. Sedema di şerê li dijî sosyalîzmê de, yê herî hosta Almanya evqasî bi ser me de tê ya bingehîn, ne ji ber ji hoveberî û rêveberiya tirk hez dike, ji ber sosyalîzma PKK’ê ji bo xwe pir xeter dibîne.
Nexwe, sosyalîzma ku di nav PKK’ê de pêş dikeve di pîvanên gerdûnî û enternasyonalî de, cihek xwe ya pir girîng heye. Ji bo rastiya me ya neteweyî û civakî sosyalîzm, jixwe bîrdoziya yekane ya vejînê ye. Di wateya bandorkirina qada nav-netewî de, li hember kapîtalîzmê ji bo xwe xeteriya herî mezin dibîne.Lewma rêxistin û Partiyek wisa ye ku welatparêziyê û enternasyonalîzmê jî pir bi îdîa li ser bingeha serkeftinê dimeşîne.
Kesê ku bîrdoziya sosyalîzmê baş bi xwe dayî fêmkirin, di nava Partiyê de jî vê pêk tîne, polîtîkvanek baş, leşkerek bêhempa û her pirsgirêkê çareser dike, dikare her amadekariyê jî bike. Bingeha xwe ya bîrdozî jî wisa xurt bikin. Vê jî bi qasî hejmara tiliyan ji nava xwe derbixin. Wê demê ezê jî bêjim, pêdiviya serkeftinê ya herî bingehîn hatiye pêşwazîkirin. Ya dimîne vesaziyek teknîkî, mezinkirina hejmar û dema wê diyarkirin e. Ger hêza we heye, hûnê bibin sosyalîstek wisa, her tim şerê wê bimeşînin û bigihin serkeftinê.
Kesên vê paşve dibînin, bi feraseta; “Yên bîrdoziya wan neyî, ji leşkertiyê baş fêm dikin” tevdigerin, pir derketin. Devjê berdin kesê bîrdoziya wî neyî ji leşkertiyê baş fêm bike, ye ku ji tiştekê fêm nake ye. Ger em bêjin helwest û reftarên herî xeternak jî ji vî kesî derdikevin, hîn rastire. Qaşo ji polîtîkayê fêm nake, lê ji pratîkê baş fêm dike, ji teoriyê fêm nake lê ji şer baş fêm dike! Yekser di vê xalê de “hêstir” tê bîra min. Ji ber hêstir li çiyan baş dimeşe, lê hêstir tenê hêstire. Reşoyek hebû -hêstir- leheng hat îlankirin. Encax ewqas ji serfermandarê Tirk derdikeve.
Emê bawer bikin ku pêdivî pir bi zemîna bîrdozî û fikrî heye. Emê baş bizanin ku sosyalîzma di PKK’ê de tê, wateya xwe çiye. Piştî ev hat fêmkirin, emê tekoşîn nav Partiyê jî baş fêm bikin. Misoger neçare di nava Partiyê de tekoşîn sosyalîzmê bêhempa bê meşandin. Wexta ev jî hat meşandin, karên weke peywirên pratîkî, peywirên leşkerî ku tenê dibin karên hejmarî û wextê, ew jî ji bo çûna serkeftina esasî ye. Milîtanek ku rastiya rêbertiyê wisa bidest xistiye, di ti pirsgirêka siyasî û leşkerî de bê çare namîne û astengiyan nas nake. Ew dibe polîtîkvanek mezin, hostayek leşkerî û taktîsyenek mezin. Jêhatiye, dê misoger polîtîka û dîplomasiyê li ser bingeha serkeftinê bimeşîne. Bes bila bibe milîtanek sosyalîst. Dest bavêje kîjan pirsgirêkê bila be, dê çareser bike.
Ger hûn serkeftinê dixwazin, pêşî hûnê bibin xwedî ferasetek sosyalîst a wisa. Hêza vê ya pêhesî, hêza vê ya fikir û hêza vê ya vînê, her cure hêza vê ya teknîk, perwerde, tevdîr, tenduristî, fîzîkî û hwd tev bi hevdu re girêdayî ye. Dema te ev hemû bi xwe re kir yek, ger ti bextreşî çênebe, tiştek ji derveyî vîna te neyê pêşiya te negire, tenê pêdiviya ku tu pê hewce, girtin û dayîna henase ye. Her ku tu vê bidomînî, wê tu serkeftin ser serkeftinê bidest bixî. Tişta ku bîrdoziya sosyalîzmê kirina malê xwe yan jî li ser vî bingehî PKK’yîkirinê, vê fêm dikim. Jixwe tişta heta niha hatî serxistin jî, li ser vî bingehî ye.
Sedema herî bingehîn a destkeftiyên heta roja îro, di nava PKK’ê de bîrdoziya sosyalîst bi destpêkirinek wisa ve destpê kir, heta roja me bi israrek mezin û têkoşînek mezin ve domandina wê ye.
Dema rastiya me ya civakî dibe mijara gotinê, ev çareya yekane ye, ya dimîne jî sedema windakirinek xeternake. Ketina ser xeta bîrdoziyên cuda jî, jixwe jixweber tinebûne. Rastiya herî bingehîn a hatî selmandin ev e. Ger îdiaya we heye, di şerkirinê de biryardarin û dixwazin xwe bigihînin hinek serkeftinên girîng, pêwîste hûn sosyalîzma ku di nava PKK’ê de pêk tê, carek din ji her alî ve baş têbigihîn. Divê hûn vê bi kesayeta xwe bidin têgihiştin. Ger gengaze di nava tekoşînê de pêwîste em şerê vê her tim domdar û afirîner bimeşînin. Dema ev jî hat sazkirin, ya dimîne misoger pêşketinek serkeftiye.