Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Erk û berpirsiyariyên me zêdetir bûn’

Parlamenterê HDP’ê yê berê Îdrîs Balûken destnîşan kir ku: “Li şûna gotinên reşbîn û neçareseriyê, pêdivî bi bi ziman û gotinên nû yên aştiyê heye ku bi kêrî çareseriyê bên. Erk û berpirsyartiyên wî zêdetir bûne.”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê yê berê Îdrîs Balûken ku li Girtîgeha Sîncanê dihat ragirtin, di 5’ê nîsanê de hate berdan. Balûken, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Balûken, got ku heta niha her tim xebatên siyasî ku aştî, demokrasî, azadî û nirxên însanî yên bingehîn esas digirin meşandine û wiha domand: “Hemû raya giştî ya hundir û derve û derdorên hiqûqî baş pê dizanin ku di dema meşandina van xebatan de em rastî pêvajoyeke darazê ya neheq û derhiqûqî yên bi sedemên siyasî hatin. Di van bêedaletiyan her ku diçe zêdetir dibin de mercên dîltiyê yên fîzîkî yên 6 sal û nîvan û pêvajoyên dadgehê yên bênavber bûn para şexsê min jî.”

Balûken spasiya her kesên piştî berdana wî peyamên “derbasiyê” şandin kir û wiha got: “Hesasiyeta kesên ji fikr û partiyên cuda yên di mijara nirxên bingehîn û têkiliyên însanî de, ji bo pêkvejiyanê û pêşeroja demokratîk de hêviyeke mezin dide. Eleqeya hatiye nîşandan, di heman demê de erk û berpirsyartiyên me yên ku bingeha xebatên me yên siyasî ye jî zêdetir kiriye.”

‘Li şûna gotinên reşbîn pêdivî bi ziman û gotinên aştiyê heye’

Balûken wiha dom kir: “Di pêvajoya heyî de keyfxweşiyeke herî biçûk jî di nava derdorên cuda de vediguhere hestekî hevpar. Ev yek jî nîşaneya îradeya civakî ya xurt a ji bo aştiyê ye. Li şûna gotinên reşbîn û neçareseriyê ku gelek caran ji bilî galegalê bi kêrî tiştekî nayên, pêdivî bi ziman û gotinên aştiyê heye ku bi kêrî çareseriyê tê. Peywira ewil a saziya siyasetê, hemû welatiyan û derdorên civakî ew e ku vê pêvajoyê veguherînin jiyaneke aştî, demokrasî û azadiyan esas digire.

‘Ezê wek moriyekê bixebitim’

Divê siyaset li ser hîmê armanca aştiyê bê avakirin. Weke kesekê ku di tevahiya jiyana xwe de di destekî de pênûs û di destê din de şaxê zeytûnê gerandî û bi vê jî serbilind, dibêjim ku dê ji vir û şûnde jî mîna moriyeke ji bo vemirandina şewatê avê vediguhêze di nava hewldanan de bim. Di serî de pirsgirêka kurd, divê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê yên aliyên wan ên dîrokî û siyasî heyîn, di çarçoveya pêvajoyeke guherîn û veguherînê ya nû de were çareserkirin. Ev yek, ji bo pêşeroja me ya hevpar bivê nevê ye. Tişta li pey serdemên hilweşîner û tarî mayî ne kavil divê hêvî be. Em dizanin ku tu bedelên ji bo mezinkirina vê hêviyê û avakirina jiyaneke nû hatine dayîn vala nehatine dayîn. Di vê çarçoveyê de ez careke din silavên xwe yên taybet û spasiyên xwe li her kesên rewşa me pirsî dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar