Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Erka ciwanan ya Apogerî di têkbirina kopmloya navdewletî de çiye

Ev sala 2023’yan ji gellek aliyan ve salekê dîrokî û bi her awayî salekê diyarker e ji bo pêşeroja gelê kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn.

Komploya navnetewî, ku di 9’ê Cotmehê 1998’an de destpêkiribû û bi êsîrgirtina Rêber APO di 15’ê Sibatê 1999’an de bi encam bû, 24 salên xwe tijî kiriye û ketiye sala xwe ya 25’emîn. Her wiha Hevpeymana Lozanê ya 1923’yan ku perçebûna Kurdistanê û parvekirina herêmê têda hatibû armanckirin ketiye sed saliya xwe. Mîna ciwanên apoyî em vê pêvajoya girîng çawa bigirin dest? Em sala 25’emîn ê komplo û sala 100’emîn ê Lozanê çawa veguherînin sala serkeftinê? Em çawa azadiya fîzîkî ya Rêber APO mîsoger bikin û faşîzmê hilweşînin?

Komplo diyardeyeke dîrokî ya faşizm û emperyalîzmê ye

Konsepta tasfiye, înkar û qirkirinê ku bi riya komployê tê pêşxistin ne rêbazekê ku ji nişkê ve çêbûye. Bi taybetî li hemberî kurdan û daxwazên azadiyê yên gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn rêbaza komplo bi sedan salan ji aliyê hêzên dagirker û mêtinger ve hatiye esas girtin, da ku ew bikaribin desthilatdariya xwe mayînde bikin. Hîn di sala 1639’an de Kurdistanê bi riya Peymana Qesrî Şirîn parçekirin. Rêber APO dibêje: ‘Li gorî min felaketa herî mezin a di dîroka kurdan de bi komploya faşîst a tirkê spî di 15’ê Sibata 1925’an de destpêkir.’ Di wê demê de bi awayekî komplowarî tevgera Şêx Saîd tasfiye kirin û jixwe êdî piştî vê yekê Qanûna Îslahata Şerq xistin meriyetê, da ku dagirkirin û mêtingehkirina Kurdistanê mayînde bibe. Hîn beriya vê bi pêşengtiya Îngilîstanê bingeha tasfiyekirina kurdan hatibû amadekirin. Ji bo kurd nebin beşek ji komara ku nû hatibû amadekirin, ji bo ku Mezopotamya mîna qadekî herî girîng ê jeo-politîk parçe bimîne û li ser vî esasî were birêvebirin û pirsa kurd bi awayekî kontrolkirî her di rojevê de bimîne rêzê-peymanan çêkirin ku bi Hevpeymana Lozanê jî encama xwe dît. Îngilîstanê, ku derhênerê esasî yê politîkaya ‘perçe bike – bi rêve bibe’ ye, bi vî awayî hişt ku ji milekî ve kurd bi xwe nebin hêz, taybet herêmên başurê Kurdistanê di bin kontrola wê de bimînin, netewdewletên dagirker jî ji asta ku dixwazin bihêztir nebin û bi vî awayî ew karibin hegemonya xwe di herêmê de avabikin. Şerê Cihanê duyemîn şûnve ev rola berê ya Îngilîstanê bi piraniya xwe ve ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve hate wergirtin û bi rengê tevlîkirina Tirkiye nava Hevpeymana NATO’yê de hîn zêdetir pêşket. Gelên ku di nava sînorên Tirkiyê de jiyankirin yek bi yek hatin tasfiyekirin: Ermen, Çerkez, Rûm, Suryan, Tirkmen û herî dawî jî Kurd. Kurd serî hildan, lê bi riya komplo û wehşiyeta qirkirinê li Amedê, Agirî û herî dawî jî li Dersîmê hatin perçiqandin. Ji milê dîtir ve jî hêzên komploger li başurê Kurdistanê tevgerên vê demê di bin kontrola xwe de hiştin û li Rojhilatê Kurdistanê jî tevgera ku serkêşiya wê Sîmko dikir ji holê rakirin. Bi vî awayî hêzên emperyalîst sîstema sînorên netewdewletan li herêmê wekî ku dîzayîn kiribûn parastin û di heman demê de jî karta kurdan ji bo berjewendiyên xwe bikaranîn. Hêzên desthilatdar ên li herêmê jî ji vê rewşê kêm-zêde razîbûn, ji ber ku bi vî awayî karibûn siyaseta hundirîn a nîjadperest bidin rûnişkandin û desthilatdariya xwe ser vî esasî berdewam bikin.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya têkbirina komployê

Komploya Navnetewî li hemberî Rêber APO bingeha xwe dîrokî ye. Ne tesaduf e ku esîrgirtina wî di 15’ê Sibatê de pêkhat, yanî heman roja ku beriya vê bi 74 salan komplo li hemberî Şêx Saîd hatibû pêkanîn û pêvajoya qirkirinê bi awayekî sîstematîk li hemberî kurdan hatibû destpêkirin. Heta derketina Rêber APO hêzên hêrêmê yên dagirker û hêzên navnetewî yên emperyalîst gihîştibûn armanca xwe: Her tişt di bin kontrola wan de bû, pêşengên kurd ên serbixwe hatibûn tasfiyekirin, siyaseta asîmilasyonê bi awayekî herî berfireh li ser kar bû û zikê xwe bi dewlemendiyên Kurdistanê û keda gelê kurd tijî dikirin. Lê derketina Rêber APO û pêşketina tevgera bi navê PKK’ê, ku hinekan jî mîna serhildana 29’emîn a gelê kurd bi nav kirin, hemû plan û hesabên van hêzan serûbin kir. Ji bo gelê kurd ronahiyek nû di asoyê de bilind dibû. Ev ronahî tarîtiya faşîzmê şikand û bi demê re tîrêjên xwe avêt tevahî gelên herêmê û gelên bindest ên cîhanê. Ji bo hêzên komploger pirsgirêkek ciddî derket ku bi demê re bûye metirsiyekê herî mezin di çavên wan de. Sedema pêkhatina komploya navnetewî di esasa xwe de jî ji ber vê ye. Piştî hilweşandina bloka Sovyet-Hevpeymana Warşaw, hêzên NATO’yê bi serkêşiya DYA’yê plansaziyek berfireh danîn pêşiya xwe ji bo ji nû ve dîzayînkirina dunyayê û wekî beşek ji vê planê yê herî esasî ‘Projeya Rojhilata Navîn a Mezin’ pêşxistin. Wan hêzan jî mîna astengiya herî esasî ji bo pêkanîna vê projeyê Rêber APO û tevgera PKK’ê li pêşiya xwe dîtin. Di demekî de ku li hemû cîhanê tevgerên sosyalîst ji ber bandora têkçûyîna sosyalîzma pêkhatî ji hêzê ketin, PKK her ku çû mezintir bû.

Bi hezaran ciwanan berê xwe dan çiya û refên gerîla, jin di refên herî pêş de tevlî têkoşînê bûn, gelê Kurdistanê li ser linga bû û Rêber APO bi şiyara ‘Di Sosyalîzmê de îsrar, di mirovbûnê de îsar e’ hêviyek nû da tevgerên têkoşer û gelên bindest ên li cîhanê. DYA’yê pêngavên xwe yên Afxanîstan û Iraqê piştî encamgirtina komployê destpêkir û bi vî awayî hewildaye mudexeleyê herêmê bike û vê ji nû ve dîzayîn bike. Jixwe ‘Bûhara Ereban’ qasî deh sal piştî vê ji bo DYA-NATO bûye bingehek da ku rêjîmên statukoparêz mîna li Lîbya hilweşînin û siyaseta xwe heta astekî li wir hakîm bikin. Bi Suriyê re jî heman tişt xwastin pêkbînin, lê pêşketina Şoreşa Rojava li Bakurê Suriyê bû sedem ku ev plana wan neçe serî. Hîn beriya vê hêzên komploger hewildabûn li ser esasê qûtkirina tevgera azadiyê ji Serokatiya xwe û tasfiyekariya hundirîn PKK’ê teslîm bigirin. Lê Rêber APO li Imraliyê hemberî sîstema herî dijwar a tecrîdê berxweda û mudexele kir, PKK jî li ser vê bingehê xeta xwe û serxwebûna xwe ya şoreşgertiyê parast. Bi riya pêşxistina fikir û felsefeya xwe ve ku guhertina paradîgmaya têkoşînê jî bi xwe re anî, Rêber APO komployê vala derxist. Di encam de tevgera azadiya Kurdistanê di van 25 salên dawî de ji berê hîn zêdetir mezin bû û fikirên Rêber APO tesîr li kesayet û gelên têkoşer ên seranserî cîhanê kiriye.

Hêzên komploger, ku di hewildana xwe ya tasfiyekirina PKK’ê de biserneketin, di van salên dawî de bi her awayî hewildan komployê nû û zindî bikin, da ku êdî ji PKK’ê ya ku bûye bela serê wan xilas bibin û bi rehetî wêran û talana xwe ya Mezoptomya û Rojhilata Navîn bînin serî. Ji bo biserxistina vê yekê tu tiştekî ku nekirin nemaye. Bi deh hezaran însan xistin zindanan, bajar û gundan hilweşandin, şewitandin û rûxandin, îşkence û tecrîdê kirine rêbaza xwe ya herî esasî, li ser hemû qadên têkoşînê bênavber keşif difirînin û bombebaranê dikin, aboriya xwe wêrankirin û welatê xwe firotin, embargoyekî hişk dane ser herêmên gerîla, Mexmur û Rêveberiyên Xweser ên Bakur-Rojhilatê Suriyê û Şengalê. Herî dawî jî ji ber ku bi tu şêwazekî negihîştin armanca xwe rojane sîlahên kîmyewî li hemberî gerîla bikar anîn. Jixwe beriya her tiştî tecrîdekî mutleq li ser Rêber APO ferzkirin, li Îmraliyê sîstema îşkenceya herî giran dane rûnişkandin. Hikumeta faşîst a Erdoğan-Bahçelî bi desteka hêzên navnetewî çi derfet û hêz di destê wan de hebû ji bo vî karî seferberkirin, lê negihîştin hedefa xwe ya esasî.

Komploya Navnetewî ku bi pêşengtiya Rêber APO û berxwedana gel û gerîla hate vala derxistin, divê êdî bi azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi temamî were têkbirin. Ji bo pêkanîna vê jî tenê riyek heye, ev jî hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê ye.

Mezinkirina cenga azadiyê erka ciwanên Apoyî ye

Divê em di vê mijarê de zelal bin: Têkbirina Komploya Navnetewî, azadiya fîzîkî ya Rêber APO û rizgariya Kurdistanê beriya her tiştî bi rûxandina rêjîma faşîst ku li Tirkiye serwere pêkane. Pêşerojekî xwedî hêvî û rûmet ji bo tevahî Rojhilata Navîn jî bi vê yekê ve girêdayî ye. Niha behsa hilbijartinên îsal pir zêde tê kirin û raste ku giringiyeke xebatên hilbijartinê û siyaseta legal jî heye, lê divê tu kes, bi taybetî tu ciwanekî apoyî xwe nexapîne. Tu rêjimekî faşîst bi riya hilbijartinê ji desthilatdariyê nakeve. Jixwe taybetmendiya bingehîn a faşîzmê ewe ku hebûnekî antî-demokratîk e. Zora faşîzmê bi zimanê ku ew fêmdike tê birrîn, ev ziman jî zimanê lûleya tifenga gerîla ye. Gerîlayên Kurdistanê di van du salên dawiyê de li Zap, Avaşîn, Metîna û tevahiya Kurdistanê berxwedanek bêhempa ya lêhengane dane meşandin. Bi saya xwîna keç û xortên pêşeng ên qehreman ku xwe li pêşiya hêzên faşîst ên dijmin kirine mertal û canê xwe ji bo parastina axa Kurdistanê feda kirine, em îro li ser lingên xwe ne.

Di heman demê de jî ev artêşa mezin a dewleta tirk ku 24 saetan propagandaya wê tê kirin beramberî gerîla bêçare maye, jihevketiye û çokê wan li hev dikevin. Fikrîn ku bi hovîtiyekê bêsînor karibin encamê bigirin, lê bi vî rengî jî nikaribûn gerîla tasfiye bikin. Êdî dema vê hatiye ku em vê berxwedana mezin veguherînin hemleya dawî ya azadiyê. Divê em bê teredut derba mirinê li vê dijminî bixin. Tê zanîn ku te marek birîndar kir di halê xwe ya herî bi tehluke de ye. Divê, yan tu bikaribî derba mirinê lêbixî yan jî ji destpêkê ve tiştekî nekî. Rewşa dijminê dagirker, bi nav rêjîma faşîst a Erdoğan, bi vî awayî ye. Niha erka ciwanên Kurdistanê, erka ciwanên welatparêz, erka ciwanên apoyî ev e ku derba mirinê li faşîzmê bixin. Em vê çawa dikarin bikin? Em Cenga Azadiyê ku bi pêşengtiya gerîla tê meşandin mezin bikin. Tevlîbûna nava refên azadiyê yên gerîla ji bo vê herî esas e. Em wekî ciwanên apoyî divê hertim mezinkirina refên şoreşê ji xwe re wekî erk û berpirsyartiya herî mezin bibînin. Em bizanibin ku derba herî mezin ku em li komployê û sîstema dagirkeriyê bixînin, tevlîbûna gerîla ye.

Yê ku nikaribe xwe bigihîne qadên gerîla jî gelek kar û xebatên ku dikare ji bo mezinkirina Cenga Azadiyê bike hene. Tolhildana şehîdan, xwedîderketina li Rêber APO û hedefkirina rêjîmê li herderê mumkin e. Ji bo vê tenê hinek cesaret, afrînerî û însiyatîf lazime. Her kes li cihê ku lê ne, xwe bi hevalên xwe re rêxistinbikin û bi ser dijmin de biçin. Serhildana gelê rojhilatê Kurdistanê û Îranê li holê ye û carekê din îspat kir ku dema gel bixwaze tu zilmekî jî nikare wê bide sekinandin.

Di 25 saliya komploya navnetewî de û di 100 saliya Lozanê de em dikarin bi hev re dijmin têkbibin, azadiya fîzîkî ya Rêber APO mîsoger bikin û bi vî awayî Kurdistanê rizgar bikin. Werin Cenga Azadiyê, werin em bi hev re sala 2023’yan bikin sala serkeftinê!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar