Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Erka hemû misilmanane ku li dijî dagirkeriyê raweste’

Êrîşên dewleta tirk ên bi armanca dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Li dijî van êrîşan jî ji hemû çînên civakê nerazîbûn tê nîşandan. Di vê çarçoveyê de Mamostayê Olî Ebdullha Kelarî nerazîbûn nîşanî dagirkeriya tirk da.

Mela Ebdullah Kelarî ku bawernameya wê ya dixtorayê di yasaya navnetewî de heye, diyar kir ku dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Başûr ne rewa ya û wiha got: “Xudayê mezin di Quranê de dibêje, mirovno min we çêkiriye, ji nêr û mêyek, ji çend hoz, ziman û netewek da ku hûn bihevre bijîn, hev naskin û rêzê ji hevre bigirin, ne ku dijbertiya hev bikin.”

Di dewamê de Mela Ebdullah Kelarî da zanîn dewleta tirk îslam û Quranê ji bo berjewendiyên xwe bikartîne û wiha domand: “Dewleta tirk îslamyetê rast bikarnayne, pêxember dibêje, ‘hemû mirov û netew bira ne’ Di serdema pexember de sihabe hebûn faris bûn û kurd jî hebûn.”

Siyaseta Erdogan

Mela Ebdullah Kelarî diyarkir Erdogan jî heman siyaseta Sedam Hisên a dagirkerî û qirkirina kurdan dimeşîne û destnîşan kir ku ji bo qirkirina gele kurd gelek rêbazan diceribîne lê dê bi ser nekeve û wekî Sedam dê bê cezakirin.

Kelarî destnîşankir ku ew di xutbeyên xwe yên li mizgeftan de qala îslama paqij dikin, qala xwe dûrgirtina ji tundûtijiyê, welatparêziyê dikin û wiha got: “Erka me tevane ku em xaka xwe biparêzin. Îslamyetê vê yekê fêrî me kiriye ku em welatê xwe biparêzin. Erkeke li ser milê me tevan em xaka xwe ya pîroz biparêzin.”

Erka milê her kesê ye

Di dawiyê de Mela Ebdullah Kelarî qala sedemê derketina îslamê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ola îslamê ji bo du tiştan hatiye. Yek ji bo nasîna xuda, ya duyem jî ji bo li dijî dagirkeriyê, dîkdatorî û xwînrijan rabîn. Pêxember dibêje, ‘kesek li ser xaka xwe were kuştin şehîd e.’ Di şerê Usrew de dema Roma hatin wê Mekeyê dagir bikin pêxember got, biçûk, mezin, jin û zilam bila herkes tev li şer bibe ji bo Mekeh neyê dagirkirin. Erkê ser milê me tevane ku kesên li dijî me şer dikin divê em destpêkê bi guftigoyê li gel biaxivin, ger bêsûd ma divê em jî bi zimanê ku ew jê fam dikin bersiva wan bidin. Welatên cîran ji zimanê guftigoyê fam nakin. Ji bo wê divê em jî bi şer bersiva wan bidin. Erkê li ser milê me ye ku em di gotarên xwe de ciwanan ji bo parastina welat agahdar bikin.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar