Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Erkan Baş: Serkeftina çalakiya Guven peywir e

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê Erkan Baş diyar kir ku wek peywir nêzî serkeftina çalakiya Leyla Guven dibin û wiha got: “Çalakiya greva birçîbûnê ya zindanan çalakiya herî radîkal e û ji bo rastkirina şert û mercên Tirkiyeyê ji bo me kesên derve bangek e.”

Piştgirî û nirxandina çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorver ku beriya 80 rojan ji aliyê parlamenter û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve bi daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, mezin dibe. Parlamenter û Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê Erkan Baş ku li Amedê beşdarî civîna danasîna namzetên hevşaredarên HDP’ê bû, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û Çalakiya Guven a ji bo rakirina vê tecrîdê axivî û nirxandinên girîng kirin.

Serokê Giştî Erkan Baş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên sala 2015’an û wiha got: “AKP’ê di hilbijartinên 7’ê hezîranê de ji gel derbeke mezin xwar. Piştî serkeftina HDP’ê ya di vê hilbijartinê de AKP’ê xwest hemû gelên Tirkiyeyê dîl bigire. Di vê çarçoveyê de li dijî gelê kurd pêvajoya şer da destpêkirin. Ji bo ku di vê pêvajoyê de bi ser keve û desthilata xwe bidomîne, Ocalan tecrîd kir û li hemberî gelê kurd polîtîkayên nijadperest, şovenîst, faşîst û milîtarîst da destpêkirin.

Deriyên aştiyê girt

Erkan Baş diyar kir ku dema desthilatdar bixwazin şer bidin destpêkirin, destpêkê hemû deriyên aştiyê digirin û ev tişt anîn ziman: “Dema pêvajoya çareseriyê ku bi Ocalan re muzakereyan dikirin, li gorî niha atmosfereke din hebû. AKP bi vê pêvajoyê xwest vîna gelê kurd a azadiyê têk bibe. Ji bo vê yekê pêvajoya çareseriyê wek cerebeyek da destpêkirin. Lê ji ber ku dît ji bo vê yekê encam ji muzakereyan dernayê û xurt nabe, hemû deriyên ku dertên aştiyê girt.”

Baş di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya parlamenter û hevseroka KCD’ê Leyla Guven û ev tişt gotin: “Leyla Guven jî wekî me hemû parlamenteran hatiye hilbijartin û ji ber vê yekê xwediyê hemû mafên parlamenteriyê ye. Lê niha li dijî Guven sûc tê kirin û peywira ku gel daye Guven tê astengkirin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka gelê Colemêrgê û HDP’ê ye. Pirsgirêk pirsgirêka me hemû parlamenteran e. Hemû parlamenterên li meclisê divê dengê xwe li dijî vê bêhiqûqiya ku li hemberî Guven tê kirin, bilind bikin.”

Banga li parlamenteran

Baş destnîşan kir ku ew wek peywirê nêzî serkeftina çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên ku li Tirkiyeyê ji aştî, biratî, wekhevî û azadiyê hez dikin, divê ji bo serkeftina çalakiya Guven bixebitin. Di vê çarçoveyê de ez bang li hemû parlamenteran dikim ku ji bo Guven bikaribe daxwazin xwe li meclisê bînê ziman, deng bidin dengê Guven ê çalakiya greva birçîbûnê û bikevin nav helwdanan.”

Baş têkildarî encamên serkeftina çalakiya Guven jî axivî û ev nirxandin kirin: “Serkeftina çalakiya Leyla Guven dê bi xwe re têkçûna tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bîne. Her wiha dê şert û mercên axaftina demokrasî, mafên mirovan û azadiyê biafirîne. Di şert û mercên îro de nîqaşên rasteqîn nayên kirin û tenê pêşeroja şexsê Erdogan tê nîqaşkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya zindanan çalakiya herî radîkal e û ji bo rastkirina şert û mercên Tirkiyeyê ji bo me kesên derve bangek e. Ji ber vê yekê divê em li van çalakiyan xwedî derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar