Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Erkê me çiye?

Gelo me qet pirsa ku erkê me çiye li ser rûyê vê cîhanê, ji xwe kirye? Xebitîn, ezmûn derbazkirin, bûna xwedî pişeyek bi pere û tevahî jiyana xwe bi van re xerîkbûn û derbazkirin e? Çûna cihên pîroz, tev li gruban bûyîn, tev li partiyên siyasî bûyîn e? Ji bo hîn bileztir çûna cihekê firoke çêkirin, feza feteh kirin, helbest nivîsîn, wêne çêkirin, heskirin, nefret kirin, bi kînbûn e? Ji bo em xwe tîmarbikin lawir qetilkirine? Vana hemû erkên mirovane? Di nava çend sedsalan de şaristaniyên ku hatîn ruxandin dana avakirine, şer lidarxistin, di rûyê xwe de, xweda dana xuluqandin, bi navê ol yan jî dewletê mirov kuştin, tecawûzkirin, qetilkirin, bombekirin, kimyakirine erkê me? Yan jî bi hêz bûyîn û li beramberî kesên din êrîşwarî pêşxistin û di bin navê aşitî û wekheviyê de kaos dana avakirine erkê me?

Li gorî em çavdêrî dikin mirovên li derdora me wisa dikin ne? Bi rastî jî erkê me ev e? Em dibînin evane hemû dibin sedemê hejarî, êş, bêbawerî û mirinan. Li aliyekê bi awayek lûks jiyan kirin, li aliyê din hejariya bi tirsnak kêleka hev de dimeşin.  Nexweşî û birsîtî, programên xwarin û vexwarinê li kêleka hev in. Li cihekê hin ji bê dermanî dimirin, li cihekê jî dermanên demê wan derbazbûyîn têne tunekirin. Li cihekê mirov ji ber xwarina zêde dimirin, li cihekê jî mirov ji nêza dimirin. Evane hemû karên mirovan in; dema hûn vana dibînin û ji xwe pirs dikin ‘gelo ma hemû ev e?’ Gelo erkek ê me yê dinê cudatir tune? Ger me erkê mirovahiyê yê rast zanî, wê wateya otelan, erebeyan, firokeyan, xwarinên pakêtkirî, bajaran, dewletan, pîşeyên xirabker, baş were zanîn. Mirov tu caran pirsa ku erkê me yê sereke çiye ji xwe nake û hertim pey reformên ji aliyên kesên din ve li wan têne barkirin ve mijul dibin. Tenê şêwedana tişta nû bi ya heyî wê me ji vê hejariyê xilas neke. Wê demê erkê me yê sereke çiye? Gelo dibe erkê me yê sereke xweda û heqîqet zanîn be, heskirin û nebûna esîrê faliyetên kesên din be? Di zanîna heqîqetê de heskirin heye, ji bo cîhanek rast were jiyan kirin têkiliya rast ya mirovan ku li ser bingehê heskirinê were avakirine.

Em ji xweda hesnakin, ji ber wê em pey dua û kiryarên cuda ketîne. Em dua dikin ji ber ku em ji xweda ditirsin; di dilê me de tirs heye, heskirin tune ye. Perestgeh, dua, ol, ne aydê xweda ne, evane hemû berhemên tirsa mirovan in. Kesên ku xwedî meqam, otorîte, ne mirovên keyfxweş in. Mirovên bi hêrs, kîn û nefretê re mijul dibin, mirovên herî nekeyfxweş in. Em mirov giştî wisa difikirin ku wateya heskirinê em dizanin. Gelo em heskirinê çawa dizanin? Bêyî ku bertekek nîşandan çêbe, bê sedem, bê şîrove, ji nêz de li wana temaşekirin û çavdêrî kirine, dibe gelo bi vê rêyê heskirin were zanîn? Ger bersiv erê yan nabe, wê demê heskirina ku em ewqas tînin ser ziman çiye? Em di navenda êş û keyfxweşiyê de dizanin ku heskirin taybet e. Gotinên ku em kartînin ‘ jina min, hevserê min, zarokên min, welatê min, xwedayê min…’ Em heskirinê weke dokêlê di nava agir de xuya dike dizanin, wê bi hesudî û serdestiyê yan jî kesek ji destdayînê dizanin. Dema em behsa heskirinê dikin em êş, keyfxweşî, tirs û nexweşiyê jî dibînin. Dema em ji kesekê re dibêjin; ‘ez ji te hesdikim’ jî, hemû xwe dispêre windakirin, hesudî, tirs, xwedî lê derketin û dehan tiştên weke vana. Evane di fikrê me te têgehên heskirinê ne û bêyî ku tirs nebe, hesudî nebe, yê xwe dîtin nebe, em heskirinê nizanin. Heta em weke yê xwe dibînin, aydê xwe dibînin, bi hesud tevger bikin, em ê nezanin heskirin çiye. Hesudî, yê xwe dîtin, kîn girtin, daxwaz, xwedî lê derketin, evane hemû pêvajoyên berhemên aqlê mirovin. Gelo heskirin ma pêvajoyek ya fikirîna aqlê mirove? Ji bo gelek ji me wisane. Ger ne wisa ba xalên ku me li jor rêzkirîn wê cihê xwe di nav de negirtana. Dibe hûn li ser heskirinê bifikirin, gelo ser heskirinê fikirîn heskirin e? Hûn kengê kesê ku jê hesdikin difikirin? Dema ku diçe, dema ku winda dibe, dema ku ji we dûr be, dema ku dest ji we diberde hûn difikirin. Hetanî ku we rehetsiz neke, hetanî ku hûn dibêjin ew ya-yê mine, hûn wê nafikirin. Bawerim tiştekî ku hûn weke malê xwe dibînin qet pêwîst nake ku ser bifikirin, ew parçeyek yê we ye, ne aciz dibin, ne bêrî dikin, ne bi gûman nêz dibin. Kesê ku hûn jê re dibêjin ez ji te hesdikim dema ku êş dide we, bêmoraliyê dide we, hûn bêrî dikin, bi bîrtînin û ser difikirin.

Lê kêliya ku hewe xwe weke xwediyê wê dît, êdî pêwîstî bi fikirîna wê namîne, ji ber ku di xwedî lê derketinê de tiştekî we nerehet bike tune. Lê dema tişta ku hûn aydê xwe dibînin winda dikin, dest bi fikirînê dikin. Gotinên min ji wê hesdikir rêzdikin. Wê demê heskirina we dibe bertekeke aqlî. Kesê ku hûn aydê xwe dibînin û li kêleka we ye gelo hûn difikirin? Heta ku ew li kêleka we ye, aydê we ye, yê xwe dîtinê ye, ew jina min yan hevserê min e, tu pirsgirêk ji we re tune.

Bêgûman heskirin ne tiştekî aydê aqil e. Ger di dilê me de qet heskirin tuneye, sedemê wê bi tiştên aqlî re em gelek xerîk dibine. Tiştên aydê aqlî nebûna xwedî pîşe, bi hesûd nêzbûyîn, bi hêzbûyîn, bi hêrsbûyîn, bûna kesek din, tiştek bi dest xistine. Tiştên wisa dibe sedem ku hûn dilê xwe qepat bikin û bi tiştên vala ve xerîk bibin. Piştre jî behsa heskirinê dikin; gelo bi van evqas tiştên ku jiyana we li bin guhê hev dixe re, hûn çawa behsa heskirinê dikin? Yekem rêya hemû pirsgirêkên me yên rojane, heskirin dikare çareser bike. Heskirin ne aydê aqil e û kesên tenê, pey pere û zanistê ketîbin wê tucaran nekarin hesbikin. Ji ber ku bi tiştên aqlî re jiyan dike, hemû çalakiyên wî aydê aqilin û hertişta ku destê xwe lê dixe, vedigerîne pirsgirêkekê, tengaviyekê, hejariyekê û mirinekê. Aqil hertim parçe dike û belavdike, ew giştîbûn çiye nizane, dibe ew bi navên xweşik heskirinê bixemlîne lê ew ji dorî heskirinê tevger dike. Heskirin ne tiştekî aydê hestyarî yan jî xwe romantik nîşandan yan jî bi tiştekê ve girêdane. Heskirin bûyînek e, ew zelaliyek bêhempa ya ji dilbûyînê ye. Ew famkirina rast ya aqlê mirove. Ew gerdûnîbûyîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar