Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Ermenên li Hesekê: Em ê bihêztir bibin

Ermenên li Hesekê diyar kirin ku armanca dewleta tirk şikandina vîna gel e û wiha gotin: "Em ê bihêztir bin û nehêlin balafirên dewleta tirk a dagirker berxwedana me têk nabin."

Dewleta tirk a dagirekr ji 23′yê kanûnê ve êrîşên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine. Di encamê de 9 welatî, 3 endamên Hêzên Ewlekariyê şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn. Her wiha binesazî, cihên stratejîk û xizmetguzarî ji xizmetê derketin. Li hemberî van êrîşan jî hêrsa gel zêde dibe

Endama Meclisa Civaka Ermenî Sivan Aibo der barê êrîşên dewleta tirk de axivî û wiha got: “Wek em dizanin dîroka dewleta tirk tije hovîtî û sûc e û li dijî gelê ermen û tevahî gelên azadîxwaz komkujî û qirkirin pêk anîne.”

Sivan wiha domand: “Ruxmî hemû hewldanên dewleta tirk lê nikarî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya wan a demokratîk a li ser bingeha wekheviya gelan têk bibe. Em pêkhateyên herêmê em ê li dijî êrîşên dagirkeriyê hevgirtî bin û ji berê bihêztir bin. Em ê nehêlin balafirên dewleta tirk a dagirker me bişkînin.”

Hevserokê Meclisa Civaka Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yervand Kasperian êrîşên hovane yên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên şermezar kir  û got, dewleta tirk hewl dide projeya demokratîk a pêkhateyên herêmê diparêze têk bibe.

Yervand wiha domand: “Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li ser binesazî û tevahî navendên xizmetguzarî dixwwaze vîna gelan bişikîne û mozaîka civakî têk bibe.”

Yervand anî ziman ku çiqas êrîş giran bin û çiqas Erdoganê faşîst hewl bide nikare vîna û berxwedana gel têk bibe û dê gel li hember êrîşên Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe bisekine, herêmên xwe biparêze.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar