Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Eryilmaz: Qirkirina ekolojiya Kurdistanê ji her derê zêdetir e

Suleyman Eryilmaz diyar kir ku qirkirina ekolojiya li bajarên Kurdistanê li gor yên bajarên din pir zêdetir e û wiha axivî: “Têkoşîna ekolojiyê ya li vir bi mantiqa şer tê tepisandin. Em banga têkoşîna hevpar kir li her kesî dikin.”

Deshilata faşîst a AKP-MHP’ê ekolojiya Kurdistan û Tirkiyeyê pêkêşî sermayedaran dike û cihên ku nafroşe jî bi çeteyên xwe w»ran dike. Rêxistinên ekolojiyê, ji bo li dijî texrîbatên ekolojiyê xeteke nû ya têkoşînê diyar bikin li Amedê li hev civiyan. Konferans duh li ÇandAmedê bi awayekî ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin. Di konferansê de texrîbatên li Tirkiye û Kurdistanê hatin gengeşekirin. Ji Yekîtiya Ekolojiyê Hevberdevklê Platforma Hawirdor û Çandê ya Egeyê (EGEÇEP) Suleyman Eryilmaz têkildarî girîngiya konferansê û texrîbatên qirkirina ekolojiyê axivî.

Eryilmaz anî ziman ku ew 86 rêxistinên ekolojiyê hatine cem hev û Yekîtiya Ewkolojiyê ava kirine û got ku wan ji bo balê bikişînin ser rûxandina ekolojiyê ya li herêmê konferansa xwe li Amedê li dar xistiye.

Eryilmaz bilêv kir ku qirkirina ekolojiya li bajarên Kurdistanê li gor yên bajarên din pir zêdetir e û got ku têkoşîna ekolojiyê ya li vir bi mantiqa şer tê tepisandin. Eryilmaz anî ziman ku ji ber ku wê civîn li dar bixistana herêm bi wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin.

Eryilmaz diyar kir ku bendav, HES û maden bandoreke mezin li ekosîstemê dikin û got ku bendavên di bin navê “ewlehiyê” de tên çêkirin jî bi temamî ekosîstemê ji holê radikin. Eryilmaz da zanîn ku bendavên divê neyên avakirin tên avakirin û got ku ev bendav bi temamî ekosîstemê ji holê radikin.

Eryilmaz bal kişand ser polîtîkaya qirkirina daristanan a li Kurdistanê jî û îşaret bi krîza avhewayê kir. Eryilmaz wiha domand: “Daristan, qadên heyînên avî ne. Ger hûn daristanan qir bikin, hûn avê jî diqedînin.” Eryilmaz destnîşan kir ku ji bo rêxistinên ekolojiyê karibin xwe bînin ziman tevdigerin û ji bo civîna li Amedê jî wiha got: “Armanca vê civînê ew e ku tevgerên ekolojiyê yên li bajarên kurdan bêtir tevbigerin.”

Eryilmaz li dijî qirkirina ekolojiyê banga têkoşîna hevpar kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar