KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Erzîncan: Îmrali li cihanê tîpa zindana îşkenceyê ya herî giran e

Besê Erzîncan diyar kir ku Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê di nava sîstema îşkence, qirkirinê ya hovane di hucreyekê de tecrîdkirî ye û got: “Hêzên modernîteya kapîtalîst hewl didin kesayetên pêşeng, rêxistinên muxalîf bixin nava sîstemeke bi vî rengî ya îşkenceyê. Lewma divê em bi xurtî xwedî li Rêberê xwe derkevin. Weke jin û ciwan divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bi her awayî têbikoşin.”

Endama Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ji ANF’ê re axivî.

Besê Erzîncan bi bîr xist ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpêka pêvajoya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Armanc ji komploya navneteweyî ku bi serkêşiya îstîxbaratên DYA û Îsraîlê hate kirin, bi girtina Rêber Apo re qedandina hêviyên azadiyê yên gelê me, jinan û gelan bû. Di 15’ê Sibata 1999’an de rola gardiyantiyê ji dewleta tirk re hate dayin û Rêberê me li girava Îmraliyê hate bicihkirin.

Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê di nava sîstema îşkence, qirkirinê ya hovane di hucreyekê de tecrîdkirî ye û di nava cezayên hucreyê de yên ji bo şikandina tecrîdê û teslîmwergirtinê tê hiştin. Bi tu awayî derfet jê re nayê dayin ku têkiliyê bi derve re dayne. Mafê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re ji Rêberê me re nayê dayin. Li girava Îmraliyê tu pîvanên hiqûqî, mirovî, exlaqî derbas nabin. Sîstema qirkirinê ya Îmraliyê ji ber ku bi agahdarî û piştgiriya desthilatdarî û dewletên navneteweyî yên kapîtalîst modernîst hatiye avakirin, di serî de CPT hemû derdorên pêwendîdar li hemberî vê sîstema hovane, bêhiqûqî û li dijî mirovahiyê ya li hemberî Rêber Apo bêdeng dimînin û erê dikin.”

Besê Erzîncan berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li nava sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê silav kir û şehîdên Kurdistanê hemû bi bîr anî, soza mezinkirin û serxistina têkoşînê da.

Endama Koordînasyona KJK’ê bi dewamî got: “Sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê ne tenê li Tirkiyeyê sîstemeke welê ye ku tê xwestin li tevahiya cihanê gav bi gav bê pêkanîn. Hêzên modernîteya kapîtalîst bi wê nêt û armancê ne ku kesayetên pêşeng, rêxistinên muxalîf bixin nava sîstemeke bi vî rengî ya îşkenceyê. Encamên ji tecrûbeyên hemû zindanên li cihanê hatin wergirtin, li Zindana Qirkirinê ya Îmraliyê li hemberî Rêberê me tê bicihanîn. Îmrali li cihanê tîpa zindana îşkenceyê ya herî giran e. Mewzûata xwe li ser vê bingehê hatiye amadekirin. Sîstemeke welê ye ku dixwaze mirovan ji mirovahiyê derxîne, bike ku nikaribe bifikire, ji bo vê jî her cûre rêbazên tecrîd, îzolasyon û îşkenceyê têne bikaranîn. Aqlê mêr ê serwer bi rengê herî hovane lê serdest e. Tê xwestin ku ev sîstem bi berfirehî bê bikaranîn. Sîstema serweriya mêr bi esasî di şexsê Rêberê me de bi sîstema zalim û derveyî mirovahiyê ya ji aliyê aqlê mêr ve hatiye avakirin, ji bo çavtirsandina hemû hêzên azadîxwaz ên li cihanê ye. Tê xwestin ku hemû hêzên li dijî sîstemê bi vê rêbazê bêne terbiyekirin.

Lewma têkoşîna li dijî sîstema îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê wezîfeya hêzên demokrasî û azadiyê yên li tevahiya cihanê ye. Têkoşîna li hemberî sîstema îşkence û qirkirinê ya hovane ya Îmraliyê di heman demê de têkoşîneke mirovahiyê ye. Gelekî girîng e ku mirov bi vê hişmendî û berpirsyariyê têkoşîneke radîkal û rêxistinbûyî bimeşîne.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku sekna berxwedanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li zindana Îmraliyê mîna jiyan, têkoşîn, kesayet û îdeolojiya xwe ji rêberên din ên şoreşê cuda bû û got: “Di nava rêbaza berxwedanê ya Rêber Apo de avakirina sîstemeke jiyanê ya alternatîf heye ku bi rêya parêznameyên xwe bi mirovahiyê re parve kir. Rêberê me parêznameyên xwe yên şexsî jî paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinê di azadiya civakê û jinan de girîng dît. Rêberê me bi parêznameyên li Îmraliyê re Konfederalîzma Demokratîk, modela neteweya demokratîk li ser bingeha azadiya jinê û pêşengiya jinê ya kolektîf diafirîne. Pêşengiya jinê ya kolektîf pêşengiyeke ku bi hemû aliyan jin têkoşîneke hevpar dimeşînin. Em jin, ji bo pêkanîna fikrên Rêberê xwe divê fikrên wî fêhm bikin û bi hemû hêza xwe kar bikin.

Li ser vê bingehê Rêber Abdullah Ocalan di heman demê de rêberê têkoşîna me ya azadiya jinê ye. Sîstema bi serweriya mêr bi dîlgirtina Rêberê me plan kir ku jinan jî dîl bigire. Lê belê Rêberê me bi îdeolojî û pratîkbûyîna şênber sîstema mêr a serwer pûç kir, rê û rêbazên azadiyê hînî jinan û gelan kir. Ji bo azadiyê rê û rêbaz nîşanî jinan û mirovahiyê da. Ya mayî ew e ku jin, civak, gel xwedî li van pîvanên jiyanê, rê û rêbazan derkeve, bi cih bîne.”

Besê Erzîncan destnîşan kir ku bersiva herî mezin a ji komploya navneteweyî re bê dayin, fêhmkirin û bicihanîna xeta azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Tenê bi fêhmkirin û bicihanîna Rêberê xwe em dikarin şoreşa xwe bi ser bixînin. Kêmasî û şaşitiyên di karê me de têne kirin ji ber kêmasiyên di asta me ya fêhmkirin û bicihanîne de ye. Divê em hemû Rêberê xwe hîn bi kûrahî fêhm bikin û bi cih bînin. Yekane rêya jiyaneke bi mirovane, rûmet û durust ew e ku li ser vê bingehê her kes bi xurtî xwedî li têkoşîna me ya azadiyê derkevin û tevlî berxwedanê bibin. Divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me bê mezinkirin.

Rêber Ocalan 25 sal in di nava sîstemeke îşkence û qirkirinê ya bêmînak de li ber xwe dide. Tê xwestin ku Rêberê me û di şexsê wî de jî mirovahî, nirxên mirovahî bi rêbazên herî qirêj teslîm bêne wergirtin. Li hemberî vê yekê Rêberê me bi îradeyeke mezin, bi şerê hişmendiyê têdikoşe, li ber xwe dide.

Weke ku tê zanîn fikrê Rêberê me bandoreke mezin li mirovan, li jinan dike. Rêberê me jinan, mirovahiyê timî ber bi azadiyê, ber bi têkoşînê ve dikişîne. Têkiliya Rêberê me ya bi mirovahiyê, bi jinan re bi her awayî hatiye birîn. Lê belê weke ku her kes dibîne, mirovên ji azadî, demokrasî, ekolojî û têkoşînê hez dikin teqez Rêberê me nas kiriye. Bi vê naskirinê re hezkirin û dilsoziya jinan û mirovahiyê ya bi Rêberê me re pêk hatiye. Di serî de jin û ciwan îdeolojî û fikrê Rêberê me gav bi gav hîn bêhtir tê pejirandin. Her kesên ku Rêbertî nas dike, bihîstiye û bi wî zane, di dilê wan de teqez parçeyek ji Rêberê me heye. Rêberê me xwedî bandoreke bi vî rengî ye. Bandorê li her mirovî dike. Li ser bingeha azadiyê mirovan qezenç dike.”

Besê Erzîncan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê serdemê û mirovahiyê ye û got: “Em bi wî serbilind in. Divê em hêjayî wî bin. Lewma divê em bi rengê herî xurt xwedî li Rêberê xwe derkevin. Divê em têkoşîna azadiyê mezin bikin. Jin û ciwan divê li her qada têkoşîna azadiyê li refên herî pêş bin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe divê em bi her awayî têbikoşin. Divê em çalakiyan bikin, rêxistiniyê xurt bikin. Divê em bi çalakiyan, bi xurtkirina her aliyên neteweya demokratîk komployê têk bibin.

Li ser vê bingehê di vê pêvajoya krîtîk de ku Rêberê me, gelê me, jin, gelên me di nav de ne, her yek ji me divê tevlîbûna xwe bi rengê herî xurt û bi bandor pêk bîne.”

Besê Erzîncan di dawiya axaftina xwe de got: “Xwedîderketina jinan, her wiha tevlîbûna wan a bi biryar li nava têkoşînê gelekî girîng e û erênî ye. Ev yek wê pêşketinên dîrokî bi xwe re bîne. Bêyî ku hêviya xwe winda bike, bêyî ku li benda kesî bimîne divê em bi aqlê xwe, keda xwe, berxwedan û sekna xwe ya azadiyê, bi rêxistiniya xwe, bi hêza xwe û îradeya xwe xwedî li Rêberê xwe û têkoşîna xwe derkevin. Li ser bingeha şoreşa jinê em li Mezopotamyayê şoreşa Kurdistanê, şoreşa jiyana bi hev re û wekhev a gelan, şoreşa mirovahiyê pêk bînin. Li ser vê bingehê helwesta xwe ya li hemberî komploya navneteweyî bi şênberî nîşan bidin. Em komploya navneteweyî têk bibin. Di şexsê her yekî ji me de bila azadî bi ser bikeve. Bila azadiya jinê, azadiya mirovahiyê bi ser bikeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar