Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Erzîncan: Ji bêhêvîtiyê re bersiva herî mezin Rêber Apo ye

Besê Erzîncan bi bîr xist ku sîstem bi taybet êrîşên mezin li dijî ciwanan dike û got: “Ciwanên kurd fikrê Rêberê Gelê Kurd Ocalan nas dikin wê li hemberî dijmin gavê neavêjin. Di nava ciwanan de bêhêvîtî gelekî heye. Lê belê bersiva herî mezin a li bêçaretiyê jî Rêber Apo ye.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan beşdarî bernameya ‘Xwebûn’ a li Jin TV bû û bersiv da pirsên Arjîn Baysal.

Besê Erzîncan bi bîr xist ku hemû tevgerên azadiyê, ekolojî, demokrasî û jinan bi giranî ji ciwanan pêk tê û got: “Di çalakiyên dijî sîstema kapîtalîst de ciwan li refên herî pêş e. Ji ber ku ciwan ji paşeroja xwe bi hêvî nînin. Di nava civaka kurd de jî rewş bi heman rengî ye. Dema Newroz tê, yên herî zêde derdikevin pêş ciwan in. Di nava gerîla de yên li cihên herî zehmet in û fedakariyê dikin, ciwan in. Di pirsgirêka kurd de yên destpêkê serî hildidin ciwan in. Hem bi wêrekî, hem jî bi fikrê xwe pêşengiyê ji civakê re dikin.”

‘Sîstem naxwaze ku ciwan xwe nas bikin’

Endama Koordînasyona KJK’ê anî ziman ku modernîteya kapîtalîst naxwaze ciwan azad bibin û wiha dewam kir: “Ciwanan ber bi fûhûş û narkotîkê ve dehf dide. Armanca modernîteya kapîtalîst ew e ku ciwanan bê îrade bihêle, bike ku li ser azadî, siyaset, welat û demokrasiyê nikaribe bifikire. Dixwaze ku ciwan tenê roja xwe derbas bike, her tiştî biqedîne, nirxekî civakê nehêle. Ev ciwan jî li gorî neteweye dewletê li gorî berjewendiyên şexsî dijîn. Ciwanên bi vî rengî dema mezin dibin tundiyê li jinê dikin, bêexlaqiyê li mezinên xwe dikin, jiyana komunal-kolektîf qebûl nakin. Sîstem naxwaze ku ciwan xwe nas bikin, xwe bi rêxistin bikin, biryara der barê xwe de bidin, naxwaze ku ji bo welatê xwe kar bikin.”

‘Ji bêhêvîtiyê re bersiva herî mezin Rêber Apo ye’

Besê Erzîncan bal kişand ser bêhêvîtiya li nava ciwanan, lê di heman demê de çareserî destnîşan kir û got: “Rast e, di nava ciwanan de bêhêvîtî gelekî heye. Lê belê bersiva herî mezin a li bêçaretiyê jî Rêber Apo ye. Bi taybetî jiyan, fikir û têkoşîna Rêber Apo ji gelek aliyan ve bersiva herî mezin e. Ciwan xwe di nava jiyanê de bêqîmet hîs dikin. Mirov dema ku hebûna xwe hîs dike bi coş tevlî nava jiyanê dibin.”

‘Li ser Kurdistanê dijmin şerekî taybet dimeşîne’

Besê Erzîncan diyar kir ku li Kurdistanê jî êrîşa herî mezin li hemberî ciwanan tê kirin û wiha dewam kir: “Tevgera Jinê ya kurd gihîştiye astekê. Li tevahiya Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û cihanê pêşengiyê ji berxwedana jinan re dike. Di nava civakê de dema ku jin rabe ser piyan û xwe bide pêş, zehmet e ku ew berxwedan bê şikandin. Sîstem niha çi dike? Eger ciwan, jin ên ciwan bişikên, di paşerojê de wê nikaribin rabin ser piyan. Bi vî rengî difikirin. Hîn di ciwantiyê de îradeya wan dişikîne, di ciwantî de dizewicîne. Li Îranê zewicandina zarokên 13-14 salî qanûnî ye. Zaroka ku bi xwe, bi jiyanê, bi hebûna xwe nizane bi mêrekî ‘tê zewicandin’. Ev yek şikestinê bi xwe re tîne. Piştî ku dibe xwedî zarok, tenê li xwe û malbata xwe difikire. Nikare li tiştekî din bifikire.

Ev yek polîtîkayeke bi zanebûn e. Mirov hîn di zarokatiyê de hînî fûhûş û narkotîkê têne kirin ku ev yek polîtîkaya dewletê ye. Ji berê ve li ser Kurdistanê dijmin şerekî taybet dimeşîne, lê salên dawî giran kiriye.”

‘Pêwîste ciwan li dijî sîstemê xwe bi rêxistin bikin’

Besê Erzîncan bi bîr xist ku ji bo destavêtina li keçan, tîmên taybet têne şandin û got: “Mînakên van hemûyan hene. Em ji jin ên ciwan re dibêjin ku xwe bi rêxistin bikin, haya xwe ji polîtîkayên dewletê hebe. Eger bi rengekî rêxistinî tevbigerin wê karibin xwe biparêzin. Lê belê eger bi tenê bimînin wê bêne xapandin. Xwe li ser bingeha fikrê demokrasî û azadiyê bi rêxistin bikin û bi vî rengî tevlî nava jiyanê bibin, pêşengiyê ji civakê re bikin. Li Kurdistanê sîstem çiqasî bixwaze êrîşî ciwanan bike jî çiqasî hewl bide îradeya wan bişikîne jî, ciwan zû bi zû dest jê bernade, radibe ser piyan, israr dikin, wêrek in. Ji ber ku hinek jê polîtîk bûn, fikrê azadiyê, fikrê Rêber Apo nas kirin, tevgera jinê û şehîd nas kirin, gavên hîn bi xurtî diavêjin. Dijmin çi dike bila bike, wê nikaribe bi ciwanan gavê paşve bide avêtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar