Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Erzîncan: Tifaqa Cûmhûr li ser xeta Talîban û DAIŞ’ê ye

Erzîncan bal kişand ser tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê û got: ".  AKP, MHP, HUDA PAR û Refah di esasê xwe de tifaqekek mêran a li dijî jinan e. Ji Tifaqa Millet wêdetire hewl dide li ser xeteke îdeolojîk yekîtiyê ava bike. Dixwazin sedsala 21’emîn bikin sedsala faşîzmê.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan têkildarî tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê ji ANF’ê re axivî.

Hilbijartinên parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê bi dawî bûn. Hilbijartina Serokkomariyê jî ji tûra duyemîn re ma. Hûn encamên hilbijartinê çawa dinirxînin? Tabloya li Kurdistan û Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

Li Tirkiyeyê di 14’ê Gulana 2023’yan de hilbijartinên serokkomariyê û parlamentê hatin lidarxistin. Encam diyar bûn. Hilbijartina serokkomar jî ji tûra duyemîn re ma. AKP’ê dengê xwe kêm kir.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi derewên mezin, manîpulasyon, zexelî û gelek rê û rêbazên diziyê hilbijartin bi rê ve bir. Li ser bingeha sîstema hilbijartinê ya nû bi lîstikên mezin û komployan encama heyî ya hilbijartinê bi dest xist. Ya rast winda kiribû lê belê bi hîleyan kir ku bi ser ketiye. Di hilbijartinên serokkomariyê de rêjeya ji sedî 49.5 ê dengan ku li ser hesabê Erdogan hate nîşandan, teqez rêjeya rast nîne, encameke amadekirî ye. Ji bo civakê bixapîne, psîkolojiyeke bi vî rengî biafirîne û mûxalefetê bêmoral bike, hejmareke bi vî rengî bi zanebûn hatiye hilbijartin. Erdogan çawa ku pereyên welêt bi rêbazên cûda dizî ye, bi heman mejî hesabên zirav li ser qezençkirina hilbijartina serokkomariyê dike. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gelê me bi biryardariyeke mezin dengê xwe da Partiya Çepên Kesk. Li Kurdistanê serkeftineke girîng hate bidestxistin. Lİ ser vê bingehê ez jin, gelê me û gelên me yên ku dengê xwe dane Partiya Çepên Kesk pîroz dikim. Bêgûman gelê me, jin, ciwanan di vê pêvajoyê de roleke çalak û bi bandor lîstin, kedeke mezin dan.

Li gel zext, îşkence, girtin, girtina partiyê, xizanî, koçberî û polîtîkayên şerê taybet jî gelê me helwesta xwe bi şênberî li aliyê demokrasî û azadiyê danî, biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê raxist pêş çavan. Li Kurdistanê di asteke cidî de çandeke demokratîk, hişmendiyeke neteweyî û asteke azadiyê pêk hatiye. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, gelê me, jinan li gel zextan hemûyan jî reng û dengê xwe bi xurtî di hilbijartinê de nîşan dan.

Di vê hilbijartinê de têkildarî temsîliyeta jinan ya li nava hêzên demokrasî û azadiyê hûn çi difikirin?

Nîvê wekîlên ku ji Partiya Çepên Kesk hatine hilbijartin jin in. Li Tirkiyeyê cara yekê partiyek di asta ji sedî 49’an de gihîştiye temsîliyeta jinan û bi vî rengî ketiye parlamentê.

Partiya Çepên Kesk li gelek deveran jin di rêza yekemîn de namzet nîşan da û bi ser ket. Mînak li Qers, Erzîromê ku deverên krîtîk in, bi namzetên jin bi ser ket. Lewma xeta demokratîk di asta herî bilind de hate temsîlkirin. Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem di karên hilbijartinê de beyannameya hilbijartinê ya jinan hate ragihandin, buroyên jinan hatin vekirin, mîtîngên jinan hatin lidarxistin, di namzetiya jinan ya wekîltiyê de ji her temenî, pîşeyî, gel û baweriyan li ser bingeha wekheviya jinan namzet hatin nîşandan. Bi hilbijartinên dawî re ji sedî bîst ê parlamenta Tirkiyeyê wekîlên jin in. Di bilindkirina vê rêjeyê de Partiya Çepên Kesk bi rola diyarker kabû. Li ser vê bingehê, bi têkoşîna azadiya jinan re ya di nava partiyên ji kevneşopiya HDP’ê tê meşandin, temsîliyeta piralî, girîng û demokratîk hatiye kirin. Xeta azadîparêziya jinan ya wekhev û serbixwe li qada siyasetê hatiye nîşandan. Hêza jinan, îrade, potansiyel, hêza rêxistinî û bandora jinan hatiye destnîşankirin. Ji ber vê yekê jî têkoşîna azadiyê ya jinan kurd û jinan Tirkiyeyî ne tenê li Tirkiyeyê dimîne, her wiha bandorê li Rojhilata Navîn û tevahiya cihanê dike.

Lewma ev destketiya li aliyê jinan hate bidestxistin gelekî girîng û hêja ye. Em vê destketiya jinan pîroz dikin. HDP, Partiya Çepên Kesk ku di heman demê de partiya jinan e, di vê mijarê de bi roleke girîng rabûn. Bawerî û hurmeta li jinan bi vê hilbijartinê re zêde bû. Di hilbijartinên 2023’yan de asta temsîliyeta wekhev a ku Partiya Çepên Kesk li eniya jinan nîşan da, weke destketiyeke girîng a têkoşîna me ya azadiya jinan derbasî dîrokê bûye. Partiya Çepên Kesk bi sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev, careke din li Rojhilata Navîn û cihanê temsîliyeta xurt a demokrasî û azadiyê pêk anî.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Li dijî tecrîdê berpirsyariya dikeve ser milê hêzên demokrasiyê çi ye? Piştî hilbijartinê rewşeke çawa dikare rû bide?

Weke ku tê zanîn Rêberê me bi taybetî ji sala 2015’an û vir ve di nava sîstemeke giran a tecrîd û îşkenceyê de tê hiştin, ku her roj girantir dibe û zêdeyî du sal in bi rengekî mutleq tê meşandin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo pêkhatina azadiya jinan, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, ji bo jin karibin bi rengekî stratejîk cihê xwe di nava jiyanê de bigirin, ji bo bawerî hemû li ser bingeheke wekhev û azad karibin dewam bike, Rêberê me di nava şert û mercên gelekî giran de bi îrade, bawerî û afirîneriyeke bêhempa helwesteke mezin a azadî û berxwedanê nîşan dide. Konfederalîzma demokratîk, modela neteweya demokratîk li ser vê bingehê afirand.

Li hemberî vê helwest û sekna azadîparêz alternatîf a Rêber Apo, di vê pêvajoya hilbijartinê de rejîma şerê taybet a tirk Rêberê me kir hedef. Partiyên di nava Tifaqên Cûmhûr û Milet de ne, her wiha saziyên çapemeniyê yên van partiyan bi rengekî bêexlaq, qirêj, bêwijdan hewl dan ku Rêber Apo weke amûreke hilbijartinê bi kar bînin.

Hewl dan rola azadîparêz û demokratîk a Rêber Apo berovajî bikin, ku ji bo jin, ciwan, gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn pêk tîne.

Tifaqên Cûmhûr û Milet di astên cûda de bi gotinên cûda propagandaya girankirina tecrîda li ser Rêberê me kirin. Halbûkî Rêberê me her gavê bi peyamên ji Îmraliyê da, zemîna têkoşînê ya hêzên demokrasî û azadiyê xurt kir, ava kir. Hewl da bêhnê bîne ber hêzên demokrasî û azadiyê yên li Tirkiyeyê. Rêber Apo bi parêzname û notên hevdîtinê ku di nava sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê de amade kir, li Tirkiyeyê Xeta Rêya 3’emîn danî û pêşengî ji mûxalefeta rasteqîn, ji Tifaqa Ked û Azadiyê re kir. Bi pêşniyar û nexşerê tevkariyeke girîng li têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê kir. Lewma weke ku me beriya niha got, nêzîkatiyên neheq, bêexlaq û bêwijdan ên li hemberî Rêber Apo ku di nava tecrîdeke giran de ye, bi tu awayî nayên qebûlkirin.

Li hemberî van gotinên şaş, derew û îdîayan, li hemberî hewldanên ku dixwazin têgihiştineke şaş têkildarî kesayeta Rêber Apo biafirînin, hêzên ked û demokrasiyê divê her tim û li her qadê bersiveke xurt bidin. Îro li Tirkiyeyê pîvana bingehîn a şoreşgerî, welatparêzî û demokratîkbûyîna rastî bi helwesta li hemberî gotinên derewîn ên li hemberî Rêber Apo dikare bê nîşandan.

Ji ber vê yekê wezîfeya herî bingehîn a welatparêzî, şoreşgerî, mirovî, wijdanî û exlaqî ye ku rastiya Rêberê me bê fêhmkirin, bê vegotin û parastin. Di vê hilbijartinê de gelê me hem bi sekna xwe hem jî bi gotinên xwe bi rengê herî xurt xwedî li Rêberê me derket. Li gel vê yekê hêzên demokrasî û azadiyê diviyabû hîn bi rêxistinî û bi bandor xwedî li Rêber Apo derketibûna. Nêrîn, proje, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me divê hîn bêhtir xistibûna rojevê. Divê ev yek baş bê fêhmkirin; tecrîdkirina Rêberê me derba herî mezin a li dijî xeta azadî û demokrasiyê ye. Tecrîdkirina Rêberê me, tecrîdkirina kedkar, ciwan, jin, hêzên demokrasî û azadiyê ye. Azadiya Rêberê me tê wateya azadiya jinan, gelên Tirkiyeyê, ciwanan, komên baweriyan, kedkaran, tê wateya jiyaneke azad û wekhev. Lewma têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê li her derê û her timî divê rojeva bingehîn be.

Piştî hilbijartinê hûn paşeroja Tifaqa Ked û Azadiyê çawa dibînin? Encamên hilbijartinê ji vî alî ve hûn çawa dinirxînin?

Tifaqa Ked û Azadiyê ku HDP û Partiya Çepên Kesk di nav de ye, bi giştî negihîşt armancên danîbûn pêşiya xwe. Bêgûman ev rewş divê bi piralî bê nirxandin. Piştî tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê bêgûman wê bi rengekî berfireh ji aliyê wan ve bê nirxandin.

Li Tirkiyeyê êrîşên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP-MHP’ê, rejîma faşîst tê zanîn. Bi rastî jî li Tirkiyeyê eger li şûna HDP, Partiya Çepên Kesk partiyeke cûda bûya, ew partî wê bi temamî tasfiye bibûya.

Lewma xwedîderketina jin, gelên me, ciwanan, elewiyan, komên baweriyan, kedkaran, sosyalîstan a ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê gelekî girîng e. Divê beriya her tiştî ev yek bê gotin. Partiyên ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de ne, wekîl, xebatkar, rêxistinên wan jî gelekî hewl dan. Bêgûman ev sekneke cihê silavkirinê ye, hêja ye.

Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqeke ji rêzê nîne. Tifaqeke welê ye ku li hemberî faşîzmê bi îrade, bawerî û kedeke mezin li ber xwe dide. Ne tenê tifaqeke hilbijartinê ye, di heman demê de tifaqeke têkoşînê ye. Ji niha û pê ve jî hem li parlamentê hem jî li her qadê wê berxwedaneke mezin, ruhê hevrêtiyê, rêxistiniyê, tifaqê û berxwedanê dewam bike. Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo azadî, edalet û jiyaneke ekolojîk wê rola xwe ya stratejîk hîn bi xurtî fêhm bike, bi vê rola xwe ya dîrokî rabe.

Bi hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’yan re girîngiya vê tifaqê, pêwîstiya bi têkoşîneke bi vî rengî ya hevgirtî hîn bêhtir zêde bû. Li ser vê bingehê encama ku di hilbijartinê de diyar bû, pêşvebirin û mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê destnîşan dike. Li Tirkiyeyê rejîmeke azadîparêz û demokratîk tenê bi têkoşîna hevpar a gelên Tirkiye û Kurdistanê, jin, ciwan, kedkar, elewî, beşên demokratîk îslamî, dikare pêk were.

Rol û mîsyona stratejîk a Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê hîn bi kûrahî bê fêhmkirin. Bêgûman nirxandina kêmasiyên di vê hilbijartinê de hatin kirin, rexnedayina wan ji bo serkeftina ji niha û û pê ve girîng e.

Tifaqa Ked û Azadiyê li derveyî Tifaqên Cûmhûr û Milet tifaqeke sêyemîn e. Lewma gaveke gelekî girîng û di cih de ye. Lê belê mirov nikare bibêje ku kûrbûneke pêwîst hatiye kirin û siyaseteke xweser a xeta 3’yemîn hatiye kirin. Siyaseta rêya sêyemîn tenê rexnekirina pratîka desthilatdariya heyî yan jî guhertina pêkanînên desthilatdariyê nîne.

Xeta siyaseta rêya sêyemîn bi rexnekirinê tê wateya pêkanîna avakirina Komara Demokratîk. Girîng bû ku pirsgirêkên demokrasî û azadiyê yên Tirkiyeyê bîne ziman û çareseriyên alternatîf destnîşan bike. Her wiha ne tenê mîtîng, pêwîstî bi xwegihandina civakê ya bi berfireh hebû. Tevî ku hilbijartin beriya demeke dirêj kete rojevê jî karên ji bo hilbijartinê demeke kurt beriya hilbijartinê hatin kirin. Ji bo encameke hîn serkeftî, pêwîstî bi rêxistinî û çalakiyên berfireh ên li Kurdistan û Tirkiyeyê heye. Bi komun, meclîs, akademî, kooperatîfan rêxistiniya gel dikarîbû hîn bêhtir bihata xurtkirin. Siyasetek, siyasetmedarek dûrî gel û civakê nabe. Eger bi vî rengî bibe hingî tu cûdahiya xwe ji partiyên sîstemê namîne. Wê bişibe partiyên sîstemê. Nabe alternatîf. Diviyabû demokrasiya yekser bi rêxistiniya ji gundan heta bajaran hîn bêhtir bihata kirin. Partiyên siyasî dema di nava civakê de bin û bi wan re bin hingî piştgiriyeke gelekî xurt werdigirin.

Lewma di vê hilbijartinê de HDP û Partiya Çepên Kesk di siyasetê de divê hîn bêhtir giraniyê bidin ser xet û rêya sêyemîn, temsîliyeta vê yekê di pratîkê de bikin. Mîna ku Rêberê me jî gelek caran anî ser ziman, pêknehatina vê yekê ji ber avanekirina akademiyên siyasetê û kêmasiya di karê perwerdeyê de ye. Li ser bingeha pratîkkirina akademîkbûyînê, xeta rêya sêyemîn, siyaset, dîplomasî, rêxistinî û çalakî dikarin bêne kirin. Li ser vê bingehê pêwîstî bi nûbûn, guherîn û veguherînê heye.

Di teşeya siyasetê ya Konfederalîzma Demokratîk de feraseta yekîtiya li ser esasê cûdahiyan heye. Di vî warî de çi dibe bila bibe, diviyabû partiyên di nava tifaqê de bi partiyekê têketina hilbijartinê. Dîsa diviyabû ku Tifaqa Ked û Azadiyê karîbûya beş û derdorên pirberfireh bikişanda nava xwe. Mînak, diviyabû aliyên ku Îslama Demokratîk diparêzin, bikişanda nava xwe.

Her wiha girîng e ku Tifaqa Azadî û Kedê bi hev re nîqaşên îdeolojîk û rewşenbîrî bixin. Her wiha girîng e mirov, rêxistin û pêkhateyên ku felsefe û ramana Rêber Apo bi tevahî qebûl dikin, nîqaş û perwerdehiyên hîn kûrtir pêş bixin. Di avakirina neteweya demokratîk de, pêşxistina aliyan jî perwerdehiyeke ciddî dixwaze.

Bi kurtî; careke din di van hilbijartinan de derketiye holê ku divê giraniyê bidin ser xebatên fikrî û ferasetê. Dîsa pêwîst e Tifaqa Ked û Azadiyê xwe bigihîne beşên pir mezin ku heta niha xwe negihandiye wan û divê wisa rêxistinbûna xwe çêbikin. Rewşa bingehîn a ku di hilbijartinan de derket holê ev e ku li ser heman girseyê gelek partiyên çepgir dixebitin. Lê pêwîst e tifaqa Ked û Azadiyê berfireh bibe. Pir girîng e ku van rewşan bi hev re binirxînin û rast bikin. Bi taybetî di pêvajoya hilbijartinê de partiyên çepgir, demokratîk û sosyalîst li ser heman girseyê dixebitin, ev jî dibe sedema windahiyên mezin û partiyên di nav pergalê de bi ser dikevin.

Tifaqa Ked û Azadiyê li dijî Tifaqa Cûmhûr a faşîst divê tifaqên gelekî berfireh pêş bixe, civakê heta şaneyên wê yên biçûk rêxistin bike û berxwedanê geştir bike.

Hûn di van hilbijartinan de berfirehkirina tifaqa faşîst a serdest a AKP-MHP’ê ya bi pêkhateyên weke HUDA PAR û Partiya Refahê re çawa dinirxînin?

Ev tê wateya ku di salvegera 100’emîn a avakirina dewleta tirk de rejîma şerê taybet a faşîst wê bi kûrahî were domandin û xebatên pratîzekirina xeyala împaratoriya Osmaniya nû wê were kirin. Di sala 2002’yan de dema ku AKP hate ser desthilatdariyê dewleta tirk ji Kemalîzmê hate paqijkirin û ji dêvila wê îslamiyeke reş-kesk û faşîzma ku dijminatiya jinan dike hat û bi vê re pêvajoyeke nû dest pê kir. Gava duyemîn bi pêşketina tifaqa AKP-MHP’ê re hat avêtin. Niha jî partiyên biçûk ên wekî Huda Par û Refahê tevlî vî tiştî bûne û bi vî awayî rêxistinbûn û tifaq hate pêşxistin. Di vê pêvajoya nû de wê Kemalîzm bi temamî were qedandin û wê hêzên demokrasî û azadiyê zêdetir bibin hedef. Bi vê hilbijartinê re ji bo avakirina kûr a faşîzmê wê feraseta tifaqê û rêxistinên vî tiştî yên pêşeng hatine avakirin.

Rêxistineke weke HUDA PAR’ê ku bi rêbazên herî dijmirovahî mirovan qetil dike, tevlî tifaqa AKP-MHP’ê bû û ev jî diyar dike ku Tirkiye wê di pêşerojê de ber bi çi astekê ve biçe. Baş tê zanîn HUDA PARê li Kurdistanê bi rêbazên hovane mirov qetil dikir. Rêxistineke faşîst a bi vî rengî ya herî paşverû anîn meclîsê û anîn pozîsyoneke rewa. Aşkere ye ku partiyên weke AKP-MHP-HUDA PAR- Refah li dijî gelan, jinan, kedkaran û kurdan weke tifaqekê hatiye avakirin. Tifaqa van partiyên mejiyê faşîst; afirandina hêza tifaqê ya zalim, diz, tecawizkar, despot û derewkaran e. Hêzên zordest, diziya xwe ya bi hostetî û derewkariyê, nelirêtiya xwe rêxistinkirî kirine û hêza tifaqê ya vî tiştî ye. Ev tifaq tifaqeke pir nîjadperest, olî û zayendperest e. Dema mirov ji vî alî ve lê binihêre, dibîne ku armanca kombûna Tifaqa Cûmhûrê gelekî stratejîk, xetere û qirêj e. Ev tifaq wê gel û jinan li Tirkiyeyê bixeniqîne.

Tifaqa Cûmhûr li ser xeta Talîban û DAIŞ’ê kesayet û hebûna jinan tune dihesibîne. Peymana Stenbolê ya li ser xeta lîberal ava bûye jî qebûl nake, xeta xwe ya dijminatiya jinan di her firsendê de datînin holê.  AKP, MHP, HUDA PAR û Refah di esasê xwe de tifaqekek mêran a li dijî jinan e.

Ji Tifaqa Millet wêdetire hewl dide li ser xeteke îdeolojîk yekîtiyê ava bike. Dixwazin sedsala 21’emîn bikin sedsala faşîzmê.

Bêgûman wê jin, gel, hemû hêzên azadî û demokrasiyê yên civakê heta dawî li dijî vê tifaqa faşîst li ber xwe bidin.

Tifaqa Millet li hemberî vî tiştî li ku ye? Siberoja vê tifaqê wê çawa be?

Tifaqa Millet ji bo hilbijartinê kom bûye, hinek fikrên wan wekî hev be jî, di gelek meseleyên bingehîn de fikra wan ne wekî hev e.

Xeta Tifaqa Millet tevlihev e û ne zelal e. Hedefa CHP’ê ne ev e ku rejîma heyî bi rexneya radîkal were guherandin û veguherandin. Projeyeke wê ya berfireh tuneye ku wê çawa nêzî pirsgirêkên kurdan bibe. Xeta wê ya jinan ne azadîxwaz e û ne radîkal e.

Tifaqa Millet wisa difikire ku bi maf û azadiyên qismî yên demokratîk wê karibe desthilatdariya dewr bistîne û wê wisa karibe rejîma Kemalîst a di avabûna Tirkiyeyê de biparêze. Lê ji ber ku Tifaqa Millet asta wê ya rêxistinbûnê evqasî faşîst, nijadperest û dijminatiya jinan dike, ne mumkun e derfet, sazî û rayeyên dewletê bi dest bixe. Ji ber awayê wê yê mûxalefetê ne mumkun e Tifaqa Millet karibe Tifaqa Cûmhûrê bi paş bixe. Li dijî rejîma faşîst a heyî ya li Tirkiyeyê divê bi daxwazên gelekî radîkal ên azadî û demokrasiyê dakevin qadê. Li gorî vê jî divê karibe xwe birêxistin bike. Di vî warî de li gorî texmînan wê partiyên di nava Tifaqa Millet de, wê him di nav partiyên xwe de û him jî di nava hev de ji hev cihê bibin û rewşa xwe zelal bikin. Tifaqa Millet yan wê di nav eniya azadî û demokrasiyê de û yan jî di nav bloka faşîst de cih bigire. Ji xeynî wê ne mumkun e ku çalak bibe.

Hûn polîtîkayên jinan ên tifaqên Cûmhûr û Milletê çawa dibînin? Hûn nêzikatiya wan a li hemberî jinan çawa dinirxînin?

Polîtîkaya jinan a Tifaqa Cûmhûr bi eşkere tê zanîn. Ne hewce ye mirov qala wê bike. Divê mirov xeta jinan ya Tifaqa Millet jî hinekî binirxîne. Xeta jinan ya vê tifaqê di nava sîstemê de ye. Li gorî jinan hinek azadiyên biçûk dide lê di warên jiyanê û biryarên stratejîk de jinan jê dûr dixîne, jinan bi mêran ve didin girêdan û dixwazin vî tiştî wekî model nîşanî civakê bibin. Mînak di vê pêvajoya hilbijartinê de jin û ciwan di mîtîngên Tifaqa Millt de qet neaxivîn û nehatin dîtin. Têgihiştina zilamê serdest a siyaset û zilam, destûr neda vî tiştî. Jin nikarin di mîtîngên gel de biaxivin. Nehiştin ku biaxivin. Di mîtîngên Millet û Cûmhûr de jî bi heman awayî jin di bin siya mêran de man. Di dema mîtîngên hilbijartinê de hemû serokên partiyan tevî hevjînên xwe derketin ser dikê, dema mêr axivîn jî jin li ser dikê disekinînin û ev jî wekî sembola ku jin bê bandor û girêdayî mêrê tê dîtin. Meral Akşener a ku seroka partiyeke faşîst û mêrserwer e jî di vî warî de gelekî tengijî. Difikirî dema ku ew biaxive û hevjînê wê li pişt wê bêbandor bisekine, wê pûanê wê û yê partiya wê kêm bibe û ji ber vê tevî van dîmenên hilbijartinê yên wisa nebû û li ser hev taktîk çêkir. Di vî warî de gelek gotinên derewkar pêş xist.

Di van hilbijartinan de rola jinê ya bi vî rengî divê bê nirxandin û rexnekirin. Zewaca klasîk a feodal û bûrjûwaziya biçûk, di rastiya xwe de koletiya kûr a jinê ye. Jin wekî milk tên dîtin. Ev şêwazên zewacê ji civakê re wek model tên pêşkêşkirin û dixwazin bên qebûlkirin. Di her mîtîngê de tê dîtin ku her mêrek jinek bi xwe ve girêdaye û ev tişt fermî dibe. Dema ku jin bi awayekî azad û wekhev têkiliyê deyne, ev tişt wekî şerm tê dîtin. Karaktera jina serbixwe û azad tune tê hesibandin. Ger ne wisa be, wê hemû namzetên jin di mîtîngên hilbijartinê yên Tifaqa Millet de biaxiviyana û wê di partiyan de jin bi awayekî wekhev bihatina hilbijartin. Jin ne tenê weke hevjîn in. Di heman demê de wekî siyasetmedarek jî wê derxistine ser dikan. Di her peywirdariyên her partiyê de û di warê namzetiyê de wê peywira wan wekî hev bûye. Di nav siyasetê de em jî jinên xurt û bi bandor di nav Tifaqa Millet de nabînin.

Jin wekî şikil hene lê di naverokê de bi pergala mêran a serwer û feraseta wan ve hatine girêdan. Destûr hatiye dayîn ku di pozîsyona xizmetkariya mêran de bin.

Lê divê jin bi hişmendî, îrade, gotin û helwesta xwe di her qada jiyanê de cih bigire. Divê jin bibe berdevkê azadiya xwe. Divê jin nebin berdevkên mêran. Divê fikr û ramanên xwe bînin ziman. Divê xwedî îrade bin. Divê di hemû qadên jiyanê de biryara xwe bidin. Modelên jiyana hevjîna azad û têkiliyên jin û zilam jî li ser vê bingehê bên pêşxistin.

Bi vî awayî ve di hilbijartinên dawîn de nêzikatiya polîtîkayên tifaqa millet a li hemberî jinan dişibe xeta ku pergala modernîteya kapîtalîst ku li hemberî têkoşînên jinan a sedsala 21’emîn. Di pergala modernîteya kapîtalîst de dixwazin jin di siyasetê de û di nav jiyanê de girêdayî mêran bin. Lê belê sedsala 21’emîn sedsala jinan e. Sedsala şoreşên jinan e. Bê guman, dema ku jin dikeve siyasetê divê û di her qadên jiyanê de divê li ser esasê ku xwedî ked, bîr û rêxistinbûna xwe be û li ser esasê azadî û wekheviyê be. Divê jin tu carî jiyana ku bi mêran de tê girêdan, qebûl neke.

Ji bo hilbijartinên serokomariyê banga we çi ye?

Girîng e ku hilbijartinên serokkomariyê yên tûra duyemîn pêk werin. Divê di tûra duyemîn de hemû hêzên azadîxwaz û demokrasiyê li derveyî welat û li welat dengê xwe bidin.

Divê li dijî namzetê serokkomariyê yê tifaqa qirêj a AKP, MHP û Hudaparê Erdogan dengê xwe bidin. Di hilbijartina tûra duyemîn a serokkomariyê de divê hemû jin û gel dengê xwe ji bo têkbirina Erdoganê faşîst bidin.

Têkoşîna me ya azadiya jin, gel û kedkaran ketiye serdemeke nû. Hewldanên me yên ji bo sedsala 21’an bibe sedsala jinan, bêyî ku em bala xwe bidin encamên hilbijartinên serokomariyê, wê bi hemû hêz û berxwedana me bidome. Parlamento parçeyekî têkoşîna me ya azadiyê ye. Ew girîng e lê ne her tişt e. Em ê bi tecrubeya xwe ya mezin ku me berê li qadê bi dest xistiye, têkoşîna xwe bidomînin. Em ê berxwedanê geştir bikin û xwe rêxistin bikin. Em ê bi yekîtiyê mezin bibin.

Bi vê hilbijartinê re girîngî û wateya jiyanî ya ku divê hemû jin, gel, Elewî, ciwan, hêzên demokrasî û azadiyê dixwazin bi tifaqê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin, ji aliyê hemû kesan ve baş hatiye fêmkirin. Di vî warî de wê sedsala 21’emîn bibe sedsala pêkanîna şoreşên jinan, pêşxistina xebatên berxwedanê,  ji nû ve avakirina jiyanê ya li ser bingeha ‘Jin, jiyan û azadî’. Em jin û ciwan çi dibe bila bibe em ê hewl bidin vî tiştî têxin pratîkê. Em ê ji qelsiyên xwe tecrubeyan derxînin, xwe ji nû ve ava bikin û li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin. Em ê li ber xwe bidin û em ê teqez bi ser bikevin. Em ê bibin milîtanên layiqî Rêbertî, şehîd, gel û hevrêyên xwe û em ê têkoşîna xwe geştir bikin. Li ser vî esasî em dîsa dibêjin ‘Jin, jiyan, azadî..’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar