Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Êş

Ka em hinekê behsa êşê bikin. Ew êşa ku em destê xwe didin çi me diêşîne, li ser çi difikirin me diêşîne, çi hîs dikin me diêşîne çiye, em fam bikin. Heya êş neyê famkirin wê zanabûna me xwe nede der. Famkirina êşê ango destpêkirina zanabûnê ye. Êş fam kirin, bi wê re jiyan kirin û azadbûyîna ji wê divê were famkirin. Heya em zelalîbûna êşê fam nekin emê xweda, heqîqet û xwebûnê jî nezanin. Gelek cûrên êşan em jiyan dikin; di têkiliyên xwe de, di mirina kesekê de, xwe çênekirinê de, bê heskirin mayînê de, ne serxistin, nebûna tiştek, çûna kesekê. Êşên bedenî; nexweşî, mirina jê direvin, qeza, felçbûyîn, em nizanin çawa nêzî êşên xwe bibin yan jê direvin yan jî di bin barê wê yê giran de jiyana xwe didin domandin. Di hemû dînan de jî ev rehet tê dîtin bi rêya êş dana xwe dixwazin xwe bi tiştekê bidin qane kirin yan efo kirin, ji ber kiryarên kirî xwe sucdar dibînin û serî li êş kişandinê didin.

Bi rêya êş famkirin û ew zelaliya wê zanînê wê êdî em neyên şêwedan, êdî neyên xapandin, tirs, xof û bê bawerî, bê heskiriniyê jiyan nekin, wê kêliyê emê rastiya heskirinê jî fam bikin. Hemû kêliyên em têde û di nav re derbaz bûyîn de divê fam bikin. Wext êşe. Ne tenê êşa demê derbazbûyî heman demê de êşa demê were û niha jî di nav de; xwe gihandina armancekê, fikrê tiştek bi destxistinê, serxisitinê, xeyalên pêknehatî, hêviyên bi destnexistî. Ev jî wextekî yê deruniya kesiye. Êşa herî mezin ew êşe ku em dixwazin bibin kesek, ji xwe dorketine û dixwazin bibin kesek din yê ku ne aydê me ye. Li kêleka êşa ku heskiriyê me ji dest me berdayî yan kesek me mirî yan jî her tiştê xwe ji dest dayî êşa ezê bibim kî ye xwe dide der; êşa herî kur êşa wextê deruniye. Di demê were de ezê werim guhertin, ezê bibim xwedî pîşe, ezê bibim xwedî mal, xwedî heskirin, fêrbûyînên heyî ezê bişkînim, ezê demê were de azad bibim, bibim xwedî zanist, pere. Evane hemû di hindirê xwe de dem dihilgire û êşekê dihilberîne. Wêdemê cihê me yê di nava êşê de çawane? Cihê ku wê êşê em têde dîlgirtine û kiriye êxsîre xwe çawane? Ger me êşa xwe zanî emê êşa tevahî mirovan ya hevpar bibînin.

Em çima êş dikêşin? Gelo dawî li êşê anîn heye? Me got gelek corên êş kişandinê hene; kêm karanîna aqlê xwe, ne rast fikirîn, nexweşiyên bedenî, ruhî û deronî; bi xwe re di nava nakokiyan de, xeyalên ne pêkhatî, bendewariyên ne pêkhatî, daxwazên ne serxistî, hêviyên nîvço, bê bawerî, li kêleka van jî êşa herî mezin ku wisa difikire wê bi demê re were guhertin û her tiştî bide derbaz kirin. Gelo em çawa bûne xwedî vê zanabûnê ku wê dem hertiştî bide derbaz kirin? Ma gelo bi xwe îqna kirina di tiştekê de bi dawî li van fikaran nayê? Em hemû van corên êşan dizanin. Li tevahiya cihanê de kesên xwedî pere, meqam, rewşenbîr, zana, dindar û serokên dewletan jî vê êşê heman jiyan dikin. Em nizanin emê çawa êşê fam bikin, bi rêya revê em wê kurtir dikin, birîna heyî tejî ser xwê dikin. Em wê êşê di hewaya digirin de hîs dikin, di xwe û kesên din de rehet dibînin, em kuderê ve biçin jî wê bi xwe re digerînin. Diçin malê êş, dibistanê êş, perestgehan êş, di nava civakê de êş, di şer de êş, di parlementoyan de êş, xwe veşartinê de êş, di heskirinan de êş, ew weke sîbera me hertim bi mere tevger dike û hertim me çavdêrî dike, bi şêwazê revê, cih guhertinê, xwe bêdeng kirine, welat guhertinê jî ev êş bi dawî nabe.

Wêdemê emê wê çawa pêşwazî bikin? Weke kes em dikarin çi bikin? Bi giştî tevahî çawa jê xilas bibin yan fam bikin? Yan jî jê xilasbûn şerte? Ma ew jî weke keyfxweşî û rehetiyê ne parçayek ji jiyana me ye? Ji êşê bi temamî azadbûyîn, nayê wê wateyê ku emê êdî li beramberî kesê ne xwedî heskirin, bawerî yan jî têkiliyekê de bin, na berevjî vê wê hîn pitir di nava parvekirinekê debîn. Bi xwe re azadiyekî bê hempa, berpirsyartî û hişyartir dibin. Wêdemê emê çawa xwe bigihînin vê azadiyê? Ya rast em hemû jî êşê xweş nasdikin û dizanin ji çi diqewime, em ji êşan ne xerîbin ku nezanin çawa nêz bibin. Şêwazê me yê jiyanê, perwerdê, mezinkirinê û nêzîkatiyên me yên beramberî hev pir serekî û bê watene. Zêhna ku bi vana hatî şêwedan hertim ji xwe re odeyek ya heqbûnê dide avakirin. Ez heqim ji ber ku ez heqim ez wî mafî di xwe de dibînim ku êş bidim derdor. Me odeyek ji xwe re çêkiriye, derdora wê jî bi dîwarên sedên Çînê ji xwe re raxistiye û xwe bi êrîşên werin ser me diparêzin, bi vê re jî êş dikêşin. Zêhna me ya niha nikare vê êşê fam bike ji ber ku tenê jê direve, bi bersivek hêsan û rehet xwe ji wê dor dixe. Ger derek ya me bi êşe û em ji bo xwe ji wê êşê xilas bikin hinek derman kar bînin ev tiştekî rast û mudahaleyek di cih de ye.

Êşa ruhî pir kure, ne tu derman, dixtor û pîskologek nikare wê ji hindirê me derxîne. Lê em dixwazin jê xilas bibin. Derdikevin ji derve, temaşeyî tv dikin, li ser torên civakî xwe mijul dikin, bi hevalên xwe re dem derbaz dikin, xwe qepat dikin û gelek tiştên din yên weke vana ku em tenê dixwazin jê birevin dikin. Her tiştê ku zêhna mirov pêve mijul bibe xwe lê didin, ji ne rehetiya xwe, êşa xwe û valahiya jiyan dikin dixwazin birevin. Kesekî li Efrîqa, Îraq, Ewrupa û herdevera cîhanê jî heman tiştî jiyan dike. Ji bo em xwe ji bîrve bikin serî li van rêyan didin lê tucaran jî ev nabe bi dawî anîna êşan. Carna jî xwe sucdar dibînin û dibêjin çima her ez êşê dikêşim. Ka em hinekê zêhna xwe temaşe bikin bi çi re xerîk dibe, ger vana hemû nebin bersiv jî êdî serî li madeyên hişbir, alkol û bi kesek din re demê xwe derbazkirinê didin yan jî bi xwe hişkkirinê, xwe bê berpirsyar dîtinê ji xwe direvin. Lê birîna êşê pir kure, ji dayîk û bab, civak û netew, urf û edet heya dewletê bi ser me ferz dikin û em jî derbazî neslê nû dikin. Em rastiya êşê nizanin, tenê di derheqê wê de xwedî agahîne û xwedî fikrekin. Weke peyv em êşê dizanin lê em wê fam nakin. Mirov korbûnê bizane û bi xwe xwe kor be du tiştên pir ji hev cudane. Em tenê bi peyvan jiyana xwe jiyan dikin û şêwe didinê. Dema bi êşê re rû bi rû dimînin ew me ji kûranî diêşîne, berteka me jî jê reve. Ger armancek me ya heskirinekê hebe emê qet xwe negihînin rastiya heskirinê, ji bo wê hertiştî bikin lê wê qet fam nekin. Dema em temaşeyî êşê dikin bi armanc nêz dibin, di wî alî de dixwazin tiştekê bikin. Ger mirinê kesek ji min sitandî be ezê êdî nekarim weke berê bimînim, xwe tenê hîs bikin, min hemû hêviyên xwe bi wê ve girêdabûn û niha tenê me û cîhana min di serê min de hatiye xwarê. M wê bi hevre jiyanek xweş jiyan kiriba, hêviyên me hebûn, armancên me hebûn, di carekê de evane hemû bi dawî bûyîn şoqekê bi mirov re dide çêkirin. Wêdemê diyare êş û heskirin li kêleka hevin, kesê em jê hesdikin diçe û cihê xwe dihêle ji êşê re. Mirin, jiyan, êş û heskirin parçeyên hevin. Ger kesek perê xwe, hevaltiya xwe, bedena xwe yan jî ka her çiyê xwe bide mirov û mirov ji ber vana ji wî kesî hesbike bê gûman ev ne heskirine. Tu jî dê tiştekî yê xwe bidiyê weke bazarekê lê were, min tiştek da û min  tiştek girt ji bo me gelekan ev heskirine. Bazara di navbera xwe de weke heskirin digrin dest.

Em van bi gotinên xweşik ji hev re dibêjin û dixemilînin. Di bin wê de jî lê xwedî derketin, kole kirin û bi destxistine. Êş fam kirin bi wê re jiyan kirine. Çavê xwe dayîna kesê beramber ew çawa be wisa dîtin û naskirine. Ger bi çavê niyet lê temaşe bikin famkirina wî kesî nabe. Bi hemû kiryarên civakê, malbatê, perwerdê, sîsteman em tenê ne û xwe di bin navên sexte û têkiliyên sexte de bi hev ve didin girêdan. Duh bi dehan gotinên xweşik ji min re digot, xeyalên xweş, rojên xweş, me ji hev re didan destnîşan kirin lê îro çû winda bû û tenê valehiyek. Bi vê re dij derketin, kîn, nefret, tolhildan pêşxistin û heskirin bi dawî anîn, cihê xwe ji êşê re hiştin derdikeve holê. Bê gûman di heskirinê de êş tune, wêdemê divê em bi heskirin jiyana xwe biafirînin û wateya rast ya êşê fam bikin.

Nûçeyên Têkildar