Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Êşa gelê ermen êşa me ye’

Îro 24’ê Nîsanê Salvegera Komkujiyan Eremeniyan e ku di sala 1915’an de ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan pêk hatibû. Di ser komkujiyê de 104 sal derbas bûn. KCD’ê û HDP’ê bi bonerya salvegera 104’emîn a qirkirina ermenan daxuyanî dan û destnîşan kirin ku ew êş û şîna gelê ermen di dilê xwe de hîs dikin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera Komkujiya Ermenan a di 24’ê Nîsana 1915’an de daxuyaniyek nivîskî weşand û da zanîn ku ew êşa gelê ermen parve dikin. KCD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku polîtîkayên pişaftin û qirkirinê ya li hemberî gelên Anatolya û Mezopotamyayê li ser navê tirkîtiyê bi hişmendiya yek dewlet, yek gel, yek ziman ji hêla Cemiyeta Îttihat û Terakkî ve hatiye destpêkirin, di roja îro de bênavber didome û tê domandin.

KCD’ê destnîşan kir ku kurd, ermen, suryan, êzidî, çekes û gelek gel û baweriyên din bi qirkirinan re rû bi rû man û wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Di nava van qirkirinan de ya herî mezin û texrîbatên wê zêde bûn, bêguman Komkujiya Ermeniyan a di 1915’an de pêk hat. Di vê qirkirinê de derdora milyon û nîvek ermen hatin qetilkirin. Ew qas jê jî ji cih û waren xwe hatin derxistin. Bi vê re dînamîka civakî ya ku di encama hezaran salan derketibû holê, hat tunekirin. Di ser qirkirin û trajediya mirovahiya li ser ermaniyan hat meşandin 104 sal derbas bûn. Ligel daxwaz, bendewarî û di heman demê de bangewaziyên raya navneteweyî û wijdana mirovahiyê jî dewleta TC’ê bi vê pekanîna dijmirovahî û qirêjiyê rû bi rû nehatiye û berovajî vê yekê serî li înkarkirinê daye. Di encama ev feraseta înkarkirinê de polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê ermenî hat meşandin, li ser gelê kurd jî tê meşandin.”

Polîtîkayên qirkirinê nûjenkirine

Daxuyaniya KCD’ê wiha didome: “Polîtîkayên qirker, komkujî û nîjadî yên Îttihat û Terakkî, îro bi destê AKP’a ku bûye MHP ve tê nûjenkirin û li Sûr, Cizîr, Silopî, Gever, Nisêbîn, Kerboran û li gelek bajarên din ên Kurdistanê hat meşandin. Gelê kurd bi qirkirin û wêraniyeke mezin re rû bi rû ma. Îktîdara AKP-MHP’ê herî dawî çeteyên mîna DAIŞ’ê danî kêleka û êrîşî bajarê ku li Sûriyeyê herî aram bû, bajarê aştiyê û cihê ku gel xwe bi xwe bi rêve dibir Efrînê kirin. Dagirkirina Efrînê nûjenkirina ev polîtîkayên qirkirinê ye. Ev polîtîka û pêkanîn, berxwedan û vîna gelê me ya bi salane ji bo azadiyê derxistiye holê, tune nekiriye. Ev yek di tecrubeyên berê de bi awayekî aşkere derketiye holê.”

KCD’ê di dawiya daxuyaniyê de ev tişt ragihand: “Di çarçoveya van nirxandinan de; em qirkirina di 1915’an de ya bi taybetî li ser gelê ermenî û bi giştî li ser hemû gelên Mezopotamya û Anatolyayê hat meşandin bi tundî şermezar dikin. Em bang li dewlet û hikûmeta AKP’ê dikin ku bi paşeroja xwe re rû bi rû were û dev ji pêkanînên û polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelan dimeşîne berde. Destnîşan dikin ku êşa hemû gelê ermenî û yên diyasporayê parve dikin. Em di wê baweriyê dene ku bi tevkarî û têkoşîna hevpar a gelan em ê siberoja xwe azad bikin.”

HDP’ê Qirkirina Ermenan bi bîr anî

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê jî derbarê Qirkirina Ermenan a di 24’ê Nîsana 1915’an de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hat ragihandin:“Di ser Felaketa Mezin (Metz Yegern) yanî komkujî, paqijî û kokqelandina nijadî ya bi plan re 104 sal derbas bû ya ku di 24’ê Nîsana 1915’an de dest pê kiribû. Ev pêvajoya ku bi girtina rewşenbîrên ermen dest pê kir, bi sirgûnkirin û komkujiya plankirî ya sedhezaran ermenan dewam kir. Ji wê rojê vir ve polîtîkaya tunehesibandina cudahiyan, afirandina civakeke yekdeng û yekreng, serdestiya yek ziman, yek netew, yek al û yek ol heya niha li ser jibîrkirina gel û baweriyên cuda domiya.  Gelek netew, gel û bawerî li ser vê axê bi hev re dijîn û heya wekheviya wan û nêrîna ku tu netew, ol û ziman ji yekê din serdesttir e bi gelemperî nehate pejirandin. Heya niha rûbirûmayina van sûc û rûreşiyên mezin ku vê erdnîgariyê zuha dike, her tim hate taloqkirin. Neletkirina van sûcên mirovahiyê, rûbirûmayina rastî û heqîqetên dîrokî; lêborînxwestina ji gel û baweriyên mexdûr û serîlêdana riyên dadê; hevdû fêmkirin û pêçandina birînan ya ji dil ji bo siberojeke hevpar gavên jêneger in. Mezinkirina hestên wijdan û dadê, parvekirina êşan riya avakirina siberojekî demokratik, aştîyane û bi hev re ye. Em gelên qedîm ên Anatoliya û Mezopotamyayê, van êşên 104 salî di dilê xwe hîs dikin, kesên ku di wê demê de hatine qirkirin, bi keder û hurmeteke mezin bi bîr tînin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar