Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Êşa Şingalê li Efrînê kûrtir dikin

Şînda Ekrem

Leyla Mehmo hevseroka Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ye, ji dema ku mal di 2012’yan de hatiye vekirin, tê de kar dike û çi jinên ku ji destê  DAIŞ’ê rizgar dibin, bi wan re dibe alîkar, heya digihêjin malbatên xwe.

Leyla dibêje: ” Me hîn êşa Şingalê ji bîr nekiriye, heya roja îro em kesera jinên Şingalê ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin revandin, firotin, tecawizkirin û bi darê zorê hatin zewicandin û ola wan bi wan dan guhertin, dikişînin.”

Piştî rizgarkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bajarokê Baxoz ê girêdayî bajarê Dêrazorê ku nefesa dawî ya DAIŞ’ê bû, çarenûsa bi dehan jinên êzidî diyar bû. Leyla Mehmo bi xemgînî dibêje dema jinên êzidî radestî Mala Êzidiyan dibûn,  tiştên hatine serê wan, dê tu carî neyê jibîrkirin.

10 sal di ser alozî, şer û pevçûnên li Sûriyeyê re derbas dibin, lê li rojavayê Kurdistanê rewş cuda bû ku bi saya şervanên azadiyê bi pêşengiya jinan şoreşa Rojava bû mînaka berxwedan û azadiyê ku her jinekê neteweya wê çi dibe bila bibe, cihê xwe di nav refên şoreşê de girt.

Ev yek jî li xweşa dijmin neçû, lewma dest avêt jinan û xwest bi girtin, kuştin, revandin û tecawizkirinê vîna jinên berxwedêr bişikîne, lê tevî van pêkanînan jî jinan tu carî serî netewand û bihêztir bûn.

3 sal di ser dagirkirina bajarê Efrînê re derbas dibe ku ji aliyê artêşa dewleta tirk û çeteyên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê ve bi operasyoneke leşkerî  bi navê “Şaxê Zeytûnê” hat dagirkirin.

Di van her sê salan de ku Efrîn ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk ve hat dagirkirin,  guhertina demografîk pêk anîn û ev jî bû sedem ku hejmara pêkhateyên Efrînê yên êzidî û xiristiyanî kêm bibe ku heya 2018’an 25 hezar êzidî di 22 gundên Efrînê de dijiyan, lê niha tenê 5 hezar kes mane û ew jî di bin zoriyê de dijîn.

Ev tişt hemû jî li ruxmî ku ji aliyê bi dehan dezgeh û rêxistinên mirovî û hiqûqî ve hatin tesbîtkirin, lê heya roja îro yek ji cihên pêwendîdar ku di şer de revandin, tecawizkirin, qetilkirin û girtina jin û zarokan qedexe ye û wek sûcê şer bi nav kirin, bi tenê nivîskî li ser kaxizê maye.

Leyla Mehmo got: “Me hîna bûyera 3’yê Tebaxa 2014’an ku komên terorîst ên DAIŞ’ê êrîşê qirkirinê birin ser Şingalê, komkujî pêk anîn û bi hezaran êzidî koçber kirin, ji bîr nekiriye. Ew êrîş piştî vekişandina hêzên pêşmerge û hikûmeta Iraqê ya ji Şengalê pêk hat ku di sedsala 21’ê de bû fermana herî dijwar û heta niha jî şopên wê xuya ne.”

Leyla di berdewama axaftina xwe de tekez kir ku li Efrînê careke din jinên êzidî hedefa êrîşên çeteyên dewleta tirk a dagirker in, ji ber ku yên kevneşopî û çanda xwe gihandin vê serdemê ew in û herî zêde wan li dijî ferman û asîmîlasyonê li ber xwe daye.

Ev yek jî di dîroka êzidiyan de ku li dijî ferman, qirkirin û sirgûnê hebûna xwe parast, gelek jinên berxwedêr, lîder, nivîskar û hunermend derketin pêş. Di têkoşîna azadiyê û parastina çanda kurdan de rola wan girîng e. Mîna Meyan Xatûn, Binefş Agel, Cemîle Celîl û di şoreşa Rojava de ya rêya wan meşand Silava Cindo ku di nav refên YBŞ-Jinê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe da heta şehadetê.

Niha li Efrînê bi taybetî li gundên gelê êzidî dijî yek ji wan gundan gundê Basûfanê ye,  jinên êzidî tên revandin Berî çend rojan jina êzidî ya bi navê Xezalê Menan Hisên ya 45 salî, hat revandin û çarenûsa wê hîn ne diyar e.

Leyla dibêje: “Em di nav metirsiyên mezin de ne ku tiştê bi ser civaka me ya êzidî li Şingalê pêk hat, niha li Efrînê jî pêk tê. Bi taybetî li ser jinan bazarê dikin û bi çeteyan re bi rê dikin Lîbya, Idlib û Somaliyê û ev rewş jî birîna ku li Şingalê vebû, li Efrînê kûrtir dike.

Dikarim bibêjim ku firotina jinên Efrînê ji çeteyan re ku dibin Lîbya û gelek cihên din, tu ferqa xwe ji halê ku jinên êzidî di 2014’an de li Şingalê rast hatin, tune ye.  Bi vê re kesên behsa sûcên şer dikin, ew bixwe şirîkên sûcên dagirkeriya tirk û çeteyên wê ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar