Ji 15’ê adara 2011’an û vir ve aloziya Sûriyeyê roj bi roj kurtir bûye û heta roja îro welat bi çend aliyan ve hatiye dabeşkirin.
Li aliyekî dagirkerî li ser herêmê heye û li aliyê din jî zextên rejîmê ku bi her awayî li ser welatiyan tê meşandin hiştiye rewşa xelkên li Sûriyeyê mane perîşanî be.
Niha li Sûriyeyê projeya Rêveberiya Xweser ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin a herî guncav ji bo gelên li Sûriyeyê tê dîtin, lê bi her awayî hem rêjîm hem jî dagirkeriya dewleta tirk li dijî wê bûn.
Rêbereriya Xweser gelek caran bang li aliyên ku dikarin rol bilîzin da ku pirsgirêk bi rêbazên guncaw were çareserkirin kir. Lê her bersiva ku dihat ew bû ku divê Sûriye vegere beriya 2011’an û rejîm bibe serwer li ser hemû Sûriyeyê. Ev yek bi taybet ji aliyê Rûsyayê ve wekî siyaset hatiye meşandin û bi her awayî zext li rêveberiyê kiriye ku herêmê radestî rejîmê bike.
Ev bersiva rejîmê û daxwaza Rûsyayê bi tu awayî ji aliyê xelkên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ve nayê qebûlkirin û dê qebûl nekin.
Herêmên dagirkirî jî hene û ew herêm jixwe bi tu awayî xwe ayîdî Sûriyeyê nabînin û dewleta tirk jî bi vê dixwaze parçe bike û bi ser sînorên Tirkiyeyê yên sîyasî ve berde. Jixwe Rûsya û rejîm qala vê dagirkeriyê nakin.
Heta niha me neditiye ku rejîmê qala rizgarkirina van herêmên hatine dagirkeriyê kiriye û bi tu awayî destek nedaye hêza ku li dijî dagirkeriyê di nava tevgerê de ye.
Di nava trafîka dîplomasiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê de, mijara nenavendîbûyê û herêmên dagirkirî mijara esasî bûye ku divê di hemû danûstandina de çareya wê were dîtin.
Beriya çend mehan li ser rewşa Sûriye bi taybetî bakur û rojhilatê Sûriyeyê, şandeyeke rêveberiya xweser ji aliyê hikûmeta Fransayê ve hat vexwandin û şandeyek ji rêvebereyê serdana vî welatî kir. Li gorî hin agahiyan, rêveberiya Fransayê daxwazên rêveberiyê careke din pirsî ye û rêveberiyê jî bersiv daye; taybetmendiya hêza HSD’ê were parastin û statuya siyasî ya herêmê were naskirin. Yanî daxwaz rêveberiyeke nenavendî ye.
Serokê rejîma Şamê Beşar el-Esed berî piştî çend rojan ji vê serdanê, di axaftina li gel hikûmeta xwe de, qala rewşa Sûriyeyê kir û îşaret pê kir ku dem hatiye ew ji sîstema navendî ber bi sîstema nenavendî ve biçin.
El-Esed der barê sîstema rêvebirinê ya li Sûriyeyê got ku: “beriya 40-50 salî heya niha civaka Sûriyeyê bi çend qatî zêde bûye, ev zêdebûn jî hişt ku êdî pir zehmet be ku desthilatdariya navendî welat birêve bibe.”
El-Esed tîne ziman ku divê karê rêvebirina welat were belavkirin û li vir jî rola rêveberiyên herêmî derbikeve holê û pir zehmet e rewşa welat vegere beriya 2011’an.
Pirs ev e: gelo ev axaftina Beşar ji bo deriyê diyalogê veke yan tenê wekî gotinekê avêtiye ortê da ku rêya bazarekê ji xwe re veke.