Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Eşîra Kelhor a ji Rojhilat: Em dixwazin tev li refên berxwedana Rojava bibin

Eşîra Kelhor a li Îlam a rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo tevlêbûna refên berxwedana rojavayê Kurdistanê seferberî ragihand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew dixwazin rê bê dayîn ku beşdarî refên berxwedanê bibin

Bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê jî rastî bertekên tund didin. Li rojhilatê Kurdistanê jî li dijî dagirkeriyê bertekên tund hene û welatî her carê dadikevin qadan.

Lê gelê rojhilatê Kurdistanê tenê bi çalakiyan bi sînor nema. Eşîra Melîk Şahî (Kelhor) a li parêzgeha Îlam a rojhilatê Kurdistanê têkildarî êrîşa dagirkeriya dewleta tirk de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de eşîra Kelhor ji bo berxwedana li rojavayê Kurdistanê banga seferberiyê kir.

Ji bo tevlêbûna berxwedanê rê xwestin

Eşîreta Melîk Şahî seferberiyê bi rêya daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew dixwazin bi awayeke çalak tev li berxwedana rojavayê Kurdistanê bibin û wiha domand: “Li dijî dewleta tirk a faşîst û çeteyên wê em dixwazin tev li berxwedana rojavayê Kurdistanê bibin. Em dixwain ku rê bê dayîn ku em beşdarî refên berxwedanê bibin.

Malbata Îlamî: Em bi Rojava re ne

Di heman demê de malbateke din a ji Îlamê jî ji bo piştgiriya bi berxwedana rojavayê Kurdistanê re bi cil û bergên xwe yên kurdewar peyamek parve kir. Di peyamê de malbata rojhilatî wiha got: “Weke xelkê ji Îlama rojhilatê Kurdistanê, piştgiriya xwe ji bo Rojava radigihînin. Em dibêjin ku dê heta kêliya dawî ya jiyana xwe piştgiriya rojavayê Kurdistanê bikin. Bi hêviya serkeftinê.”

Peyama malbata îlamî bi dirûşma ‘Bijî berxwedana Rojava’ bi dawî bû. ÎLAM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar