PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Eşîra Şeyîtat a ereb ragihand ku bi HSD’ê re ne

Nûnerên eşîra Şeyîtat a ereb êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Nûneran destnîşan kir ku parastina welat erka her kesî ye û heta ku xaka xwe ji dagirkeriya dewleta tirk rizgar dikin dê têbikoşin

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, li bajaroka Ebû Hemam ê Dêrazorê çalakî hate destpêkirin. Di bin konê çalakiyê de tevî rûspiyên eşîra ereb a Şeyîtatê, gelek kesên din amade bûn.

Di çalakiyê de li ser navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Enes Elî El Rehîm ê ji eşîra Şeyîtatê axivî û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. El Rehîm bal kişand ser tevlêbûna welatiyan a di konê çalakiyê de û wiha got: “Ev nîşaneya yekpareya welêt e. Parastina welat erkekî neteweyî ye ku dikeve ser milê her kesî. Em ji dewleta tirk a dagirker re ku axa me dagirkirî re dibêjin na.”

Şervan û şehîd silav kir

Bi berdewamî jî El Rehîm anî ziman ku ew wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên artêşa tirk red dikin û wiha bi dawî kir: “Heta ku em xaka xwe ji dagirkeran rizgar dikin em ê piştgiriyê bidin HSD’ê. Em rê nadin ku dewleta tirk careke din DAIŞ’ê li vê xakê vegerîne. Em hemû şervan û şehîdên HSD’ê yên ku ji bo parastina welatê xwe li dijî dagirkerên tirk têkoşiyan û têdikoşin silav dikin.” DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar