Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Eşîrên Biradost û Surçiyan piştgirî dan çalakvanên mertalên zindî

Komeke ji eşîrên Biradost û Surçiyan çûn serdana çalakvanên mertalên zindî. Di serdanê de hat destnîşankirin ku hemû kurd divê bibin yek û li dijî dagirkeran jî têbikoşin

Komeke ji ciwanên kurd ên li başûrê Kurdistanê, ji bo piştgiriya bi berxwedana hêzên gerîla ya li hemberî artêşa tirk a dagirker, li herêma Biradostê dest bi çalakiya mertalên zindî kir. Çalakiya ciwanan di roja 15’emîn de berdewam dike. Bi armanca piştgiriya bi ciwanên çalakvan re, komeke ji welatiyên eşîrên Biradost û Surçiyan çûn serdana ciwanan.

Di serdanê de li ser navê her du eşîran Neeman Surçî axivî û wiha got: “Dagirkeriya dewleta tirk jiyana welatiyan bêserûber kiriye. Divê gelê kurd li dijî dagirkeriyê, yekitiya xwe ava bike. Pêwîste hemû kurd li dijî dagirkeran têbikoşin.”

‘Dibe ku sibe pir dereng be’

Li ser navê RJAK’ê jî Hîran Mihemed axivî û ev tişt destnîşan kir: “Çawa ku dewleta tirk Efrînê dagir kir, bi heman awayî dixwaze vê xaka pîroz jî dagir bike. Bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di destê wan de ne. Dixwazin ji bo vê êrîşê bikarbînin. Ji bo vê ger ku em îro bêdeng bibin, dê sibe gelek dereng be.”

‘Dewleta tirk dixwaza dewleta Osmanî vejîne’

Di heman demê de li ser navê ciwanên çalakvan jî Sihat Hesen axivî û wiha got: “Di serî de ez êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê şermezar dikim. Êrîşên dewleta tirk li dijî hemû mirovahî û xwezayê ne. Dewleta tirk dixwaze dewleta Osmanî nû bike. Divê gelê kurd li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bike.” BIRADOST

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar