Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Eşîrên ereb: Em amade ne ku bi 50 hezar şervanan tev li HSD’ê bibin

Şêx û rûspiyên êl û qebîleyên ereb ên herêmê bersiv da banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha gotin: “Weke şêx û rûspiyên eşîrên ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em amade ne ku derdora 50 hezar şervanên ciwanên eşîr û qebîleyên ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkêş bikin da ku tev li HSD’ê bibin û li hemberî dagirkeriya osmanî ya hovane û çeteyên wê bisekinin.”

Şêx û rûspiyên eşîrên ereb têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê û banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya eşîr, rûspî û qebîleyên ereb ên li herêmê wiha ye:

“Weke eşîr, rûspî û qebîleyên ereb ên herêmê em radigihînin ku em bi ciwanên xwe yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ne. Hêza tekane ya ku her bostek ji vê axê ji terorê û hovîtiya wê bi xwîna xwe ya pak rizgar kirine.

Îro em li hemberî dagirkeriya osmanî ya berberî li berxwe didin. Di dirêjahiya serdeman de me ji destê wê azar kişand û çeteyên wê milk û malên gelê Sûriyeyê talan kirin û li rex komên terorîst ên berê rola ajandeyên girêdayî dagirkeriya tirk, lîstin.

Weke şêx û rûspiyên eşîrên ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em amade ne ku derdora 50 hezar şervanên ciwanên eşîr û qebîleyên ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkêş bikin da ku tev li HSD’ê bibin û li hemberî dagirkeriya osmanî ya hovane û çeteyên wê bisekinin. Me dît ku di dirêjahiya dîrokê de şer wêranî ji gelên herêmê re anî. Biratiya gelan bingeha wekhevî, aştî û lihevkirinê ye.

Em weke gelên herêmê li rex hev ax û sînorên welatê xwe biparêzin û em ê bi xwîna xwe, zarok û jinên xwe avdin. Heya nefesa dawîn em ê şer bikin. Çawa me du milyon koçber ji tevahiya gelê Sûriyeyê pêşwazî kir û ew di nav ewlehiyê de ne, em dikarin şêniyên Sûriyeyê yên ku Erdogan dibêje hejmara wan 3 milyon kes in jî hemêz bikin. Dagirkeriya Osmanî bi hincetên nerast hewl dide axa me dagir bike. Pêwîstiya me bi kesekî tune ye heta were û edetên me fêrî me bike. Em xwediyê camêrî û merdiniyê ne.

Weke rûspiyên êlan em bang li Fermendariya Giştî ya HSD’ê dikin ku her bosteke ji axa me,  ji Cerablusê heta Efrîn û Lîwa Îskenderûnê ji dagirkeriya Osmanî rizgar bike. Ew herêmên di bin wesayeta Tirkiyeyê de veguherîna kortika komên terorîst.

Em peyama xwe ji gelê Tirkiyeyê re dişînin ku li du siyasetên Erdogan û AKP’ê neçin. Ew dijminahî û nefretê di navbera her du gelan de belav dikin. Bi êrîşên xwe zarokên me dikuje û şêniyên me dide koçberkirin. Ev tişt dê dîrok bi bîr bixe û xwîna gelê me ne erzan e.

Em bang li Desteya NY’ê û Meclisa Ewlehiyê bi giştî û bi taybet li Yekitiya Ereban dikin ku rolek exlaqî û mirovî di rawestandina  êrîşa Tirkiyeyê de bilîzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar