Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Eşîrên Sûriyeyê bang li welatên ereban kir

Şêxên eşîrên Sûriyeyê diyar kir ku bakurê Sûriyê herêma herî ewle ye û teqez kirin ku ew nahêlin Tirkiye derbasî xaka Sûriyeyê bibe

Çalakiya mertalên zindî ya li gundê Minbetih ê Girê Spî yê li beramberî sînorê Tirkiyeyê bi tevlêbûna girseyeke mezin a şêxên eşîrên herêmên cuda yên Sûriyeyê wekî parêzgehên Hema, Hums û Derayê li gel şêxên erîşên bakurê Sûriyê didome.

Şêxên eşîran têkildarî gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe ji ajansa ANHA’yê re anîn ziman.

Şêxê eşîra Bûwalî, Ebid Mihemed El- Nehar ku ji parêzgeha Hemayê hatiye, wiha dibêje: “Em hemû sûrî ne, em hatine Bakurê Sûriyê da ku li rex şêniyên wê li hemberî dagirkeriya tirk bisekinin. Şêniyên Bakurê Sûriyê ew jî zarên vî welatî ne, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nûnertiya wan dike. Em nahêlin dagirkeriya tirk xakeke nû ji Sûriyê dagir bike. Çawa gelê Sûriyê dewleta Osmanî derxist, dikare niha jî wê ji Bab, Cerablus, Idlib, Efrîn û heta Lîwa Îskenderon derxe. ”

Dengê xwe dernaxe

Şêx Ebid Mihemed El-Nehar destnîşan kir ku Bakurê Sûriyê ji herêmên herî ewle ye, şêniyên wê erka parastina xak û gelê xwe girt ser xwe û wiha domand: “Rejîma Sûriyê û Erdogan hevkar in, herêmên Sûriyê bi hev vediguhêzin, bi rêya guhertina demografiya Efrîn a Sûriyê ya bi niştecihên Xûta û bermahiyên terora Tirkiyê lê dimînin, gendelî û nîjadperestiyê di nava gelê Sûriyê de belav dikin. Çima li Idlib, Bab û Cerablusê xwîn tê rijandin, çima rejîm li hemberî binpêkirinên rojane ku li dijî xelkê me yê Sûriyê tên kirin, dengê xwe dernaxe.”

Şêxê erîşa Bûwalî, girîngiya ku rejîma Sûriyeyê helwesteke cidî li hemberî dagirkeriya tirk bigire, destnîşan kir û teqez kir ku gelê herêmê nahêle dagirkeriyeke nû ya Osmanî li ser xaka Sûriyeyê dubare bibe. Şêx Ebid Mihemed El-Nehar di dawiya axaftina xwe de bang li hemû êşîrên Ereb kir li kêleka wan bisekinin û destekê bidin doza wan û got yên beriya sedan salan Osmanî derxistin, dikarin niha jî derxin.

‘Divê em bi yekrêzî li hemberî dagirkeriya tirk bisekinin

Şêxê eşîra El-Emûr, Mihemed El-Umer ji parêzgeha Humsê tev li çalakiya mertalên zindî dibe û ev tişt got: “Ji konê şeref û rûmetê me xelkê Bakurê Sûriyeyê yê berxwedêr ê li ser sînor li dijî gefên Tirkiyê sekinîne, silav dikin. Em hemû sûrî ne, ferq û cudahî di navbera me de nîn e. Êrîşa li ser Til Ebyedê (Girê Spî) di heman demê de êrîş li ser Hums û tevahî herêmên Sûriyê ye. Li ser vî esasî divê em bi yekrêzî li hemberî dagirkeriya tirk ku gelek herêmên me dagir kirine, bisekinin.”

Şêx Mihemed El-Umer wiha domand: “Em li dijî gefên Tirkiyê ne, em bang li gelê Tirkiyê dikin ku li hemberî Erdogan bisekine ku hewl dide dewleta Osmanî zindî bike.”

Şêxê eşîra El-Emûr got: “Divê Erdogan dev ji fikra dagirkirina xaka Sûriyeyê berde, ji ber ku em ê li dijî wî bisekinin. Mixabin rejîma Sûriyê bi bêdengiya xwe piştgiriyê dide planên Tirkiyê.”

Şêxê eşîra El-Emûr, Mihemed El-Umer di dawiya axaftina xwe de bang li serokeşîrên Sûriyeyê yên girêdayî Tirkiyeyê kir ku li xwe vegerin û wiha got: “Tirkiye dewleteke dagirker e, ger xetereyek li ser wê were dê we bifiroşe, divê serokên Ereban jî tev bigerin û sînorekî ji Tirkiyeyê re deynin.” GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar