Vedat Kûrt (22) ê ji navçeya Pirsûs a Rihayê çû Antalyayê bixebite, ji aliyê kesên ku daxwaza yewmiyeya xwe ji wan kir ve îşkence lê hate kirin. Bûyer beriya 2 salan qewimî. Diranên Kûrt hatin kişandin û îşkenceya biceyranê lê hate kirin. Kûrt pişt re ji aliyê xwediyên kargehê ve demekî dirêj hate desterserkirin.
Têkildarî bûyerê derbarê xwediyên kargeha bi navê “Anteplî Ahmet Ûsta” ya li Antalyayê A.T., O.T., S.T. û A.A. de doz hate vekirin. Di îdianameya doza hatiye vekirin de cih dan rapora pisporî jî. Di raporê de hate diyarkirin ku dîmenên îşkenceyê di telefon û qeyda HTS’ê ya 4 kesan de heye. Piştî ku Dadgeha Ceza ya Asliye ya Antalyayê îdianame qebûl kir, darizandinê dest pê kir. Hate zanîn ku 4 kes di dozê de tên darizandin.
Kûrt tiştên ku bi serê wî hatî li ser medyaya dîjîtal ragihandin. Kûrt, da zanîn ku derbarê bersûcan de tu kirarî nehatine kirin û her roj ev şexs li wî digerin û ji bo ku giliya xwe bi paş ve bikişîne gefê lê dixwin.