Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Esnaf îflas dikin

Esnafên Stenbol û Kocaeliyê anîn ziman ku tevdîrên hatine girtin pişta esnafan şikandiye û ji ber vê gelek esnafan îflas kiriye

Tevdîrên ku di çarçoveya şewba Covîd-19’ê hatine girtin herî zêde bandorê li esnafan dikin. Esnafên Stenbol û Kocaeliyê destnîşan kirin ku ji ber şewbê rewşa karê wan pir xirab bûye û gava tevdîr hatine girtin rewşa esnafan hatiye paşguhkirin û diyar kirin ku ji ber vê yekê perîşan bûne û gelek esnafan jî îflas kiriye.

Tîmûçîn Sayginer ku nêzî 20 sal in li Kocaeliyê esnaftiyê dike, anî ziman ku niha tenê 12 kargeh li vê kuçeyê vekirîne û da zanîn ku xwediyê dikanan dawa kirê dikin lê belê ji ber rewşa wan nebaş e nikarin deynê bacê, heqê fatûreyên av, ceryan û gazê jî bidin.

Tevî faîzê dixwazin

Di axaftina xwe de Sayginer got ku gava şewb nû belav bûbû 3 hezar TL krediya ‘piştgiriya esnafan’ wergirtiye lê belê krediya hatiye dayîn tevî faîzê bûye 3 hezar û 382 TL û diyar kir ku welêt bi vî awayê nikare bi rê ve biçe û wiha domand: “Divê deynên baca û heqê fatûreyan bên sekinandin. Divê ji bo kirê piştgiriya esnafan bê kirin. Divê krediyê bê faîz bidin esnafan. Divê meaşê xebatkarên kafe û restorantan bê dayîn.”

Deyn li ser deynan zêde bû

Alper Solak ku kafeya wî heye, destnîşan kir ku ji ber tevdîrên hatine girtin gelek esnafan îflas kiriye. Solak diyar kir ku bi şewbê re hejmara betalî pir zêde bûye û ji bo qedexeya 4 rojan a ji bo sersalê jî anî ziman ku tam fiyasko ye û wiha got: “Tevdîrên ku hikûmetê girtine herî zêde tahde li karker û esnafên biçûk kiriye. Hikûmet tim dibêje, ’em ê esnafên xwe mexdûr nekin.’ Lê me tu alîkariya wê nedîtiye. Tew bi qedexeyên dawî re deyn li ser deynan zêde bûn.”

Di berdewamê de Solak destnîşan kir ku biryarên ku hatine girtin tenê esnafan dixisirînin, wekî din bi kêrî tiştekî nayên û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin bac, kirê û fatûreyan ji me nestînin, da ku em nexisirin. Ji lewra gava em bixisirin, dê ev kar dewam neke. Helbet tenduristî pir girîng e. Lê gava mirov nikaribe nan bibe malê, ma tenduristî baş be wê bi kêrî çi bê.”

‘Em ê top biavêjin’

Mehmet Alkan ku 30 sal in li Kocaeliyê esnaftiyê dike jî got ku heger dewlet aliye wan neke dê top biavêjin.

Alkan destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de gelek esnafan îflas kiriye û piştî qedexeyê jiyan bibe wekî berê jî dê nikaribin kargehên xwe vekin, ji lewra di destê wan de tiştek nemaye û xwest ku dewlet di warê kirê, heqê fatûreyan û deynên krediyê de alîkariya wan bike.

Esnafê Olcay Ozkan jî anî ziman ku bi hêviya belkî 4-5 qurîş bi dest wan bikeve dikanên xwe vedikin û wiha got: “Qet nebe divê bihêlin serê maseyekê mişteriyek bê. Yan na wê ev kar werê nemeşe. Heqê kirêya min nêz bûye û ez ê nikaribim bidim. Fatûre, bac û stopaj nehatine dayîn. Ê kî xisara min bide?”

 Helbet tevdît divê lê…

Esnaf Taner Çîmen ku kargeha wî li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê ye jî diyar kir ku helbet tevdîr divê lê belê divê rewşa welatiyan û esnafan jî esas bê girtin. Çîmen destnîşan kir ku ji ber tevdîrên hatine girtin esnaf perîşan bûne û ev tişt anî ziman: “Heqê kirê, ceryan û fatûreyên din ên esnafan hene. Dê mirov çawa bidin? Dibe ku kargehên mezin qezenc dikin lê kafe û restorant qezenc nakin. Dewlet divê hay ji vê hebe û alîkariyê bike.”

Esnaf şaş maye

Esnaf Bariş Înan jî destnîşan kir ku gava tevdîr bên girtin divê rewşa esanafan jî esas bê girtin û wiha got: “Niha dikana min girtiye. Di warê aborî de kes alîkariyê nake. Heqê kirê û fatûreyan ketiye ser hev. Nikarim bidim. Piştgiriya ku dewlet ji bo esnafan dide têr nake. Alîkariya dikin têra heqê çaya min û şorbeya min nake. Ma ez ê çawa bi vê alîkariyê debara xwe bikim. Heya şewb biqede herî kêm divê 2 hezar TL alîkarî bê deyîn.” KOCAELÎ / STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar