Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Esnafên Amedî: Em ê dikanan bigirin û biçin mala xwe

Esnafên Amedî bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên aboriyê dan û diyar kirin ku ji ber polîtikayên hikûmetê qeyrana aborî dijîn û êdî ji sermayeya xwe xerç dikin. Esnafan, anîn ziman ku ji ber zerar dikin êdî dê dikanên xwe bigirin û biçin mala xwe

Li Tirkiye qeyrana aborî her ku diçe kûr dibe. Heta niha bi sed hezaran mirov betal in, bi hezaran karkergî, dikan û fabrîqe hatin girtin. Esnafên dikanên xwe vedikin jî zerar dikin û diyar dikin ku dê dikanên xwe bigirin. Herî zêde sektora înşaet û kargeriyên girêdayî înşaetê ji ber polîtikayên hikûmetê dikanên xwe digirin. Esnafên Sîteya Pîşesaziyê ya 2’yemin a Amedê diyar kirin ku ji ber kar tune û zerar dikin heke wiha bidome, dê dikanên xwe bigirin û biçin malên xwe rûnên.

Ostayê kaportayê maşîneyan Mehmet Şerîf Şeker diyar kir ku 2 salin karê wan rawestiya ye û wiha got: “Lêçûna av, ceyran, bacê heye lê kar tune. Lêçûn ji hatinê zêdetir e. Qeyrana aborî bandorê li ser her kesî dike. Wisa bidome em ê dikanê bigirin û biçin mala xwe. Ger ku îro êvaran nikarim nan bibim malê, sedema wê hikûmet e. Ger ku pereyê destê me biqede, em ê ji neçarî dikana xwe bigirin. Dixwazin em biçin diziyê bikin.”

‘Yên dewlemend qezenç dikin yên xizan zerar dikin’

Şeker anî ziman ku hefteyê 3 hezar lêçûna wî heye û wiha got: “Welehî û bilehî ez qezenç nakim. Yên qezenç dikin kesên zengîn in. Yên xizan jî zerar dikin. Yên dibêjin ‘Qeyran tesîrê li me nake’, kesên zengîn in. Qeyran tesîrê li xizanan dike. AKP gel terorîze dike. Lê bila li halê gel binere ka çawa dijîn?”

‘Zarok birçî ne’

Welatî Abdurahîm Fîdancan ku ji bo wesayîta xwe ya tîcarî ku xwerabûye çêke hat sanayê jî bertek nîşanî polîtîkayên aboriyê da û wiha got: “10 hezar deynê min hene. Min 850 lîra heqê tamîrê deyn kiriye. Qezenca texsiyê ez didim mazot û bacê. Dema ez krêdî dikişînim jî nikarim heqê krêdî bidim. 3 salên dawî halê me ne tu hale. Welehî bilehî zarok birçî ne. Em hin caran nan dibin malê û hin caran em dest vala diçin malê. Em nikarin bertekên xwe jî bînin ziman. Yên bertekên xwe tînin ziman tên girtin.”

‘Qeyranê koka esnafan qeland’

Esnaf  Sedat Alyum jî anî ziman ku êdî kar nemaye û wiha got: “Êdî esnaf hatine asta îsyanê bikin. Em êdî ji sermayeya xwe xerç dikin. Ev heta kengî bidome nizanim. Lê wisa biçe em ê dikanên xwe bigirin û biçin malên xwe.” Alyum, polîtîkayên hikûmetê rexne kir û wiha got: “1’ê dide me, 10’an ji me distîne. Ji ber vê yekê kes naxwaze tiştekî ji wan bixwaze. Ger ku em krêdiya wan nedin jî vê carê me tên girtin û me davêje hepsê.”

Yildirim Ozyardimci ku 12 salin esnafiyê dike jî anî ziman ku lêçûna wî ji hatina wî zêdetir e û wiha got: “Her diçe rewşa aborî bêtir xera dibe. Esnaf her diçe karê xwe biçûk dikin. Karkeran ji kar derdixin. Ji ber kar tune ji sibê heta êvarî li cihê kargeriyê rûdinên. Wisa bidome em ê kargeriyê bigirin. Esnaf êdî nikarin krêdî jî bistînin. Nikarin bacên xwe bidin Ez niha 6 karkeran didim xebitandin. Lê wisa bidome ezê wan ji kar derxim.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar