Esnafên ku di çarçoveya tevdîrên şewbê de nikarin derabeyên xwe vekin, top davêjin. Ji ber kirêyên zêde bi sedan esnafan di mehên destpêkê yên vîrûsa koronayê de dikanên xwe girtine. Li Beyoglû, her roj herî kêm 2 esnaf dikanên xwe digirin. Esnafên ku hê dikanên xwe negirtine jî dibêjin ku ji bo girtinê rojan dijmêrin. Esnafên ku tu piştgiriyê negirtin û bi mehan neçar man ku fatore û kirê bidin, diyar kirin ku desthilat ji bilî girtina derabeyan çareserî nehilberandiye.
Piştgirî şert e
Masîfiroş Îdrîs Çîmen ku li yek ji nuqteya herî bi tevger a Beyoglû kuçeya Sutluceyê masiyan difiroşe, diyar kir ku piştî şewbê esnaf terkî qedera xwe hatine kirin û nikarin mesrefên xwe jî bibersivînin. Çîmen, destnîşan kir ku 47 sal in masîfiroşiyê dike û heta niha qrîzeke wiha mezin nedîtiye û wiha got: “Îro kirêya şevnişînekê bûye 500 TL. Siyasetmedar bi rakirina tiliya xwe mûçe digirin, em jî heqê xweydana xwe nagirin. Esnaf û gel di rewşeke zor de ne. Piştgiriya ji bo me şert e. Heke piştgiriya me neyê kirin ez ê jî dikana xwe bigirim.”
Bi kûrbûna krîzê re hêrs jî kom dibe
Çekdar Kaydan ku li heman kuçeyê esnafiyê dike jî bi lêv kir ku welat di hêla siyasî, civakî û aborî de di qrîzê de ye û ev tişt anî ziman: “Her ku diçe qrîz kûr dibe, kesekî ku çare bibîne jî tuneye. Qrîza heyî ji aliyê herkesî ve tê dîtin. Esnafên ku vekirî ne jî bi pereye şorbê dixebitin. Em di rewşeke xeternak de ne. Ji ber şewbê kes tiştekî nabêje lê piştî şewbê dê kevir li ser kevir nemine. Hêrsa gel kom bûye. Em ne li bendê ne kesên ku dibêjin, ‘nanê ziwa bixwin’ pirsgirêkan çareser bikin.”
Şerê mayîna li jiyanê
Serdar Ecer ku 5 sal in li restoranteke li kûçeya Sutluceyê garsoniye dike jî destnîşan kir ku şerê mayîna li jiyanê didin û wiha got: “Di kuçeyê de bi dehan esnafan dikanên xwe girtine. Bi vê çûnê dê heta 2-3 mehan hemû esnaf dikanên xwe bigirin. Li kargeha me berê em 18 karker dixebitîn. Li niha 14 jê di destûra bêpere de ne. Mûçeyê ku ez digirim jî tenê têra dayîna deynê min dike.”
‘Berçavkên xwe yên hespan derxin’
Di berdewamê de Ecer, bi van gotinan bertekê xwe anî ziman: “Li şûna ku piştgirî bide dewletên din bila desthilat berçavkên xwe yên hespa derxe û berê xwe bide gelê ku dibêje, ‘Birçî me’. Li vî welatî mirov li ser destê xwe ‘birçî me’ dinivisînin û întîhar dikin. Hin jê xwe ji qata 9’an davêjin, hin jê jî xwe bi gaza siruştî jehrî dikin. Ev hemû li ber çavin. Kesên ku ji gel re dibêjin, ‘nanê ziwa bixwin’ bila mehekê bi bihayê asgarî bijîn û piştre biaxivin. Divê êdî muxalefet li dijî vê rewşê dengê xwe derxe.”
‘Wê wiha neçe’
Yek ji sektoreke ku şewbê bi awayekî neyînî bandor lê kir sinema bû. Komeleya Dildarên Yeşîlçamê ku li kuçeya Komeleyê ye, ji ber ku ji ber şewbê piştgiriya madî negirt hat girtin. Şukru Tekîn ku di çarçoveya komeleyê de derhêneriyê dike, diyar kir ku bi deynan debara xwe dikin û derbarê rewşa wan de ev tişt gotin: “Divê dewlet guh bide qêrîna esnafên ku neçar man derabeyên xwe bigirin. Êdî tiştekî ji destê me nayê. Divê ji gel re derfetan çêbikin. Wiha naçe.”
STENBOL/Nacî Kaya-Berfîn Karaman