Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Esnafên jin: Ji cihêkariyê re bes!

Esnafên Bazara Semtê ya Jinan a Jiyanê diyar kirin esnafên li halê cudakariyê dixin navbera esnafên jin û mêran û wiha gotin: “Esnafên mêr ên li halê bi her awayî dixwazin jinan bixapînin û tiştan buha didin jinan. Lê em wekê esnafên jin dibêjin ji cihêkariyê re êdî bes.”

Navenda Nûçeyan

Her roja ku derbas dibe li Tirkiyeyê krîza aborî kûrtir dibe. Beriya pêvajoya vîrûsa koronayê (Covîd-19) û piştî vê jî bêtir krîza aboriyê xwe da der. Çend hikûmet ji bo sererastkirina rewşa aboriyê pakêtên nû aşkera kirin jî feydeyê neda aboriya giştî ya Tirkiyeyê. Tenê kesên alîgir û sermayedarên mezin ji pakêtên hatî derxistin sûdê wergirtin. Bêkarî, buhabûn û pêşxistina tekedestiyê bêtir gelê ku li Tirkiyeyê dijî mexdûr kir. Bazar jî ji vê krîzê para xwe girtiye. Esnafên Bazara Semtê ya Jinan a Jiyanê ya Rêzana Amedê krîza aboriyê nirxandin û gotin ku ew ji ber krîza aboriyê zehmetiyan dijîn.

Esnafên jin di axaftina xwe de bi taybetî ser cudakariya ku li hemberî jin û mêran tê kirin, rawestiyan.

Esnafa bi navê Sevgî Kaya ya ku ev 6 sal in li Bazara Semtê ya Jinan a Jiyanê firoşkariyê dike, gazinc ji firoşkarên Hala Nû ya Amedê kir û wiha got: “Dema em tişt distînin buhayên wan gelek zêde ne. Ji ber buhayên wan em gelek caran bi wan re dikevin nîqaşan. Lê mixabin ez mecbûr dimînim ku bi buhaya ku ew tişt difiroşin bistînim. Çimkî ji ber kar tune ye hevalê min jî naxebite, lewra ez mecbûr im bixebitim û debara malê bikim. Ji ber krîza aboriyê her tişt gelek buha ye, tişt nayên firotin. Li Tirkiyeyê her tişt tekedestî kirin. Ji hêla aboriyê ve girêdayî derveyî welat bûn. Tehrîbata aboriyê ya ku ser gel tê meşandin, gel mexdûr dike. Ji ber vê her tişt gelek buha bûye, qeweta gel tune ye tiştan bistîne. Hem kiryar hem jî firoşkar zehmetiyan dikişînin. Kiryar dema tên buhaya tiştan dipirsin gazincan ji me dikin, dibêjin gelek buha ye. Dema em ji halê tişt distînin firoşkar ji ber ku em jin in tiştan buha didin me. Ez şahid im, ji min re kîloya xiyaran bi 3 TL’yê firot lê ji esnafekî re jî bi 2 TL’yê firot. Di navbera esnafên jin û mêran de cihêkariyê dikin.”

‘Esnafên halê dixwazin jinan bixapînin’

Pîros Çitile xwendevana zanîngehê ye û li bazarê esnaftiyê dike, dibêje ku ev 5 sal in ew û malbata xwe di nav vî karî de ne. Pîros diyar kir ku ew ji bo ku debara xwe ya malê bikin, vî karî dikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Esnafên halê ji jinan re tiştan buha didin lê esnafên mêr re jî tiştan erzan didin. Ji ber vê yekê jin qezenc nakin. Ji ber ku jin di vî karî de nû ne, ji ber vê jî esnafên halê dixwazin esnafên jin bixapînin. Jin li ser pêyan e, bi karê ku dikin kêfxweş in.”

‘Em jî wek mêran li dû nanê xwe ne’

Latîfe Turkmen jî wekî jinên din li bazarê esnaftiyê dike di axaftina xwe de bal kişand ser buhabûna tiştan û wiha bi lêv kir: “Em ji wan tiştên bikalîte dixwazin lê tiştên ku em ji wan distînin riziyayî û xerabûyî derdikevin. Ez ji wan bi gazinc im. Ez wek esnaf tu cudahî navbera esnafên jin û mêran de nabînim. Em jin jî wek wan dixebitin, kirêya mala xwe didin, heqê fatûreyên xwe didin û em jî wek wan li dû nanê xwe ne. Bi rastî em mexdûr in.”

‘Ne jin, mêr qezenc dikin’

Rabîa Ataş ku salek û nîv e li Bazara Semtê ya Jinan a Jiyanê sebzeyan difiroşe, destnîşan kir ku ew serê sibê saet 5’an de diçe halê, tiştan distîne û ev tişt anî ziman: “Zehmetî gelek zêde ye lê em li ser pêyan in û karê xwe dikin. Gelek simsar tiştan bi buhayeke zêde û tiştên riziyayî didin me. Cihêkarî dixin di nav esnafên jin û mêran de. Esnafên halê dibêjin em naxwazin esnafên jin werin ser dezgehên me, bila jin ji me tiştan nestînin. Simsarê bi navê ‘Amed Komisyonculuk’ ji jinan re heqaret kir, ez gelek ji wan aciz bûm. Ji wê roja ku ez şahidê heqaretên ‘Amed Komisyonculuk’ê bûme ez naçim ser wan û tiştan ji wan nastînim. Ez li hemberî helwestên wan nerazîbûn nîşan didim. Ez ji esnafên mêr re dibêjim; jin diya we ye, jin xwişka we ye, jin qîza we ye, hûn çima ji jinan aciz in? Jin perê we nexwariye, jin jî wek her kesî perê xwe didin û tiştan distînin. Mişterî dema tên ser dezgehên me buhayên tiştan dibihîsin dibêjin çima ewqas buha ne, em ê herin bazara mêran, li bazara jinan tişt gelek buha ne û bi vî awayî tiştan nastînin. Ji ber ku hal tiştan buha dikin em jî neçar dimînin ku tiştan buha bifiroşîn. Jin û mêr li heman cihê tişt distînin lê belê mêr qezenc dikin jin jî zirarê dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar