Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Esnafên Wanê êdî nikarin heqê kirê jî bidin

Li Wanê esnafan diyar kir ku êdî ji ber krîza aborî nikarin heqê kirêya xwe jî bidin û wiha gotin: “Bi taybetî jî sektora înşeatê êdi têk çûye.”

Ji ber krîza aborî, esnafên Wanê êdî ketine rewşeke wisa ku nikarin heqê kirêyên xwe bidin. Ji ber krîza aborî, di nav salekê de li bajêr gelek esnafan dikanên xwe girtin. Yek ji sektora ku herî zêde tesîr ji krîzê girtiye jî sektora înşeatê ye.

Mîmar Haşîm Babat têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya (MA) axivî û anî ziman ku di saleke dawî de rewşa karê wan pir xirab bûye û ji ber zêdebûna dowîzan êdî ew nikarin tiştekî bikin. Babat wiha got: “Par rewşa me nexirab bû. Lê belê îsal ji binî ve kar tune ye. Em nizanin wê piştî hilbijartinê rewş çawa bibe.”

Rewşa wan tu ne rewş e

Mehmet Sînan Ozcan ku malzemeyên înşeatê difiroşe wiha got: “Rewşa me înşeatvanan ne tu rewş e. Mazemeyên me di dest me de man. Li gor par îsal kar ji binî ve tune ye. Zêdebûna dolar tesîrek giran li me kir. Berê me eşyayek bi 100 lîreyî dikirî, lê belê niha em bi 200 lîreyî dikirin. Di warê aborî de rewşa me ne tu rewş e.”

Derhat Karayildirim ku malzemeyên mobîlyayê difiroşe wiha axivî: “Li gor par rewşa karê me ne tu rewş e. Di nav salekê de malzemeyên me ji sedî 25 zem xwarin. Malzemeyeke ku berê me bi 10 lîreyan dikirî niha em bi 12 lîreyan dikirin.”

Ferhat Kalçik ku malzemeyên ceryanê difiroşe wiha got: “Niha em tu karî nakin. Roj heye heta êvarî em serfetihê jî nakin. Kes nayê. Malzemeyê ku berê me bi lîreyekê dikirî niha em bi 3 lîreyan dikirin. Piyase pir westdar e. Êdî em nikarin heqê kirêyên xwe jî bidin. A rast der barê baîbûna vê rewşê de tu hêviya me tune ye. Her diçe xirabtir dibe.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar