Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Eşqa welat

Ferhed li pey Şirînê çiya qûlkir ji bo ku bigihîje evîna xwe. Fesadî ket navbera evîna Mem û Zînê. Fesadiya di navbera evîna Mem û Zînê de bû pişaftina evînê. Ji wê demê vir ve evîn riziya, ji wateya xwe dûrket, ji riya xwe derket. Lewma eşq û evîn di nav pergalê de navê desteserkirin û dagirkeriyê de ma. Di nav vê pergalê de mêr kesayetiya  jinê desteser dike. 5 hezar sale nasnameya jinê hatiye dagirkirin. Ev evîn evîneke xapînok e, sexte ye.

Desthilatdar jî hebûn û desthilatdariya xwe li ser “evîna welat” didomin. Dema ku rêyedar an jî hikûmet behsa eşq û evîna welat dikin ji wan bitirsin. Ji ber ku bi vê gotinê sucên mezin, dizî û şêlandinên bêpîvan vedişêrin. Dema ku mesele dibe maf û azadiyên hemwelatiyan ew behsa evîna welat dikin û vê yekê li hemberî maf û azadiyan dikin asteng. Mesela dema ku kurd behsa azadiyê dikin “dibêjin em welatê xwe nadin parçekirin.” Dema ku jin daxwaza mafê jiyanê dikin ew behsa eşqa welat dikin. Dema ku karker û karmend heqdestiyên xwe dixwazin ew dîsa behsa eşqa evînê dikin. Wekî ku welat bê hemwelatî, bê jin, bê karmend, bê maf û azadiyan dikare bibe welat tevdigerin. Wekî ku maf û azadî neyarên welatbin tevdigerin. Rastiyê evqas berovajî dikin.

Mesela herî dawî Serokkomar Erdogan li ser daxwaza têqewîtiyê (EYT) wiha got: “Hemû welatên îskandînav li ser vê pergalê têkçûn. Ez ji welatê xwe hez dikim û ger ku hilbijartinan winda bikim jî ez ji bo welatê xwe vê daxwazê qebûl nakim û destur nadim vê yekê.” Her wiha Bahçelî jî piştgirî da Erdogan û got ku ew helwesta hikûmetê rast dibînin. Lewma ev gotin tenê gotina Erdogan nîne, helwesta desthilatdariyê ye. Ji bo AKP’ê karker keda xwe nexwazin, kes têqewit nebe, kes daxwaza azadiyan neke tû pirsgirêk tûneye. Ji ber ku nêrîn û feraseta desthilatdaran li ser koledariya hemû  beşên civakê ne. Herkes bila xizmeta wan bike lê tiştek nexwaze û dengê xwe jî dernexe.

Ev desthilatdarên ku ji gel dixwazin ji bo eşq û evîna welat xwe neçarê xizaniyê bikin, dengê xwe dernexin, tiştekî nexwazin bi xwe di nav kêf û seyranê de dijîn. Hemû malbatên wan, zarokên wan di qesr û koşkan de mezin dibin. Ne tenê rêyadarên peyabilind, di heman demê de şirîk û dostên wan, hevalên hevalên wan dostên dostê wan heyanî heft bavê têkildarên wan di heman kêf û seyranê de dijîn. Dîmenên mewlûda hevsera muşawîrê wezaretiya tendûristiyê  wê durûtiyê dide nîşan. Ev ambiyansa mala wî, helwesta wî ne baweriye û ne misilmaniye. AKP li dijî misilmaniyê olekî nû, baweriyeke sexte diafirîne. Îslamiyet dibêje “yên ku cinarê wan birçîbîn û ew bixwe têr bin ew ne ji me ne.” Di bin desthilatdariya AKP’ê de nivekî welat birçî ye, ji ber vê xizaniyê malbat, jin û zarok jiyana xwe ji dest didin. Ev nedîtiyên AKP’ê jî her roj dîmenên kû bîzê mirov tîne didin der. Hinek ji wan li ser kûmarê ne, hinek ji wan bê hesab dixûn û dirijîn in. Baweriya AKP’ê baweriya Adnan Oktar e.

Eşq û evîna wan a welat jî, baweriya wan a oldarî jî sexte ye. Ev desthilatdariya AKP’ê heta cihekî dê bikaribe gel bixapîne. Her wiha ev niheqiya ku heft bavên xwe pê têrkirin dê di qirika wan de bimîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar