Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Estetîk – III –

Xelîl Xemgîn
Xelîl Xemgîn
Asoya hunerê

Pêşketin û vejîna civakan bi afirandêrî û hilbirandina nirxan, parastin û mayîndekirinê pêkan e, bi pîvana estetîkê dikare bala nifşan bikişîne. Feraseta vejînê ango dema xweşikbûn, xeml û xêza xwe diyarî çavan dike, hîngê bandorê li mêjî dike. Berevajiyê vê yekê ger mirov heman tiştan, heman rengan, heman şêwazan bidomîne, ew tê wateya dubarekirin û yek rengî û xitimandinê.

Di hemû babetên fikir û jiyanê de estetîk ne tenê peywira xeml û bedewbûnê ye, her wiha girîngiya estetîkî tê wateya pêşketin, pergalîze û disiplînîzekirina hemû babetên jiyana mirov û civakê. Civakên pêşketî di her babetên jiyanê de di avakirina bingehîn de hem bi hesabê dahatû û hem jî bi pîvana estetîkê dest bi avahiyên xwe kirine.

Di vê mijarê de gelê alman xwedî teybetmendiyek dîrokî ye. Di her afirandinê de hesabê dahatuyê bi zanyarî derbasî plansaziya afiranêriya xwe kirine. Ji lêkirina xaniyan, ji çêkirina rêyên wesayîtan, ji avakirina sazî û dibistanan, ji muzexane, dezgehan bigire heta bajaran mirov dikare bibêje ku hişmendiyeke girîng daye estetîkê. Mirov vê yekê bi hesanî dibîne. Tenê mînakekê bibêjim; tabelayên li kêleka Autobahnan ku bi navê çirokên mitolojîk, serpêhatî û hunerên bedew hatine nivîsandin û xemilandin hem reseniya estetîkî û hem jî herikandina dîroka xwe ya kevnar ber bi dahatuyê ve takez dike. Belkî ji ber vê teybetmendiyê ye îro hemû welatên Yekitiya Ewropayê (YE) hewl didin ku standartên Almanya di avakirinê de pergalîze bikin.

Weke di her du gotarên borî de jî me bal kişandibû ser girîngiya mijara estetîkê, hem bi civakî hem jî bi rêxistinî der barê pêwîstiya estetîkê de evqas derfet û nirxên di destê me de hene jî çima em nikarin şîrove bikin û bi kar bînin gelo?

Niha her yek ji me dikare sed hincetan li ser vê pirsê peyda bike. Di serî de jî hinceta me dagirkerî, pergala dewletê, derfet û imkanên madî û hwd.

Îca em bên ser dîroka xwe. Karekter û dewlemendiya çanda me ya herî girîng jî resentî û hêza bîrdoziya me ye.

Ji 40 salan ve êdî di qada çalakî û aktîfbûnê de civaka me bi ked û fedekariyên mezin bi sedan sazî û dezgehên civakî, çandî-hunerî û ragihandinê ava kirine. Bêguman dema mirov van nirxan hemûyan weke wêneyekê temaşe dike ev destkeftiyên mezin in û yekane ne.

Lê kambaxî ew e ku bi ked û bedelên giran avakirin çêdibe, lê belê li gorî resentî û girîngiya bîrdoziyê, naverok û encam gelekî lewaz dimînin.

Ji me re gotine; kurd nikarin organîze û birêxistin bikin. Di baweriya min de girîng e em vê sosretê nepejirînin. Kaniya felsefeyê ya em avê jê vedixwin van hemû xurafeyên wisa betal kirine, çareserî ji hemû astengî û hişmendiyên teng re peyda kiriye.

Çalakiyek, bernameyek an karekî di berjewendiya doz û tekoşîna civakê de berpirsiyartî, hesasiyet û hesabkirinê dixwaze.

Li gorî tevlêbûn û şopandina me piraniya çalakî û aktîvîteyên me yên li derveyî welat, ji ber xwe dubarekirin û tengaviyê êdî ji xeta armancên sereke paş de maye. Şêwaz û rêbazên dewlemend her ku diçe qels û winda dibin, mîna şêwaz û rêbazên hin bernameyên saziyên me yên ragihandin û dîtbariyê.

Bi taybetî ji bo sazî û dezgehên ragihandinê yên mîna televîzyon, rojname, ajans û radyoyan hin pîvanên cidiyetê û girîngiyên branşî hene. Girîng e van pîvanan tu carî neyên îhmalkirin. Mesela hevpeyvînek bi hevserokên Tevgera Azadiyê re, ji ber asta berpirsiyarî û fermiyetê, ji hilbijartina pêşkêşvan bigire heta şêwaza axaftin û pirsiyaran pêwîst e bi krîter û pîvanên estetîkê bê lidarxistin. Heman hesasiyet ji hunerê re jî zor girîng e. Bi navê strana şoreşgerî û resentiya muzîka kurdî, weşanên bi wêne û klibên çek û cengan xemilandî, nayê wateya xemxweriya estetîkî! Heta mirov dikare bibêje bandora negatîf ji ya pozîtîf zêdetir li ser zarok û nifşên nûgihandî dike.

Di ragihandina azad de pêşketin û destkeftiyên herî pîroz di mijara tekoşîna jinê de ye. Hêvî heye ku bi tekoşîna jinê re pîvan û pêwîstiyên estetîkî jî pêş bikevin.

Di destpêka vê nivîsê de jî min gotibû, “Di dîroka mirovahiyê de estetîk bi merîfet û destê jinê dest pê kiriye.”

Belkî ji bo hin kesan gotara me di vê beşa dawiyê de mîna “bêhêvîtî” were xwendin. Lê em bi xwe dema van netêrbûn û kêmasiyên xwe parve dikin, bi armanca rizgarbûna ji wan kêmasiyan, hêviyên xwe jî pê re tomar û xurt dikin.

Bê hêvî nemînin, xwedîkirin û vejiyandina hêviyan, rojên tijî aştî, azadî û wekhevî nêzîk dikin.

Nûçeyên Têkildar