Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Ev 22 sal in gora komî ya li Şaxê nayê vekirin

Di 23’yê cotmeha sala 1998’an de li gundê Kelehê yê Şax a Wanê êrîşeke hewayî pêk hat. Di êrîşê de lêkolînera alman Andrea Wolf, hunermendê kurd Hozan Hogir (Cazim Tatar) û 3 jin jî di nav de, bi giştî 41 gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên 41 PKK’iyan ev 22 sal in di gora komî de tên veşartin û radestî malbatên wan nayên kirin. Şêniyên gund da zanîn ku malbatên hin gerîlayan serî li rayedarên dewletê dane. Lê belê tevî ku demekî dirêj bi ser re derbas bû jî ev serlêdan bê encam man.

Hincetên redkirina serlêdanan

Malbata hunermend Hozan Hogir û parêzerê wan ji bo ku gora komî bê vekirin û testa DNA’yê bidin, 3 caran serî li serdozgeriyê dan. Dadgehê jî ji bo serlêdanê biryara ‘dozvenekirinê’ da. Serdozgeriya Komarê ya Şaxê serlêdanên heyî bi hincetên ‘Herêm ne bi ewle ye’ û ‘Delîl têrê nakin’ red kirin.

Malbata Hozan Hogir herî dawî di îsal careke din serî li serdozgeriyê da. Serdozgeriyê bi heman hincetan serlêdan red kir. Li ser vê yekê parêzerê malbatê Turan Ece serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da û îtîrazî biryara dozgeriya Şaxê kir. Parêzer Ece bi daxwaznameyekê xwest ku gora komî bê vekirin û malbat bigihîjin cenazeyên zarokên xwe.

Ece di serlêdanê de diyar kir ku biryarên ji bo gorê tên dayîn li dijî rêgezên hiqûqa navxweyî û navneteweyî ne û xwest ku biryara ‘Pey neketinê’ bê rakirin. Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Wanê biryara dozgeriyê di cih de dît û serlêdana îtîrazê ya parêzer red kir.

Malbatê ragihand ku dê bi rêya parêzerên xwe bi biryara redkirinê ya dozger û dadgehê veguhezînin Dadgeha Qanûna Bingehîn. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar