Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ev 25 sal in bi êşa nedîtina bavê xwe dijim’

Li mezrika Libka Kaniya ya gundê Derêca yê Kerboran a Mêrdînê di şikeftekê de hestiyên 40 kesan hatin dîtin. Bi vê agahiyê re gelek xizmên windayan bi hêviya ku hestiyên xizmên xwe yên hatine windakirin bibînin, serî li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) dan. Yek ji van malbatan jî, malbata Mehmet Emîn Atug, Hiznî Bîlmen, Abdulkadîr Demîr û Şakîr Demîr ên ku di sala 1995’an de li gundê Kerşam/Kefer/Şamo hatibûn binçavkirin û careke din agahî jê nehatin wergirtin in. Kurê Mehmet Emîn Atug, Mehmet Alî Atug serpêhatiya bavê xwe ji MA’yê bi Ahmet Kanbal re parve kir.

Atug da zanîn ku Qereqola Cendirmeyan a Midyadê bavê wî û keyayê gund jî di nav de 8 kes vexwendibûn qereqolê û wiha got: “Keya û 3 kesên din hatin berdan. Lê bavê min û 3 kesên din heta danê êvarê li qereqolê man. Ber bi êvarê ve jî kaxizeke ku qaşo ew berdane bi wan dan îmzekirin. Piştre jî gotin herin gundê xwe. Navbera qereqolê û gundê me 4 kîlometre ne. Dema kîlometreyekê dimeşin û jinên gund wan dibînin ku gihiştine serê gir. Nebêje li wir kêmîn danîne. Şahid dibêjin ku ji ewil bavê min û piştre jî xizmên me li wesayîtê siwar kirin û birin. Ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin.”

Gund hat topbarankirin

Bi domdarî Atug diyar kir ku rojek piştî windakirina bav û xizmên wan, leşkeran gund dorpêç kiriye û wiha pê de çû: “Gund dan ber tang û topan. Em ketin hêwirgehê û me wisa xwe xelas kir. Di êrîşê de kes nemir û fermandarê leşkeran heyîrî ma. Lewre şêniyên gund îşkence kirin. Lê tevî îşkence û gefan jî me gundê xwe berneda.”

Lêgerîna edaletê

Pêvajoya lêgerîna xwe ya edaletê jî Atug wiha vedibêje: “Ji bo aqûbeta xizmên xwe, me daxwazname nivîsandin le dozgeran red kir. Piştre me pêwendî bi ÎHD’ê re danîn û bi vî awayî daxwazname qebûl kirin. Lê dîsa jî tiştek derneket. Di navbera 2003-2005’an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo îfadeyê bangî min û parêzerê min kir. Dozger got; ‘Ez ji bo ku hemû cînayetên kiryarên wan nediyar zelal bikim, ji vir re hatime şandin.’ Lê 6 meh piştre dozger winda bû. Hêviya me ew e ku em hestiyên xizmên xwe bibînin.”

Hêviya dîtina hestiyên xizmên xwe

Herî dawî jî Atug ev tişt anî ziman: “Ji bo kar ez neçarî çûm bajarên din. 12 sal piştre vegeriyam Midyadê. Dema vegeriyam jî her tim hatim binçavkirin û zext li min hatin kirin. Qereqola ku bav û xizmên min winda kirin, her carê bangî min dike. Her carê pirsa xwişka min a di salên 90’î de tev li PKK’ê bûye dikin. Ev 25 sal in bi vê êşê dijîm. Bi qasî ku sax bim dê ji bîr nekim. Ev 25 sal in hê jî min li ser gorê fetiheyek nexwendiye. Me ji bo DNA’yê xwîn dabû. Em dixwazin di zûtirin dem de encamên DNA’yê diyar bibin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar