Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ev 4 sal e cenazeyê kurê xwe digere

Husniye Ecer a 4 sal e li cenazeyê kurê xwe Huseyîn Ecer yê di qedexeya derketina derve ya Hexezê de jiyana xwe ji dest da digere, tevî ku mînakên xwînê teqez bûne jî hîna nizanin cenaze li ku ye. Dayik diyar kir ku ev 4 sal e dosya di navbera Şirnex û Rihayê de diçin û tên

Di navbera 2015-2016’an de di qedexeyên derketina derve yên li bajarên bakurê Kurdistanê de, bi dehan kesên jiyana xwe ji dest dabûn hîna cenazeyê gelekan ji wan nehatine dîtin. Tevî ewqas dem derbas bû û malbatan mînakên xwînê dan jî, cenaze li bajarên din li goristana bêkesan hatine definkirin. Yek ji van kesan jî Huseyîn Ecer ê li Hezexê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest daye. Dayika Ecer Husniye Ecer diyar kir ku 4 sal e li cenazeyê kurê xwe digire.

Ecer anî ziman ku di dema pevçûnan de kurê wê di Adara 2016’an de jiyana xwe ji dest daye û got ku cenaze ji bo otopsiyê birine Rihayê û carek din jê agahî negirtine.

Di axaftina xwe de Ecer da zanîn ku bi kurê wê re 4 cenazeyên din hatine derxistin û piştî li Rihayê hatine tespîtkirin li goristana bêkesan hatine definkirin û wiha domand: “Me ewil li Rihayê piştre li Mêrdînê mînaka xwînê da. Malbatan 4 salan li cenazeyên xwe geriyan û piştî mînakên xwînê cenaze hatin dîtin. Ev bi biryara neşopadinê ya Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye derket holê. Em bi vê biryarê çûn dozgeriya Hezexê.”

Malbatê serlêdana sûc kir

Piştî malbata Ecer diçin gel dozgeriyê, dozgeriya Hezexê jî dibêje cenaze ne bi wan re ne û malbatê dişînin Şirnexê. Dozgeriya li Şirnexê dosyayê vê carê dişîne Rihayê. Malbat bersiva neyînî digire û dosya ji nû ve digihêje dozgeriya Hezexê. Malbat ev 4 sal e cenazeyê zarokên xwe nabînin û herî dawî malbatê serlêdana sûc kir.

‘Heta cenazeyê lawê xwe nebînim ez ê têbikoşim’

Her wiha dayik Ecer destnîşan kirk u cihekî ku neçûnê nemaye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ewil çûn Hexezê, wan em şandin Şirnexê. Em çûn Şirnexê wan em şandin Rihayê. Ev 4 sal e em têdikoşin. Tevî cenaze diyar bûye jî nadin me. Divê bidin. Dibêjin cenazeyê we heye lê nizanin li ku ye. Me jî çû doz vekir. Parçeyek cenazeyê me mabe jî em ê lê bigerin. Çend sal biçe jî em ê her tiştî bikin. Dewlet zilmê li me dike. Em ê cenazeyê kurê xwe bibînin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar