Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Ev 4 sal in li Rihayê îşkence bi sîstematîk tê kirin’

Baroya Rihayê têkildarî îşkenceya li Xelfetî ya Rihayê raporek weşand. Baroyê diyar kir ku ji sala 2015’an ve li Rihayê îşkenceyeke sîstematîk li gelê bajêr tê kirin

Hêzên artêşa tirk di 18’ê gulanê de li gundê Derto yê Xelfetî ya Rihayê operasyona leşkerî pêk anî. Di operasyonê de şer derket û alîkarekî komîser ên hêzên taybet hate kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn. Artêşa tirk piştre jî li Xelfetî û Hewagê bi ser gelek malan de girt û 51 welatî bi îşkenceyê binçavkirin. Welatî piştre jî li Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê û li Şaxa TEM’ê ya Rihayê rastî îşkenceyên giran hatin. Têkildarî îşkenceyê, Baroya Rihayê raporek amade kir.

Rapor bi daxuyaniyekê bi raya giştî re hate parvekirin. Di daxuyaniyê de serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel bal kişand ser gotinên Erdogan ku îdia dikir ‘îşkence nîne û daraz serbixwe ye.’ Oncel wiha got: “Di demekê ku serxwebûna darazê li bin lingan e, helwesta dadgeh û darazê ya li hemberî îşkenceya li Rihayê nîşaneya herî vekirî ya neserbixwebûna darazê ye.”

Piştre jî rapora baroyê hate parvekirin. Di raporê de hat diyarkirin ku ji 22’yê hezîrana sala 2015’an piştî kuştina 2 polîsan a li Serêkaniyê ve, li Rihayê îşkenceyeke sîstematîk tê meşandin.

Encama lêkolînê

Der barê lêkolînên dawî yên li taxa Dergîlî hatine kirin jî ev agahî hatin dayîn:

“Hem daxuyaniyên welatiyên gund û mexdûrên ku di dema binçavkirinê de rastî muameleya xerab hatin, ji ber tîm û wesayîtên sivîl ên li gund digerin û nuqteyên kontrolê rewşekî bi tirs û rageşî heye. Kesên hatine berdan ragihandin ku nikarin li malên xwe jî bimînin. Şopên xwînê yên li diwarên baxçeyê, yên li gel wê ji aliyê hemû heyetên ve hate tespîtkirin. Mexdûr G. A. dema qala tiştên jiyane dike hê jî çavên wî tijî girî dibe û bi israr ragihand ku tiştên bûyî heq nekirine. Hem tiştên bixwe jiyane û tiştên şahidî jê re kiriye, bi berfirehî vegot.

Li ser serlêdana 51 xizmên mexdûr/ mexdûran ên li Navendên Mafên Mirovan a Baroya Rihayê, hevdîtina raste rast, raporên elî, vegotinên berfirehî, çavdêrî û lêkolînan; kesên hatine binçavkirin îşkence û muameleya xirab li wan hatiye kirin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar