Her tim li Kurdistanê mafê gelan hatiye binpêkirin û îradeya wan tune hatiye hesibandin. Lewma li ser van axan her tim xeta qehremantî û ya îxanetê jî bi hev re meşiya ye. Lê qedera ku bi sedan sala her tim xwe dubare dike dê vê carê neyê dubarekirin.
Di vê qirna 21’emîn de cara yekem e ku di pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê de gelê kurd xwe naskiriye û bi îradaya xwe ya cewherî tevdigere. Êdî ji bo wî/ê wateya jiyanê û wateya têkoşînê ji herdemê zêdetir e. Ji bo di vê tekoşînê de xwe bi wate bike jî keç û xortên vî gelî bi îradeyek mezin têdikoşin. Ev axa ku ji gelek têkoşînên mezin re malvonî kiriye û bûye şahidê gelek qehremantiyên mezin, êdî dixwaze heqî bi ser bikeve. Ji bo vê jî dîsa qehremanên gelê kurd mîna her carê rola pêşengiyê hildane ser milê xwe û di herî pêş de çi fedekarî tê xwestin dikin. Heta canê xwe yê şêrîn jî di oxira azadiya vî gelî de dikin feda…
Têkoşîna di Kurdistanê de tê meşandin ne yekalî ye û ne jî yekrengî ye. Ji ber ku têkoşîn ne li hember kesekî, ne li hember çînekê û ne jî li hember pergalêkê tenê tê meşandin, reng û şêwazên têkoşînê jî piralî ye. Di vê tekoşîna piralî de divê hemû gelê me yê aligirê azadiyê beyî ku dûdiliyê bijîn li gel xeta îradeya wî/ê temsîl dike cîh bigire. Qasî bir rengî girîng e her ewqas jî pirdengî girîng e. Lewma divê her kurdê ku dixwaze xwedî li kevneşopiyên pêşiyên xwe derkeve dengê xwe tev li dengê azadiyê bike.
Bi zanebûna kurdê xwedî îrade ve, xeta îxanetê û ya faşîzmê temsîl dike di Kurdistanê de her roja diçe lewaz dibe. Ez di wê baweriyê de me ku yên ji bo berjewendiyên xwe, xwe nêzî vê xetê dikin jî êdî ji xwe û ji hebûna xwe şerm dikin. Bi taybet di roja me ya îroyîn de asta têkoşîn û berxwedana ku gihaştiyê vê yekê bi awayekî hîn xurttir dide der. Lewma divê mirovên ji dagirkerî û zilma diktatoran nerehet bi îradeya xwe ya azad li gor qehremantiya ku li ser rûyê vê axa pîroz tê jiyîn tevbigerin û xwedî li hebûna xwe derkevin. Roj ne roja xwe bi tenê jiyankirinê ye, roj roja xwe bi netewa xwe ve xwe afirandinê ye. Bêgûman ev yek jî bi kesên zane û xwedî bawerî dibe. Ev yek jî di kesayetên li ser rûyê vê axê jiyan dikin û ava çiyayê wê vexwarin de gengaz e. Ev ruh û ev îrade di gel de ji her demê zêdetir heye.
Çalakiyên ku bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz ve destpê kir, bi qehremanên Strasboûrgê ve berdewam kir û bi girtiyên zindanan re gihaşt asta herî bilind, ji bo me her yekî mesaja herî zelal dide.
Îro bi sedan kes bi rêya van çalakvanan xwedî li îradeya xwe derdikeve. Ev çalakiyên ku ji bo gelê kurd tê wateya hebûnê, pêwîst e gelê kurd jî di roja 31’ê adarê de bersiv bide van çalakvanan û faşîzma xwe li ser vê axa pîroz ferz dike têk bibin.
Ger em îro li nirxê xwe xwedî dernekevin, em ê nikaribin bi îradeya xwe ya azad xwe bi rê ve bibin, em ê nikaribin xwedî li dîrok û zimanê xwe derkevin, em ê nikaribin deynê cangoriyên ku di oxira vê axê pîroz de canê xwe feda kirine bidin. Lewma bêyî ku em bedelekî mezin bidin tişta ku em bikin xwedî li nirxên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar ve Ugur Şakar ji me re hiştiye derkevin. Ev kesan ji bo azadiya vî gelî xwe kirin topên ji agir û kîna xwe li ser neyarên îradeya gelê wan tune dihesibînin rijandin.
Lewma di van hilbijartinên herêmî de her kesê ku wê biçe ser sindoqan pêwîst e xwedî li hebûna xwe derkeve. Werin em bi hev re di êvara 31’ê Adarê de govenda azadiyê bigirin û nirxên ku eydê gelê me ye em bikin yê xwe…