Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Ev bersivdayîn gelek li Amedê tê’

Welatiyên Amedê derbarê encama hilbijartinê de axivîn û diyar kirin ku gelê Amedê bersiva herî pêwîst daye polîtîkayên qeyûman û gotin ku ev bersivdayîn gelek li Amedê tê

Di hilbijartina herêmî de yek ji bajarên herî zêde dihat meraqkirin Amed bû. Piştî tayînkirina qeyûm li Amedê hilbijartinê bala girîng kişand ser xwe. Her wiha performansa siyaseta kurd jî li Amedê pir dihat niqaşkirin. Dijberên qeyûm namzetên HDP’ê Adnan Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik bi ser ketin û bûn Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê.

Têkildarî serkeftina li Amedê welatiyên Amedê axivîn û diyar kirin ku amedî di sindoqan de bersiv da qeyûman.

Îradeya gel bi ser ket

Serdar Çelebî da zanîn ku ew ji encama hilbijartinê ya gel bersiva pêwîst daye, bextewar e û wiha got: “Divê Amedê dersek bida qeyûman. Wê dersê jî di sindoqan de da. Îradeya gel bi ser ket. Me tu xizmet ji qeyûm nedît. Bi reklaman ev kar nabe. Ev 3 sal in tevî ku hemû derfetên dewletê di destê wan de bû, dîsa jî tiştek nekirin. Pêvajoya sê salan bi reşkirina HDP’ê derbas bû. Hem tu hatiyî tayînkirin û hem jî tu yê nirxên vê gelî tune bihesibînî. Yê ku îradeya gelê Amedê nas neke, Amed jî wan nas nake. Encam baş bû û em bextewar in. Tune hesibandina HDP’ê tune hesibandina vî gelî ye. Heta ku kurd hebin dê HDP’ê jî hebe.”

CHP deyndarê HDP’ê ye

Welatiyê bi navê Ahmet Karademîr anî ziman ku hin bajar xwedî manevî ne û ev tişt anî ziman: “Hin tişt remz in, keleh in û vê nadin tu kesî. Helwesta gelê Amedê min matmayî nekir. Tişta pêwîst bû hat dayîn. Dema em lê dinêhirin CHP serkeftinê îlan kiriye lê serkeftina CHP’ê deyndarê dengên HPD’ê yên emanet in.”

Suleyman Laçin destnîşan kir ku li Tirkiyeyê têkbirina AKP’ê ya li bajarên mezin bi saya HDP û kurdan bû û wiha domand: “Lê mixabin encamên wek li Şirnexê, Mûş, Dêrsim û Agiriyê me xemgîn kirin. Şirnexê ne suprîz bû. Çimkî li wir hilbijêr ne ji Şirnexê bûn. Bi dengê leşker û polîsan AKP bi ser ket. Wek ku kurdan deng daye AKP’ê nîşan didin. Li Şirnexê di bin siya çekan de gel deng da. Li Şirnexê kesên deng dan kesên bi çek bûn.”

‘Peyama pêwîst hat dayîn’

Mehmet Siddik Akinci da zanîn ku encama hilbijartinê li dijî polîtîkayên qeyûman bersivek baş bû û got ku gelê Amedê her çendî tevlibûna hilbijartinê kêm be jî, peyama xwe daye.

Di heman mijarê de Berfîn Terfî jî diyar kir ku li gel hemû hîle û astengiyên hilbijartinê jî demokrasî bi ser ket û peyama pêwîst hatiye dayîn.

Her wiha Ahmet Aslan jî da zanîn ku encama hilbijartina li Amedê erênî dibîne û wiha got: “Encamek cuda dê li Amedê nehata. Encama hilbijartinê peyamek e.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar